Gulcîhan Şîmşek: Banga Birêz Ocalan me vedixwîne berpirsyariyê
Endama TJA’yê Gulcîhan Şîmşek a balkişand ser girîngiya vîdeoya Abdullah Ocalan a piştî 26 salan hate weşandin û peyamên wî, wiha got: “Dîmen mafdariya têkoşîna sedsala dawî anî holê. Banga Birêz Ocalan me vedixwîne berpirsyariyê.”

Amed – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya di 27’ê Sibatê de, di 9’ê Tirmehê de bangek din a nû kir. Abdullah Ocalan, di banga xwe ya dîrokî ya duyemîn a di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hate kirin de, wiha got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
Piştî banga duyemîn, bal çûn ser PKK'ê
PKK’ê bersiva bangê da û di 11’ê Tîrmehê de li nêzîkî Çiyayê Qendîlê li bajarê Silêmaniyê, merasîmek li dar xist û çekan îmha kir. Ev kêliyên dîrokî ne tenê li Kurdistanê, li cîhanê jî deng vedan.
Siyasetmedara Kurd û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek, bandora weşandina dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî 26 salan, îmhakirina çekan a PKK’ê û pêvajoyê nirxand.
"Encama têkoşîna me ya mafdar e’
Gulcîhan Şîmşek, pêvajoya di sala 1999’an de anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Tirkiyeyê û geşadanên piştre qewîmin bi bîr xist û wiha got: "Polîtîkayên înkar û redkirinê yên li dijî Kurdan hatin pêşxistin, bi temamî hilweşiyan. Ji ber têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd, têkoşînek xwe afîrandin û îspatkirina nasname, ziman û hebûna xwe bû. Tiştên ku ji wê pêvajoyê heta îro hatin jiyîn, pêvajoyek înkar û redkirina li dijî Kurdan bû. Di 26 salên dawî de di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê, bêyî makezagon û hiqûq li ser Birêz Ocalan tecrîdek hate sepandin. Ji bo dawîanîna vê tecrîda mutleq, têkoşînên mezin hatin dayîn. Lewma dîmena ku hat weşandin, wekî encama têkoşîna me ya mafdar, hestek hebûnê ava kir.”
‘Birêz Ocalan pênaseya “bi hev re çawa bê jiyîn’ dike’
Gulcîhan Şîmşek, da zanîn ku ji damezrandina Komarê heta îro zilm û komkujiyên li dijî Kurdan zêde bûne û diyar kir ku têgeha dewleta neteweyî Kurdan neçarî jiyana cuda ya li çar perçeyan kir. Gulcîhan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Lewma divê em hem li sedemên derketina vê têkoşînê û hem jî encamên wê binhêrin. Di encama têkoşîna mafdar a ku hebûna gelê Kurd danî holê de, ev têkoşîn veguherî bangek. Ev bang rewa, mafdar û demokratîk e. Divê tiştên ku gel di 50 salan de li Tirkiyeyê jiyan kir, yek bi yek pênase bikin. Birêz Ocalan îro pênaseya ‘bi xwîşk û biratî bi hev re çawa bê jiyîn’ dike, ev pêvajoyek pir hêja ye. Divê em hemû xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
‘Dîmen mafdariya têkoşîna sedsalê danî holê’
Gulcîhan Şîmşek a balkişand ser girîngiya vîdeoya Abdullah Ocalan a piştî 26 salan hat weşandin û peyamên wî, wiha got: “Dîmen mafdariya têkoşîna sedsala dawî datîne holê. Banga Birêz Ocalan di çarçoveya pêvajoya ji paşerojê îro heta roja me ya îro de, me vedixwîne berpirsyariyê. Piştî Şerê Cîhanê yê Seyemîn pergal guherîn. Ger ev pêvajo veguhere pergala komarek demokratîk an jî pergala civakek demokratîk, divê têkoşîna wê bidin û di vê rêyê de bimeşin. Ji ber tiştên ku dewletên netewî li Rojhilata Navîn dikin, dibînin. Li holê ye ku ev pergal, mîna mekanîzmayek ku ji bo hemû gelan dide windakirin, gelan ji hev dû dixe, nasnameyan ji hev dûr dixe û baweriyan li dijî hev derdixe ye. Ji ber ku felsefe û perspektîfa neteweya demokratîk a Birêz Ocalan diparêze, li dijî wan e, divê bi awayekî bihêz xwedî lê bê derketin. Pêwîst e di vê pêvajoyê de hemû kes berpirsyariyên xwe pêk bînin.”
