Hepsa malê ya Zahra Esfandiyarî bi dawî bû

Hepsa malê ya bi kelemçeya elektronîkî ya endama sendîkaya mamosteyan Zahra Esfandiyarî piştî du salan bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan – Hate ragihandin cezayê hepsa malê ya bi kelemçeya elektronîkî ya endama sendîkaya mamosteyan ya Îranê Zahra Esfandiyarî ya du salan derbas kir, bi dawî bû.

Zahra Esfandiyarî, di dîroka 12’ê Gulana 2022’an de ji ber beşdariya xwepêşandana mamosteyan ya li bajara Şîrazê, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Zahra Esfandiyarî ya piştî binçavkirinê şewqê navenda binçavkirinê ya girêdayî Daîreya Îstîxbaratê ya Şîrazê hate kirin, li wir hate lêpirsîn kirin. Piştî temambûna pêvajoya lêpirsînê, di dîroka 12’ê Tîrmeha 2022’an de bi dayîna kefaletê û bi awayekî demkî hate berdan.

Pêvajoya dadgehê û ceza

Zahra Esfandiyarî, di 17’ê Hezîrana 2023’an de, ji aliyê Serokê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreșa ya Şîrazê ve mehkûmê du sal cezayê hepsa malê ya bi kelemçeya elektronîkî hate kirin. Her wiha di çarçoveya biryarê de cezayên cuda jî hate dayîn.

Dosya piştî îtîrazkirina biryarê, ji Şaxa 37’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Farsê re hate şandin. Lê dadgeha bilindtir, bêyî tu guhertinek bike cezayê dadgeha jêrîn pejirand.

Di dîroka 19’ê Mijdara 2023’an de, cezayê hepsa malê ya bi kelemçeya elektronîk ya Zahra Esfendiyarî destpêkiribû.