Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê parlamento di vê pêvajoyê de rola xwe bi bandor bilîze
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li parlamentoyê civîneke çapemeniyê li dar xist û der barê Pakêta Darazê ya 12'emîn, rêziknameyên niştecihbûnê û pêvajoya aştiyê de nirxandin kir.
Navenda Nûçeyan – Gulistan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Pakêta Darazê ya 12’emîn û gotinên xwe wiha domand: “Li Tirkiyeyê, berî ku qanûn bi rastî werin pejirandin, hinek pêşnûme ji bo pîvandina berteka raya giştî tên weşandin û got: "Di mijarên ku dibin sedema nerazîbûna raya giştî û bertekên tund, gav paşve tên avêtin, pêvajo dirêj dibe. Dûre, em dibînin ku ew dîsa bi rengekî guhertî tê pêşberî parlamentoyê yan raya giştî."
‘Hêza serdest bi xwe eşkere dike ku ew çi cure rejîma hiqûqî dixwazin’
Gulistan da zanîn ku ne pêvajoya çêkirina qanûnên demokratîk e û wiha domand: “Lê belê îfadeya perspektîfeke ku armanc dike mafên heyî kêm bike, azadiyê bi sînor bike, maf û azadiya bingehîn sînordar bike. Hesabkirina van tenê wekî guhertinên qanûnî, kêmkirina wan tenê ji bo sernavên qanûnî yên teknîkî dê xelet û şaş be. Li vir, hêza serdest bi xwe eşkere dike ku ew çi cure civakê, çi cure jiyana siyasî û çi cure rejîmeke hiqûqî dixwazin. Biryarên li ser ka kî dê wekî welatiyek qebûlkirî were hesibandin, maf û azadiya kê dê were sînordarkirin û kî dê îmtiyaz bigre, tam bi riya van rêziknameyên qanûnî tên dayîn. Pêwîst e em tekez bikin ku ev hewldanek e ji bo sêwirandina hem jiyana siyasî, hem jiyana civakî û hem jî pergala qanûnî.”
‘Em ê tu carî ji mafên ku jinan bi dest xistine paşve gav navêjin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku hewl tê dayîn rejîmeke hiqûqî were avakirin ku her tiştî bi perspektîfa mantiqa cezakirinê bibîne û ev tişt got: "Divê em bibêjin ku li vir edalet tune ye. Em dibînin terazûya edaletê bi rastî şikestiye û têgihîştinek heye ku hewl dide dewletek bi tevahî bi serweriya hiqûqê were birêvebirin ava bike. Di vê wateyê de, bila em zelal û bêguman bin. Pêşî, em dixwazin tevahiya raya giştî û hemî jin careke din bizanin ku em ê tu carî ji mafên ku jinan bi dest xistine paşve gav neavêjin. Em li dijî perspektîfa ku berjewendiyên çêtirîn ên zarokan li ber çavan nagire û wan dike mijara ceza û sûc bûn û em ê berdewam bikin. Em li dijî siyaseta cudakarî û nefretê ya li hemberî kesên LGBTÎ+ rawestiyan û em ê berdewam bikin. Bi taybetî, em ê li dijî têgihîştina ku azadiya derbirînê sînordar dike, mafê rêxistinbûnê sînordar dike, hewl dide siyaseta demokratîk sînordar bike û wê bi riya dadweriyê şekil bide rawestin. Em ê van hemû tiştan bi hev re bi civaka xwe, gelê xwe re, hem li parlamentoyê, hem li kolanan û hem jî li her derê biparêzin. Bi vî awayî, em ê vê têkoşînê bi jin, ciwan, zarok, karker, xebatkarên çapemeniyê û beşên berfireh ên civakê re bidomînin. Em vê bi hemû hêza xwe dimeşînin. Em ê bi biryardarî têkoşînê bidomînin. Bêguman, çareserî ne di zilmê de ye, çareserî ne di cezakirinê de ye; çareserî di wekhevî, azadî, avakirina aştiyê û avêtina gavên ber bi civaka demokratîk de ye."
‘Hikûmet bi polîtîkayên dijberê jinan tevdigere’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser rêziknameyên nefeqeyê û axaftina xwe bi van gotinan domand: "Em bi pêvajoyeke dişibe windakirina mafên ku me di dema pêvajoya Peymana Stenbolê de jiya re rû bi rû ne. Li wir jî Peymana Stenbolê bi îmzeyek hat betalkirin û îro divê em bibêjin ku pirsgirêkên jin pê re rû bi rû dimînin, nemaze der barê mafên wan ên herî bingehîn de, di nav de mafê jiyanê jî bi awayekî berbiçav zêde bûne. Di wê wateyê de, dema ku em van hemûyan bi hev re tînin û dipirsin ka pirsgirêka bingehîn çi ye divê em bibêjin ku polîtîkayên li dijî jinan, polîtîkayên dijminên jinan, xala referansê ya hikûmetê ne û hikûmet bi vê perspektîfê tevdigere. Niha em dikarin gelek tiştan li ser vê yekê bibêjin lê em dixwazin li bingeh an jî sedemên li pişt tevahiya nirxandina Dadgeha Destûrî binêrin. Dema ku em vê nîqaşê ji perspektîfa jinan dinirxînin, em vê dibînin: Guhertinek pir pergalî tê bicihkirin ku pêvajoyên hevberdanê ji bo jinan dijwartir dike, jinan neçar dike di nava girêdana zewacê de bimînin ku ew li wir tundûtûjiyê dibînin û dikare piştî hevberdanê bibe sedema xizaniyê. Divê em bi taybetî li ser vê yekê tekez bikin. Ev hemû li ku derê diqewimin? Di demeke ku Sala Malbatê hatiye ragihandin de, jin têne teşwîqkirin ku bizewicin û gelek zarok tên teşwîqkirin.”
