Hejmara nû ya Newaya Jin derket
Newaya Jin bi berga 'Deriyê mejiyekî nû vedibe' derket pêşerî xwedevanên xwe. Di destpêka mijarên vê hejmarê de geşedanên rojane derbarê lêgerîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ cih digre.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Hezîrana 2025’an a Newaya Jin bi berga 'Deriyê mejiyekî nû vedibe' derket pêşberî xwedevanên xwe.
Di vê hejmara rojnameyê de bûyerên rojane yên li ser lêgerîna li aştî û civaka demokratîk, yekîtiya neteweyî ya Kurd, tora piştevaniya femînîst a navneteweyî, sînema, dînamîkên ciwanan û civakên hindekahî dosyayên berfireh cih digre.
‘Mîlada lêgerîna azadiyê ye’
Nivîskar Rûşen Samsat bandora polîtîk û dîrokî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) nirxand ku beriya 29 salan di çalakiya fedaî de jiyana xwe ji dest da. Rûşen Samsat diyar kir ku divê Zîlan ne tenê weke fîgureke berxwedanê ya şexsî bê dîtin; ew pêngaveke felsefî ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd e; çalakiya wê li dijî krîza dîrokî ya hebûna jinê serhildaneke kolektîf e, mîlada lêgerîna azadiyê ye.
Di gotareke din a rojnameyê de jiyan û mîrateya endamên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji aliyê Haskar Kirmizigul ve tê nirxandin. Di nivîsê de tê ragihandin ku ji Kurdistanê heta bi Ewropayê konên sersaxiyê yên li erdnîgariyeke berfireh hate danîn ne tenê cihekî şîndanînê ye; di heman demê ve diguherîne qadên jinûve avakirina ruhê berxwedanê yê bi hişê kolektîf.
Havîn Guneşer jî xeta berxwedanê ya tevgera azadiyê ya Kurd nirxand ku zêdeyî nîv sedsal e dewam dike û vê yekê jî li ser bingeha 'paradîgmaya civaka demokratîk' a Rêber Apo dike. Havîn Guneşer destnîşan dike ku azadiya jinê hêmanê esasî yê vê nêzîkatiyê ye.
Çîroka Pelîn Zozan a jiyanê
Portreya ku ji aliyê Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Besê Erzîncan ve hate nivîsandin, qala çîroka jiyanê ya Pelîn Zozan dike ku 27'ê Çileya 2025'an di êrîşa artêşa Tirk de şehîd bû. Besê Erzîncan, Pelîn Zozan bi gotina 'Mînaka şênber a têkoşîna jinê ya ji şexsê azad heta bi civaka rêxistinbûyî' pênase dike û balê dikişîne ser karakterê xurt, dilnizm a Pelîn Zozan ku di nava jinan de ava kiriye.
Di rûpelên forûmê de beşên ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sernavê 'Li Rojhilata Navîn netewe dewlet' hatiye weşandin. Di nivîsa berhevkirî de şer û krîzên bingehîn ên ji ber hewldanên homojenkirina civakê ya rêxistiniya netewe dewletê tê nirxandin.
Di pêvajoya aştiyê de jin
Şervîn Nûdem rêjeya tevlîbûna jinan a li pêvajoyên aştî, danûstandin û civaka demokratîk bi daneyên îstatîstîkî dinirxîne. nivîskar bi bîr xist ku li gel biryara bi hejmara 1325 a 'Jin, Aştî û Ewlekariyê' ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî rêjeya temsîlkariya jinan a li maseyên aştiyê yên li cîhanê di asta ji sedî 6'an de maye û destnîşan kir ku bi tecrûbeya tevgera jinên Kurd re azadiya jinan bûye bingeha azadiyên civakî.
Niqaşên Yekîtiya Netewî
Nûrhaq Gulbahar encamên 'Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê' ku 26'ê Nîsana 2025'an li Qamişloyê hate lidaxistin di nirxîne. Di nivîsê de tê ragihandin ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' xwedî wê potansiyelê ye ku li çar parçeyan yekîtiya gelê Kurd xurt bike, konferansê jî îradeya avakirina bi hev re ya paşeroja hevpar şênber kiriye.
Rojnamevan- nivîskar Roza Metîna bi hevberdevka platforma 'Şiyar be' ku li Amedê ava bûye Gulşen Demîr re hevpeyvîn kir. Di hevpeyvînê de hişyariyê dide ku temenê bikaranîna narkotîkê daketiye heta 9 salî û girîngiya perspektîfa xweparastinê destnîşan dike.
Di nûçe dosya ya berfireh de ku ji aliyê rojnamevan Rojbîn Denîz ve hatiye amadekirin, mîrateya berxwedana dîrokî û daxwazên siyasî yên rojane yên civaka Durzî tê nirxandin ku li Sûriye û Rojava nêzî 2 milyon nifûsa xwe heye.
Li Rojava sînemaya jinê
Di nivîsa Dersim Zêrevan de Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Yekemîn tê nirxandin ku li Rojava bi pêşengiya Kolektîfa Kezî di navbera 25-31'ê Gulanê de hate lidarxistin. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku festîval fîlmçêkerên jin ên ji tevahiya cîhanê digihîne hev û balê dikişîne ser çîrokên berxwedanê û azadiyê.
Hevpeyvîna taybet a Aylîn Acar balê dikişîne ser tevgera 'Non Una Di Meno' ku ji sala 2016'an û vir ve li Îtalyayê bi rêxistin e. Di hevpeyvînê de ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojhilata Navîn torên hevkariya antîkaptalîst û enternasyonalîst tê nirxandin.
Du jiyanên têr têkoşîn
Di portreya Kurdî de ku ji aliyê Berjîn Têkoşer ve hate amadekirin, şervana azadiyê ya li Rojhilat Aryen Arê tê vegotin. Di rûpela portre ya Tirkî de jî Fîdan Yildirim qala jiyana têkoşer a parêzvana mafên mirovan, femînîst sosyolog û siyasetmedara Brezîlyayî Marielle Franco ku 14'ê Adara 2018'an hate qetilkirin kir.