Girtiya di greva birçîbûnê de ye: Ne ji bo min, ji bo Îranê bitirsin
Girtiya siyasî Bahareh Hedayat a li Girtîgeha Evînê ya ku lê tê ragirtin dest bi greva birçîbûnê kir, bi nameyekê bersiv da bangawaziyên “Bila dawî li greva birçîbûnê bîne” û got: “Ne ji bo min, ji bo Îranê bitirsin.”
Navenda Nûçeyan-Girtiya siyasî Bahareh Hedayat ku ji 3’ê Cotmeha 2022’an ve di Girtîgeha Evînê ya Îranê de girtî ye û berê jî gelek caran hatibû girtin, piştgirî da serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de dest pê kir. Wê di nameyekê de ragihand ku ew di 31’ê Tebaxê de ji bo şermezarkirina cezayê li Nîlûfer Hemedî û Elaha Mihemedî û ji bo şermezarkirina mirina bi guman a Cewad Ruhî ku li girtîgeha ku lê hatibû ragirtin dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bahareh Hedayat bi nameyekê bersiv da bangewaziyên çalakvanên xwendekar ên ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê ya malbatên Cewad Ruhî û Nîlûfer Hemedî.
‘Ez bang li kesên ku dibêjin dawî li greva birçîbûnê bîne dikim’
Di nameyê de Bahareh Hedayat wiha got: “Yekemîn salvegera serhildana Jîna Mahsa Emînî nêzîk dibe. Li hemberî zextên malbatên xemgîn û bi taybetî jî raya giştî, ez dizanim ku ev grev li gorî derewên ku me dorpêç kirine bi rastî bêwate ye. Dixwazin li şûna heqîqetê hêz û zincîrên desthilatdariya totalîter bicih bikin. Ez bang li kesên ku dixwazin greva birçîbûnê ya min bişkînin dikim; Dema ku wijdana giştî ya civakê piçekî jî îradeya hilweşandina hikûmetê zêde bibe, girîngiya jiyan, azadî û girtina min nîne. Ne ji bo min, ji bo Îranê bitirsin.
Her roja ku li ser jiyana Komara Îslamî ya Îranê tê zêdekirin, ev bi kurtkirina jiyana vî welatî û neteweyê re hevwate ye. Ez dizanim ku wijdan heta ku di qada siyasetê de venegere çalakî, proje, bernameya siyasî her tiştî rêkûpêk nake. Lê belê, di pêvajoya têkoşînê ya li heman qadê de, dibe ku carnan pêwîst be ku mirov serî li fezîleteke exlaqî ya bilind bide.
Bila Îran bimîne û ronahiya azadiyê li asoya xwe ronî bike
...Heman wijdanê ku sala borî di serhildana Jîna Mahsa Emînî de wate da rastiya li kolanan, hemû têkoşînên bêhêvî yên mûxalefetê jî derbas kir. Ev veguhertina wêdetir ew qas rast û bi hêz bû ku bi mehan şûnda karîbû blokên dijber jî heta radeyek girîng bigihîne hev. Lê dîsa jî muxalefetê ew hêza ku ji civakê wergirtiye berdêl nedaye.
Wijdana siyasî çavkaniya sereke ya hêz û motîvasyona gelên asayî ya ji bo şerkirinê bûye û jiyana naskirina derdora xwe daye wan û dikare hêzên siyasî yên li cîhanê jî bişkîne. Di vî warî de pêdiviya bêtir naskirinê dê hişê kêmasiyan bikişîne û bêtir giraniyê bide ser bingehên exlaqî yên çalakiya siyasî. Ev ne telîmatên exlaqî ne, ne çareseriya dawîn ji bo kêşeyên tevlihev ên nerazîbûnên wêranker, lê bê guman di nav hewcedariyên me yên siyasî de ne ji bo wêrankirinê û rizgarkirina vê xakê ji avzêya desthilatdariya totalîter a olî. Bila Îran bimîne û ronahiya azadiyê li asoya xwe ronî bike.”