‘Guhertina mufredata xwendinê ya Sûriyeyê xwedî armancên birdozî ne’
Guhertina mufredatên perwerdeyê li Sûriyeyê, jêbirin û zêdekekirina hin mufredatên din gelek fikar ji bo Sûriyan ava kir. Ev guhartin di çarçoveyek siyasî bi pîvanên birdozî yên ku dê bandorê li pêşeroşa gelê Sûriyeyê bike, hatin çêkirin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Qada Sûriyeyê şahidê gelek guhartin û veguhartinan dike. Di naveroka van guhartinan de ne dayîna mafên jinan û statûya wan, derbeyek li têkoşîn û destkeftiyên jinan a bi deh salan, dide. Di nava wezaretên rêveberiya demkî ya nû hatine avakirin de, tenê jinek cihê xwe tê de digre. Guhartinên di bernameyên perwerdeyan de ne tenê nûvekirinên akademîk bûn, ew di çarçoveyek siyasî bi armancên îdeolojîk hatine guhartin. Wek têgeha 'Riya qenciyê' bi 'Riya Îsalmî' hatiye guhertin.
'Rola kesayetên jin ji perwerdehiyê tên dûrxistin'
Derbarê guhertinên mufredatên perwerdehiyê Mamosteya Zimanê Erebî Semar El-Hecar got ku bernameyên xwendinê yên Sûriyeyê guhertinên îdeolojîk derbas kirin. Semar El-Hecar anî ziman ku ev yek bû sedema nakokiyên berfireh ên armancên van guhertinan li ser civakê. Semar El-Hecar wiha axivî:
"Mijara herî zêde tê nîqaşkirin di nava civakê de tunebûna rola kesayetên dîrokî wek Zenûbiya di nava bernameyên nû yên perwerdeyê de ye. Ferzkirina Îslamê ji bernameyên perwerdehiyê re Sûriyeyê ber bi xeteriyan ve dibe. Sûriye xwedî ol, mezheb û pêkhateyên curbicur e. Heta rêjîma Baas nikarîbû dawî li cihêrengiya Sûriyeyê bîne. Pirrengiya Sûriyeyê nasnameya wê nîşan dide."
'Divê guhartin ne girêdayî olî bin'
Semar El-Hecar tekez kir ku divê perwerde bibe wesîleya bihêzkirina yekîtiya netewî, ne domandina parçekirinê û got ku pêwîste mufredatên xwendinê ji aliyê olî ve bêalî bin û rêgezên hemû olên Sûriyeyê di nav xwe de bigrin. Semar El-Hecar wiha domand: "Divê guhartinên mufratedan ji hêla pisporan ve bên kirin. Ne li gor biryarên ku dibe di pêvajoya perwerdehiyê de tevliheviyan ava bike. Her guhertinek divê ser bingeha zanistî û perwerdehiyê be, her wiha pêdîviyên xwendevanan a zanistî pêk bîne."
'Di guhertinan de rola jin tê qirkirin'
Semar El-Hecar da zanîn ku jêbirina wêneya Zenûbiya ji perwerdeyên xwendinê tê wateya tunekirin û qirkirina rola jinan di nava civakê de û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jêbirina wêneya Zenûbiya ne tenê guhertinek e. Ew nîşana ku jin hê jî ji vegotina niştimanî hatiye dûrxistin. Ev jî meyla ferqa zayendî xurtir dike û têgînên cihêkar ên ku avakirina civakek nûjen a li ser bingeha wekheviyê asteng dike, didomîne.”
‘Divê jin di guhertinên mufratedan de cih bigrin’
Semar El-Hecar a got “Ji bo ku civakek demokratîk û wekhev bê avakirin hewceyî bi bîrxistina rolên jinên pêşeng ên di dîrokê de heye” axaftina xwe wiha bidawî kir: “Hebûna kesayetên wek Zenûbiya, Julia Domna û Nazik El-Ebid di bernameyên xwendinê de, ji bo bilindkirina hişmendiya nifşan li ser girîngiya mafên jinan û rola wê di civakê de. Divê jin di guhertinên mufratedan de cih bigrin. Balê bikşînin ser rolên jinan di pêşxistina qadên civakî û rola wan di adetan de sînordar nemînin."