‘Tirkiye di qonaxa pir krîtîk a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas dibe’
Gulistan Kiliç Koçyîgît der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar ku Tirkiye di qonaxa pir krîtîk a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbas dibe û wiha domand: “Banga birêz Ocalan û pêvajoya piştî wê bi rastî jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku bi salan e bedelên giran lê hatine dayîn, derfetên nû vekirine. Van îhtimalan di civakê de hêvî û bendewariyan jî zêde kirine. Lê belê ji ber tiştên ku nehatine kirin, bêbawerî jî kûrtir kiriye. Hem hêviya me, hem jî ya civakê û gelên me ew e ku ev pêvajo di çarçoveyeke qanûnî de bigihîje encamê, bi pêş bikeve û encamên mayînde bide. Îro navnîşana çareseriyê, bêguman siyaseta demokratîk e. Bêguman ew meclîs e. Ji ber vê yekê, berî ku meclîs were girtin divê çarçoveya qanûnî û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst bi lez werin rojevê. Qanûna çarçove, yan qanûna taybet, an qanûna kodê, yan jî tiştê ku birêz Ocalan wekî 'qanûna hucreya reh' bi nav kir ku demek dirêj e tê nîqaşkirin divê di zûtirîn demê de pêşkêşî meclîsê were kirin û bi lez were pejirandin. Meclîs divê gavên ku dê temînatên qanûnî bîne bavêje."
‘Divê ev nexşerê zû were bicihanîn’
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rola parlamentoyê û got: “Rapora komîsyonê nexşeriyek destnîşan dike. Divê ev nexşerê zû were bicîhanîn. Parlamentoya ku rapor lê hatiye nivîsandin divê bi cih bîne. Divê parlamento di vê pêvajoyê de rola xwe bi bandor bilîze û berî navberê ango beriya dawiya dema zagondanînê, gavên bilez bavêje. Divê em niha ji bo aştiyê bixebitin. Aştî hewceyê qanûnê ye. Parlamento jî divê ji bo aştiyê bixebite. Bi rastî dûrketina ji vê yekê, paşguhkirina wê, derengxistina wê ne rêbaza rast e. Divê em bibînin ku ev yek dikare ji bo hemî gelên Tirkiyeyê, ji bo me hemûyan bibe sedema windahiyan û ji ber vê yekê divê em zû tevbigerin, da ku pêwîstiya lezandina ji bo aştiyê tekez bikin. Aştiya mayînde bi demokratîkbûnê tê xurtkirin. Demokrasî, bi aştiyê bi qanûnê tê tacîdarkirin, mezin dibe. Bi vî rengî, çawa ku em têkoşîna ji bo aştiyê ji têkoşîna ji bo demokrasiyê cuda nakin divê em tekez bikin ku îro aştî hewceyê temînatên qanûnî ye.”
‘Pêwîst e şert û merc ji bo birêz Abdullah Ocalan bên avakirin’
Gulistan Kiliç Koçyîgît di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser mafê hêvîyê û bi van gotinan bi dawî kir: “Ez dixwazim çend gotinan li ser mijara mafê hêviyê bibêjim ku ev mijar der barê birêz Ocalan de jî tê nîqaşkirin. Bi rastî, pir girîng e ku mafê hêviyê li vir îfadeya xwe bibîne. Ev prensîbeke bingehîn e. Ew di heman demê de prensîbeke azadiyê ye. Afirandina şert û mercên guncaw ji bo rola birêz Ocalan di pêvajoya çareserî û danûstandinên demokratîk de, baştirkirina derfetên ragihandinê û çareserkirina pirsgirêkê di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de ji bo avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk neçar in. Di dawiyê de, ev mijar, bêguman, mijara her kesê ye. Ev mijar, bêguman, mijara hemû partiyên siyasî ye. Ev mijar, bêguman, mijara gelên me ye. Lê divê em her wiha tekez bikin ku berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milên hikûmetê. Di wê wateyê de divê hikûmet ji bo pêvajoyê bernameyek ragihîne û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê bi lez û bez, bêyî derengmayîn an dirêjkirina pêvajoyê, bi raya giştî re parve bike. Divê em diyar bikin ku ev qanûn divê beriya dema xebata havînê biqede, bi lez û bez, bi şêwirmendiyê were pejirandin. Mafê kesê tuneye hêvî û hesreta aştiyê ya di civakê de mezin dibe, bitepisîne yan jî tarî bike. Aştî bi rastî jî cesaretê dixwaze. Ez dixwazim tekez bikim ku ji bo nîşandana vê cesaret û wêrekiyê divê hikûmet zû tevbigere û tedbîran bigre.”