‘Felsefeya jiyanê ne takekesî, civakî ye’
Gulcîhan Şîmşek, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di banga xwe de jî diyar kir wate nade azadiyek takekesî û wiha axivî: “Hewl hat dayîn ku şert û mercên jiyana Birêz Ocalan di nava odeyek yek metreyî de bê derbaskirin. Lê felsefeya jiyanê ya Abdullah Ocalan, di wateya azadiyan de ne takekesî, civakî ye. Nêzîkatî û nerînek azadiyê ya di mekanek de hatiye sînordarkirî, nîne. Me vê yekê di 26 salan de dît. Felsefeyek wî ya bihêz ku zêdetir peyam dide gel, nasname û cûdahiyan û girîngiya ne azadiya takekesî, civakî datîne holê heye. Îdeologek ku felsefeya çawaniya jiyankirina gelekî eşkere dike û şêwaza jiyanê datîne holê ye. Mirovekî ya felsefeyê ye. Kesayetek ku ji bo pirsa divê civak ‘çawa bijîn’ re dibe bersîv. Di rastiyê de em dibînin Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiyeyê jî deriyek vekiriye, li ser takakesî, netewperestî, olperestî û zayendperetiyê gelek tesbitên wî hene. Rastiya van tiştan ji bo civakê dide qezenckirin eşkere kiriye û civakê vê yekê di sedsala dawî de dîtiye. Mînak îro piştî encamên şerê cîhanê qeyran derketiye holê. Qeyranek kapîtalîste heye. Bi rastî jî teknolojî mirovan veguherandiye metabûyînê. Dema em li şêwaza têkoşînê ya di vê mijarê de hatiye dayîn dinhêrin, me dît ku ‘çawa bi awayekî komînal tê jiyîn’. Lewma felsefeya Birêz Ocalan, rêya jiyana bi hev re ya Tirk, Kurd, bawerî û nasnameyên cuda nîşan dide.
‘Divê pêvajo bighîje xalekî ku sûd dide civakê’
Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku gel piştî banga destpêkê ya 27’ê Sibatê ji aştiyê bihêvî ne, lê rexne jî hene û axaftina xwe wiha domand: “Divê pêvajo bighîje xalekî ku sûd dide civakê. Ji ber tekoşîna gele Kurd, têkoşîna wan a mafdar e. Rastiyekî gel a ji bo nasname û zimanê xwe têdikoşe heye. Lewma divê tiştên şênber çêbibe. Di naskirina statuya Kurd, mîsogerkirina ewlehiya makezagon, berdana girtiyên siyasî û vegera sirgûnên li derveyî welat de pêkhatina guherîninên qanûnî û bendewariya mîsogerkirina ewlehiya ziman û nasnmeya gelê Kurd pir bihêz e. Bendawariyên misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan heye.”
Gulcîhan Şîmşek a got, "Di encamê de zehmetiyên bi salan heye. Windahiyên mezin hatin jiyîn. Lewma ji bo serketina pêvajoyê, divê gavên şênber bên avêtin,” diyar kir ku gel baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tîne û bi baweriya ku wî daye, beşdarî pêvajoyê dibin.
