‘Hevgirtina jinan a cîhanî bûye pêdiviyek lezgîn'

Parêzvana mafên mirovan Ehlam El-Celalî diyar kir ku li Tûnisê tevî zagon û peymanên navneteweyî jî gelek binpêkirin li dijî jinan tên kirin û diyar kir ku hevgirtina jinan li hemû cîhanê bûye ‘pêdiviyek lezgîn’.

IXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Parêzvanên mafên jinan ên li Tûnisê bal dikşînin ser pirsgirêkên jinan û hewl didin bi hev re pirsgirêkan derbas bikin. Parêzvanên mafên jinan bal kişandin ser girîngiya zagonên ku dê jinan biparêzin, dixwazin ev zagon di metnan de nemînin, bi taybetî li herêmên ku şer û pevçûn diqewimin de bên aktîfkirin.

‘Em rewşa jinan li tûnisê baş nanirxînin’

Endama Komela Mafên Mirovan a Tûnisê, Ehlam El Celalî diyar kir ku rewşa jinên li welatên Ereban hem di aliyê nepêkanîna zagonan hem jî sedema aloziya rewla civakî û siyasî ne bi ewle ye. Ehlam El Celalî wiha axaftina xwe domand: “Rewşa jinên Tûnisê li got welatên din baştir e ji ber zagonên parastinê hene û parastina mafê jinan dike. Nepêkanîna van zagonan rewşa jinan hildiweşîne. Ji dema serxwebûna Tûnisê welat soz daye jinan azad bike û rewşa wan baş bike her wiha rola wê di civakê de xurt bike. Tûnisê zagonên parastina jinan di hemû waran de danî her wiha li ser lihevkirinên navneteweyî yên taybet bi parastina jinan erê kir. Ji ber wê yekê welat di warê mafên mirovan de bilind e lê belê heta niha jî em rewşa jinan gelekî baş nanirxînin."

‘Jin ji her aliyê ve ji şer gelekî bandor dibin’

Ehlam El Celalî destnîşan kir ku jina Tûnisî fêr dibe lê belê rêjeya jinên nexwendî zêde ye. Her wiha got ku gelek zagonên parastinê di warê aborî de hene lê belê hîna jî tundiya aborî û cudakariya di heqdest de di navbera jin û mêr de çêdibe. Ehlam El Celalî amaje bi vê yekê kir ku  gelek zagonên ku li dijî tundiyê parastina jinê dikin hene û got: “Lê belê hîna jî jin ji aliyê mêr û malbatê ve rastî tundîyê tên. Di encam de ev zagon hin caran weke zagonên şeklî tên binavkirin.”

‘Li dijî hemû mirovahiyê gef e’

Ehlam El Celalî wiha got: "Berdewamiya şer û firehbûna rûbera wê bi rengekî neyînî bandorê li mafên gelan û bi taybet jinan dike ji ber ew in ên herî zêde tên istismarkirin tundî li wan dibe û tên koçberkirin. Ji ber van şeran jin karên xwe winda dikin. Her wiha şer gelek pirsgirêkên derûnî li cem jin û zarokan çêdike. Şerê hêzên Îsraîlê ên li ser jinên  Filistînê dide meşandin ne tenê li ser jinên Filistinî, li dijî hemû mirovahiyê gef e. Ji ber jinên cîhanê hevgirtî ne bandorên neyînî yên şeran li derûniya jinên di herêmên bi nakok de dijîn dikin. Jinên li Tûnisê ji nêz ve bûyerên li Filistîn, Lubnan û Sûriyê dişopînin. Ev yek gelek caran nahêle jin jiyana xwe ya normal berdewam bikin û bi erkên xwe rabin."

‘Dadgehên navneteweyî nikarin kesên mafên jinan binpê dikin dadgeh bikin’

Ehlam El Celalî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola mafên mirovan ên cîhanî ji bo parastina jinên li herêmên şer û ev yek anî ziman: "Lihevkirina Sîdaw Lihevkirina Cinêv û Protokola Afrîka ya mafên jinan gelek in. Lê belê heta niha em dibînin mafên jinan li herêmên şer neparastî ne ji ber mafê piraniya jinan tê binpêkirin. Di encam de di van rewşan de zehmet e ev lihevkirin û zagon werin pêkanîn. Dadgehên navneteweyî nikarin kesên mafên jinan binpê dikin dadgeh bikin ew jî yan ji ber sedemên zagonî yan jî siyasî ye. Li hemû cîhanê hevgirtina di navbera jinan de bûye girîngiyek.”