‘Gotinên nefretê dibin sedema şerê navxweyî û nepejirandinê’
Bi sernava “Bandora gotinên nefretê li ser civakê” Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê komxebatek diyalogî li dar xist.

Hesekê – Bi sernava “Bandora gotinên nefretê li ser civakê” Yekîtiya Jinên Êzdiî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê komxebatek diyalogî li Hola Xabûr a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê li dar xist.
Di komxebatê de Rêxistinên jin, partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Komxebat di çarçoveya du mijarên li ser “bandora gotinên nefretê li ser civakê”, “Rola jinan û berxwedana wan a di Rêvberiya Xweser de li dijî gotinên bi nefret” hat lidarxistin.
‘Parastina reng û dengê pêkhateyan berpirsyariya jinan e’
Piştî deqeyek rêzgirtinê, mijara yekemîn a bi nave “bandora gotinên nefret li ser civakê” ji aliyê cîgira berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat destpêkirin.
Zozan Şemo got: “Gotinên nefretê yek ji pirsgirêkên herî xeternak ên li dijî civakên pir reng, ol û mezheban e. Di Sûriyeyê de gelek pêkhate ji ol, bawerî û mezheban hene, Sûriye bi mozayîka gelan tê zanîn lewma siyaseta ku li ser pêkhateyên herêmê tê meşandin siyaseteke xeter e. Gotinên nefret li dijî wan tê meşandin, ne tenê li dijî pêkhateyek li dijî hemûyen jî tê meşandin. Rejîma Sûriyeyê siyasetek nijadperest û yekperest dimeşand ku tenê zimanek, çand û olek dihat qebûlkirin. Ev yek bû sedem ku pêkhateyên Sûriyeyê li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezin bidin meşandin û doza mafên xwe yên rewa bikin.
‘Siyaseta reşkirinê tê meşandin’
Di 2011’an de gel di bin pergala Neteweya Demokratîk de xwe birêxistin kir, ji ber ku vê pergalê hebûn û rengê hemû pêkhateyan qebûl dikir û ji bo misogerkirina vê projeyê mafên pêkhateyan esas hat girtin. Îro li dijî vê sîstemê siyaseta gotinên nefret û reşkerinê tê meşandin. Ji bo wê erka jinan ew e ku li dijî vê siyaseta reşkirin û gotinên nefretê têbikoşin û bikaribin reng û dengê pêkhateyan di civakê de biparêzin . Em hemû rêbazên nefretê şermezar dikin ji ber ku bandoreke neyînî li ser civakê dikin û civakê ber bi xeteriyek mezin ve dibin ku êdî rê li ber şerê navxweyî vedike.”
‘Pergala neteweya demokratîk xwe li ser hevgirtin qebûlkirin û hezkirinê ava kiriye’
Mijara duyemîn a ku li ser “Rola jinan û berxwedana wan di Rêveberiya Xweser de li djijî gotinên bi nefret” ji aliyê endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Suad Hiso ve hat birêvebirin.
Suad Hiso got: “Di civaka xwezayî de jin xwedawend, bijîşk, pêşeng, rêveber û sembola aştî û rêzdariyê bû. Piştî avakirina sîstemên desthilatdar mafên jinan hat xwarin û gotinên nefretê rê li ber gelek komkujî û qetilkirinê vekirin. Desthiltdariya Osmanî bi riya vê yekê û olan komkujiya li ser serê gelê Êzidî, Ermen û Suryan pêk anîn û heya roja îro jî ev siyaset ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletan tê meşandin. Em dibînin ku siyaseta gotinên nefretê şerek domdar e pêwist e jin li beramberî vî şerî têkoşînek mezin bidin meşandin.”
Piştre encamname hat xwendin. Encamname wiha ye:
-Pêşxistina zanista jinan bi riya torên dîjîtal bi armanca pêkanîna aştî û demokrasiyê
-Girîngiya zanîna xetera gotinên nefretê li ser pêkhateyên herêmê.
-Di materyalên fêrkirinê de girîngiya pêşxistina pir rengî û qebûlkirinê.
-Lidarxistina komxebatan bi pêkhateyên herêmê re ji bo avakirina bawerî û pejirandina hev.
-Pêşxistina qebûlkirin û hevgirtinê bi riya saziyên olî.
Komxebat bi dirûşma “Bijî berxwedan”, “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.