Girtiya siyasî Somaye Raşîdî li Girtîgeha Qerçekê ket komayê

Girtiya siyasî Somaye Raşîdî ku bi hinceta nivîsandina dirûşmeyê ji taxa Joadiye hate girtin ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, ket komayê.

Navenda Nûçeyan – Aktîvîstek sivîl Somaye Raşidî ya li Tehranê dijî, di meha Gulana îsal de ji ber nivîsandina dirûşmeyan a li ser dîwarên bajêr hatibû girtin. Somaye Raşidî ku piştî ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçekê hate sewqkirin, ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, di 19’ê Îlonê de ket komayê.

Li gorî raporên hatine weşandin, Somaye Raşidî di çend mehên dawî de çend caran nobet derbas kir, lêbelê her car sewqkirina wê ya nexweşxaneyê dereng çêbû. Piştî ku rewşa wê krîtîk bû, ji bo Nexweşxaneya Qerçekê hate veguhastin. Bîjîşkan, diyar kirin ku asta hişmendiya wê pir kêm bû û hêviya başbûnê wê nîne.

Siyaseta îşkenceya bi pergalî

Li raporên hatine weşandin, rêvebira Girtîgeha Qerçekê Soghre Xodadadî, mîna berpirsiyarê rasterast ê van bûyeran hate nîşandan û vê helwestê "siyasetek îşkenceya bi pergalî” bi nav kir. Hate destnîşan kir ku ev polîtîka gef li jiyana girtiyên siyasî û girtiyên edlî dixwe.

Li gorî agahiyên ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatine belavkirin, rayedarên girtîgehê pirsgirêkên fîzîkî yên Somaye Raşidî wekî "mizmizokî” bi nav kirin û tenê dermanên kemijîner dan. Ev helwest, bû sedema xirabûna rewşa Raşidî û di dawiyê de jî bû sedema komayê. Ev trajedî, piştî mirina sûcdara darayî Cemîla Ezîzî ku di 18’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê piştî redkirina lênêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest da, pêk hat.