Hêviya jinên Efganistanî ya li dijî Talîbanê: Jin Jiyan Azadî
Di 3’yemîn salvegera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jinên Efgan, bi hêza ku ji jinên Îranî digrin, li dijî Talîbanê têkoşîna xwe didomînin.

BAHARÎN LEHÎB
Belh – Li Îranê serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê dewletê ve dest pê kir; dewletê hewl da bi zext û şîdetê serhildanê biçewisîne lê van çalakiyan bi Îranê re sînor neman. Tevî ku hemû riyên têkiliyan hatin birîn jî rastî derket holê û dengê jinan gihîşt cîhanê.
Jinên Îranî ji bo jinên cîhanê re bûn îlham. Bi gelên din re jinên Efgan jî bi dirûşma “Îro Îran, sibê Efganistan” piştgirî dan serhildanê.
Ji jinên çalakger ên li Mezar-i Şerîf Latîfe Roşen, li ser salvegera kuştina Jîna Emînî ji ajansa me re axivî. Latîfe Roşen diyar kir ku serhildanê bi hemû jinan re hêviyê çêkiriye û wiha domand: “Piştî desthilatdariya Talîbanê bêhêvîtî û tirs bi min re çêbûbû. Bi tirsa ku rastî şîdeta Talîbanê werim û min bigre bibe tu carî ji malê dernediketin lê dema ku min dît jinên Îranî, tevî tên binçavkirin û gule li wan tê barandin hinek be jî natirsin min got ku divê mirov li ber xwe bide.”
Latîfe Roşen diyar kir ku ew bi berxwedana jinên Îranî bi bandor bûye û got: “Min jî biryar da li Efganistanê bi jinên çalakger re derbikevim kolanan û mafê min ê ku ji aliyê çend molayan ve hatiye desteserkirin bigrim.”
‘Jinên Îranî cesaret didin jinên Efgan’
Latîfe Roşen ji jinên li Îranê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Mûradî yên di refên pêş têdikoşin re selam şand û wiha bi dawî kir: “Bi saya berxwedana xwe, we cesaret da jinên Efganistanê. Em jî ji bo mafên xwe têdikoşin.”Latîfe Roşen, diyar kir ku serhildan tê wateya tekoşîna hevpar li dijî dijminahiya li ser jinan.”