‘Qeyrana Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd’
Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku qeyranên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, girîngiya demildest çareserkirina pirsgirêka Kurd jî datîne holê û wiha axivî: "Qeyrana li Rojhilata Navîn mezin dibe. Şerê Îsraîl-Îranê, geşadanên li Sûriyeyê. Li Rojhilata Navîn dîzaynek nû mijara gotinê ye. Em dikarin bêjin Kurdan, berê xwe dan vê pêvajoyê û Rojhilata Navîn û ketin pêvajoya rêxistinkirina hebûna xwe. Dema em ji aliyê Tirkiyeyê ve dinhêrin, bêguman fikarên Tirkiyeyê hene. Ji ber dawîbûna sedsala peymana piştî Lozanê, şêwaza bicîhkirina xwe jî diguhere, hat xalekê ku berê xwe bide kijan alî. Divê bê diyarkirin ku di xala ku em dibêjin ‘Tirk û Kurd xwîşk û bira” ne de, berê xwe bide gelê Kurd. Ji ber armanca şerê îro li Rojhilata Navîn tê meşandin, ji aliyê hemû kesan ve zanîn. Divê em berê xwe nedin aliyekî. Divê serkeftin bibe ya gel. Divê serkeftiyên ve pêvajoyê nebin hêzên navneteweyî, bazirganên çekan û aliyên dixwazin çavkaniyên bin binerd û sererd dagirbikin. Ev pêvajo ji bo hemû gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn girîng e. Ji ber ku di 100 salên dawî de li van deran şer xilas nebû. Ev şer di aliyê dewletên neteweyî de hilweşandin dijîn. Me Sûriye dît, Iraqê dît. Ev avahiyên dewletan ên ava bûn jî, ji gel re xizmet nekirin. Dewletek bifikirin, cihê ku bibe dewletek civakî, vediguhere dewletek yekdest. Dewletek bifkirin li cihê ji bo civakên cihêreng şert û mercên jiyana herî azad ava bike, vediguhere avahiyek dewletê ku yekdest, netewperest, oldar, tûnehesibandina nasname û nasnameya jinan. Lewma divê li dijî vê em pergala herî rast a demokratîk rêxistin bikin û biparêzin. Divê li kêlaka têkoşîna gelê Kurd bisekinin û biparêzin.”
Gulcîhan Şîmşek, da zanîn ji bo "Pêvajoya Civaka Demokratîk" ku ji meha Cotmehê ve didome, piştî geşedanên dawî bileztir bimeşe, wê têkoşîna rast niha destpê bike û got: “Pêvajoya piştî vê, pêvajoyekî wê têkoşîna civaka demokratîk destpêbike ye.”
Gulcîhan Şîmşek a got bi salan hem di civaka Kurd û him jî Tirk de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ber derbaskirina travmayên hatine jitîn ji bo hemû beşên civakê erk û berpirsiyartî heye û axaftina xwe wiha domand: “Lewma divê hemû beş ji bo têkoşîn û vê pêvajoyê erkên xwe bicîh bîne. Ango li dijî vê pêvajoyê derketin û daxwaza domandina şer, ji bo vê miletê bibe niheqî. Ji bo mafên vê miletê daxwaz dike, wê bibe neheqî. Lewma divê bi awayekî herî demokratîk vê pêvajoyê birêxistin bikin. Pêwîst e em xwe bighînin hemû rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî ên demokratîk ên di nava vê pêvajoyê de.”
‘Divê xwedî li pêvajoya ji niha û pê de xwedî derkevin’
Gulcîhan Şîmşek a got “pêşiya aştiyê hat vekirin", da zanîn piştî merasîma “îmhakirina çekan” ya Silêmaniyê, ketine serdemek ku wê pêşketinên girîngtir bên jiyîn. Gulcîhan Şîmşek, vê hişyariyê kir: “Helbet mijara îmhakirina çekan ne mijarek dîtbarî ye. Ya girîng, xwedîderketina li vê pêvajoyê ye. Ger em di vê pêvajoyê de xwedî li aştiyê dernekevin û aştiya civakî mîsoger nekin, wê pêşîgirtina neyînîtinên bên jiyîn, zehmet be.”
‘Jin perçeyek pêvajoyê ne’
Gulcîhan Şîmşek, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe pêvajo niha li ser DEM Partî dimeşe. Ev pir hêja ye, lê divê jin jî bibin perçeyek vê pêvajoyê û bûn jî. Ciwan perçeyek pêvajoyê ne. Gelek rêxistinên maf û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên cûrbecûr, bûne perçeyek ya vê pêvajoyê. Em dîrokek têkoşînê ya bi dîroka têkoşîna jinan re hevseng dijîn. Ev pir girîng e. Ji sedî 80’yê windahiyên şer, jin in. Di beramberê vê rastiyê de ji nû ve civakek tê avakirin. Divê jin xwedî li vê avabûnê derkevin. Divê jiyanek demokratîk bê rêxistinkirin. Civak wê bi jinê re azadtir bibe. Di vê çarçoveyê de, pêwîste em xwedî li têkoşîna jinê derkevin.”