‘Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşînê bilind bikin’

Li gel bîranîna Jîna Emînî, divê em gorên bê kes ên jinan jî ji bîr nekin, ji ber gorên wan jî ji tirsa hatine veşartin û bê nav mane.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Îro salvegera sêyem a qetilkirina Jîna Emîn ye. Jîna, xelkê Seqîa ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi hiceta ku li gorî pîvanên hîzarê tevnegeriyaye ji aliyê polîsên ehlaqê yên rejîma Îranê ve hat îşkencekirin û piştî 3 rojan di komayê de ma, di 16’ê Îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da. Sedema qetilkirina Jîna, weke qetilkirina gelek jinên di nava vê gora bêkesan de ye. Ji ber eşkere ye ku êşên jinan li her cihek dinyayê û qetilkirina jinan wek hev e.

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ji ber ku tirs di dilê dijmin de ye, malbatê nekarî wek pêwîst dike here ser gorê û wê bi bîr bîne. Rejîmê qedexe daniye ser gorê jî. Jîna tirsa xwe kiriye nava dilê dijmin. Her wiha şoreşa ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ev sê sal in geş dibe, li dinyayê deng vedaye û bûye birînek kûr li ser dilê rejîma Îranê.

Îro li gel bîranîna Jina Emînî, me xwest hemû jinên hatin qetilkirin û di nava gorên bê kes de hatin veşartin bibîr bînin. Lewra me serdana gora bêkesan a bajarê Silêmanî kir. Lê belê mixabin piştî qetilkirinê jî navê wan li ser gorên wan nehatine nivîsandin.

Têkildarî salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emîn û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, diyardeya zêdebûna qetilkirina jinan li Başurê Kurdistanê û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê, me li gel Parêzvana mafê jinan Kejal Abdulqadir û Rojnamevan Bêrîvan Şaho  hevdîtin kir.

‘Diyardeya qetilkirina jinan zêde dibe’

Parêzvana Mafê Jinan Kejal Abdulqadir diyar kir ku di sedsala 21’an de behskirina qetilkirina jinan zengek xeternak e, qetilkirina jinan birînek kûr e û wiha got: “Daneyên qetilkirina jinan her tim zêde dibe. Ev gora bêkesan birînek vekirî ye û her tim êşê dide. Li bajarek rewşenbîr hebûna gora bêkesan, êşa me zêdetir dike. Aqlê paşverû ku wek amûr li jinan temaşe dikir sedemê zêdebûna qetilên jinan e. Beriya serhildana 1991’an qetlên jinan kêmtir bû. Lê belê piştî serhildanê ji ber nûjenkirina aqlê xelkê û agahdarnebûna ji civakê, kuştinên jinan zêde bûye. Di destpêka sala 2014-2018’an de kuştin ji ber qeyrana aborî li herêmê zêde bû. Her wiha hebûna mafê xebitîna jinan mêran ditirsîne. Kuştina jinan di serdema niha de, di sedsala pêşketinê de karesatek mezin li pey xwe hiştiye. Her tim em dixwazin jin di nava pêşketinê de bin. Me dixwest niha li cihê ku em li ser gorên bê kes bin, di semîner, panelan de bê ba hev. Ne her tim di dozên kuştina jinan de kom bibin.”

‘Divê em ji bo guherînê bixebitin’

Kejal Abdulqadrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dema em temaşeyî gorên bêkes dikin, her çend di vê goristanê de zarok û mêr jî hene, rasterast fikrê beşek ji hemwelatiyan ber bi namûsê ve diçe. Lê belê aqilê paşverû wisa kiriye ku ew jinên di nava vê goristanê de ne, karek xelet kirine. Ger tiştek wisa hebe jî cardin mêr e sedemê kuştina jinan. Ew pergala desthilatdar ku li başûrê Kurdistanê heye, bûye sedema zêdebûna qetlên jinan. Ev çend sal e kuştina jinan gelek zêde bûye. Divê em jin ji bo azadiya civakê û wekheviya jinan hewl bidin. Divê em bi riya hişyarî û hişyariya medyayê, guherînên girîng di aqilê mêrsalar de bikin. Her wiha pergala perwerdê bi riya dersên taybet ji bo nifşên nû hewla guherîna aqlê nifşê pêşerojê bidin.” 

