‘Girtiyên li Girtîgeha Qercexê bi ‘îşkenceya spî’ re rû bi rû ne’
Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî bi raporekî ragihand ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Qerçex a li bajarê Varaminê di nav şert û mercên tenduristiyê yên pir xirab de ne û vê wekê ‘îşkenceya spî’ binav kir.

Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên hatine weşandin, rewşa tenduristiyê ya beşa jinan a Girtîgeha Qerçexê ya li Varaminê pir xirab e. Belavbûna kêzikên nivînan di nav girtiyên jin de bûye sedema pirsgirêkên çerm ên cidî. Gelek jin ji nexweşiyên vegirtî, kêmbûna xwînê, kêmbûna xurekê û nebûna tesîsên bijîşkî dikişînin.
Li gorî raporek ku ji aliyê Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî ve hatiye weşandin, nebûna ava germ, paqijiya nebaş, xwarina bi kalîte nebaş û kêmasiya giran a tesîsên paqijiyê û xwarinê, baskê jinan ê Girtîgeha Qerçexê veguherandiye cihekî êş û îşkenceyê. Xemsariya rayedarên girtîgehê gefê li tenduristiya laşî û derûnî ya girtiyan dixwe.
Li dijî girtiyan ‘îşkenceya spî’
Komîteyê ev rewş wekî mînakek eşkere ya "îşkenceya spî" û muameleya nemirovane ya li dijî jinên girtî, bi taybetî girtiyên siyasî û îdeolojîk bi nav kir. Wê nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman, û tekez kir ku saziyên girtîgeh, dadwerî û ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê berpirsiyarê vê rewşê ne, û bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê bersivê bidin vê binpêkirina eşkere ya mafên mirovan.
Girtîgeha Qerçexê di salên dawî de wekî yek ji zindanên herî tirsnak ên Îranê tê binavkirin, ne tenê ji ber xirabiya tenduristiyê û lênêrîna civakî, lê di heman demê de ji ber şert û mercên nemirovane û krîtîk ên ji ber qerebalixî û îmkanên nebaş jî.
Tîrmeha borî, êrîşên hewayî yên Îsraîlê Girtîgeha Evînê kiribûn armanc û hin beşên girtîgehê hilweşiyabû. Piştî vê yekê, girtiyên siyasî yên jin bo Girtîgeha Qerçaxê û girtiyên din ên jin jî bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn veguhastin.