Herî kêm 6 hezar kes bi mayînan mirin an jî birîndar bûn

Çavdêrgeha Mayinên Bejayî ya 2025’an, ragihand ku di sala 2024’an de hejmara mirî û birîndarên ji ber mayîn û teqemeniyan gihîşt rêjeya herî bilind a çar salan û piraniya wan sivîl herî kêm 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de li gelek welatan, ji ber teqîna bermahiyên şer, jin û zarok jî di nav de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibîn. Ev rewş, bangên zêdekirina hewildanên paqîjkirina mayînan û parastina sivîlan xurt kir.

Li gorî rapora nû ya di 1’ê Kanûnê de hat weşandin, hejmara mirî û birîndarbûnên ji ber mayîn û teqemeniyên neteqiyayî di sala 2024’an de 6 hezar derbas kir û gihişt rêjeya herî bilind a çar salan. Hezar û 945 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 hezar û 325 kes jî birîndar bûn.

Çavdêrgeha Mayînên Bejayî ya 2025’an, ragihand ku ji sedî 90’î kesên jê bandorbûnê sivîl bûn û piraniya wan jin û zarok bûn. Sedema serekê ya vê zêdebûnê, teqîna mayînan a li herêmên pevçûnê yên li Sûriye û Myanmarê bû. Myanmarê, ji ber zêdebûna karanîna mayînan ji aliyê artêş û komên çekdar ve, bi zêdetirî hezar bûyeran re hejmara herî zêde ya bûyer tomar kir.

Di raporê de, hate destnîşankirin sivîlên ku piştî hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê vedigerin herêmên xwe, ji ber teqemeniyên neteqiyayî di bin xetereyek mezin de ne.

Peymana qedexekirina mayînên dijî personel a di sala 1999’an de ket meriyetê, 166 welatan neçar dike ku karanîna mayînan rawestînin û deverên mayinkirî paqij bikin. Lêbelê, hatiye ragihandin ku Estonya, Fînlandiya, Letonya, Lîtvanya û Polonya bi hinceta gefa Rûsyayê amadekariyên vekişîna ji peymanê dikin.