‘Piştî sê salên şoreşê, xwerêxistinkirina bi rihê ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Rojnamevan Bêrîvan Şaho da zanîn ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya Rojhilata Navîn guherînên mezin bi xwe re anî û karî bandorê li siyaset û şoreşê bike û wiha got: “Serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ beriya sê salan ji ber hêrsa gelên Îranê ya dihat jiyîn derket. Siyaseta herêmê bi dehan sal e hewl daye hemû şêwazên siyasetê li herêmê bicîh bike û jinan bitepisîne. Ev hêrs bû serhildana şoreşek ku li ser asta cîhanê deng vedaye. Ew aqilê mêrsalar yê ku li Rojhilata Navîn heye, her tim têkoşîna jinan nedîtiye, desthilatê jin tepisandiye. Lê belê jinan ew feraset bi hewl, ked û sekna xwe guherandin, vê şoreş awayê têkoşîna jinan guhert. Di demekê de aqilê mêrsalar ku digot jin nikarin azad bin. Lê belê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinan ew aqil guherand, azadiya jinan li pêş azadiya hemû netewan e. Heta jin azad nebin civak jî azad nabin. Di şoreşa Rojhilat û bi hatina din li qadan, me dît jinan ji bo azadiyê li tevahî dinyayê gav avêtin. Piştî sê salên şoreşê li qadan serî hildan.”

‘Rejîma Îranê hewl dide jinan bitepisîne’

Bêrîvan Şaho bal kişand ser zextên rejîma Îranê û got: “Rêjeya tundiya ji aliyê desthilata Îranê ve piştî şoreşê zêde bû. Girtina azadîxwazan û jinên têkoşer zêde bû. Lê belê vê şoreşê guherîn di aliyê siyasî, civakî û têkoşîna jinan de çêkir. Niha li mala her Kurdek ku dilê wê ji bo azadiyê lê dide, behsa têkoşîna jinan dikin. Behsa şoreş û berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikin. Bi riya girtîgeh û tundkirina cezayan hewl ji bo tepesandina dengê azad didin. Jin rastî îşkence û darvekirinê tên. Em şikestina dewleta Îranê di kesayeta ‘Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Şîrîn Elemholî û Werîşe Muradî’ ku têkoşîna azadiya hemû jinan dikin de dibînin.”

‘Divê em xwe birêxistin bikin’

Bêrîvan Şaho di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya dinyayê deng vedaye û wiha got: “Her wiha tevahiya dinyayê di kesayeta girtiyên siyasî yên jin de, dizane ku têkoşîna wan jinan ji bo azadiya tevahiya jinên dinyayê ye. Ew têkoşîna li girtîgehan ji bo azadiya jinên tevahî dinayayê ye. Heta jin azad nebin civak azad nabe. Ji ber wê li girtîgehan berxwedan ji bo azadiyê tê kirin. Ew li girtîgehê rênîşanderên me jinan e da ku bikarin li ser heman riyê ji bo azadiya xwe têbikoşin. Rejîm hewl dide vê şoreşê bitepisîne. Lê belê girîng e em di sala sêyem a vê şoreşê de, çawa di destpêkê de bi yekdengî daketin qedan, bi yek dengî heman xebatê li dinyayê bi domînin. Di dembûriyê de em bûn şahid ku nebûna xwerêxistinkirina li dinyayê de jin nekarîn pêş de biçin. Ji ber wê divê jin hewla xwerêxistinkirinê li tevahiya dinyayê bide. Her wiha xwerêxistinkirin bû şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Çawa li girtîgehan yekdengî heye, divê em jî ji derve xwe li ser heman fikir rêxistin bikin.”