Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê bi zextê re rû bi rû ne

Di rapora Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ya têkildarî rewşa girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Evînê de, aşkera bû ku li vir jin di bin zilmek bêhempa de ne û rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê, derbarê rewşa girtiyên jin ên siyasî yên di Girtîgeha Evînê de, di 18’ê Kanûnê de raporek weşand. Komîsyonê di rapora xwe de ragihand ku jin di rewşek gelek xirab de ne û ji mafên xwe yên herî sereke jî bêpar tên hiştin. Komîsyonê diyar kir ku berpirsên girtîgehan agahiyên derbarê rewşa girtiyan de, bi malbatên wan re parve nakin.

Daxwaza girtiyan a tedawiyê tê redkirin

Di raporê de hatiye diyarkirin ku niha, nêzîkî 60 girtiyên siyasî yên jin di jêrzemîna şil û nexweş a Girtîgeha Evînê de dimînin û ji mafên xwe yên herî sereke bêpar tên hiştin. Komîsyonê di raporê de da zanîn ku tedawîkirina ji aliyê bijîşkên pispor ve û peydakirina dermanên pêwîst, her wiha veguhestina wan a ji bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê, gelek sinordar e. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku gelek caran daxwaza tedawiyê ya ji aliyê girtiyan ve tê kirin, tê redkirin.

Komîsyonê di berdewama raporê de ragihand ku qawîşên girtiyên siyasî nayên paqijkirin û ji ber zêdebûna cirdonan a di nava girtîgehê de, metirsiya bi nexweşiyan û belavbûna wan heye. Di raporê de hat diyarkirin ku tevî vê rewşa heyî jî, ti tedbîrek ji bo paqijgirtina qawîşan negirtine.

‘Rewşa girtiyên ku nexweşînên wan ên kronîk hene, xirabtir dike’

Di beşek din a raporê de komîsyonê balkişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Evînê û ev agahî dan: “Deriyên qawîşan demek dirêj girtî dimînin, girtî bi saetan di cihên girtî de dimînin. Ev rewş bandorek xirab li ser tenduristiya girtiyên mezin û nexweş, dike. Rewşa girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, xirabtir dike. Heta niha berpirsên girtîgehê derbarê rewşa girtiyan de tu agahiyek bi malbatên wan re parve nekiriye.”