Halîse Aksoy a girtî di meş û bêhngirtinê de zehmetiyê dikşîne!

Rewşa tenduristiya Halîse Aksoy a ku bi hinceta îfadeya şahidên vekirî bêyî delîlên şênber hat girtin, roj bi roj xerabtir dibe. Parêzer Zeynep Karayilan got: “Hemû daxwazên me yên berdanê hatin redkirin. Tu bingehên qanûnî yên biryarên wan nîn in.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egîd Îpek ê HPG’î, bi kargoyê di qutiyê de radestî wê kirin, piştî meha Nîsanê hat binçavkirin û girtin, piştre şandin girtîgehê. Danişîna pêşîn a Halîse Aksoy ku îdianameya wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû amadekirin dê di 6'ê Cotmehê de bê dîtin. Rewşa tenduristiyê ya Halîse Aksoy a di encama îfadeyên şahidê vekirî Umît Akbiyik de hat girtin, roj bi roj xirabtir dibe.

Beriya danişîna ku dê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin, em bi endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Zeynep Karayilan re axivîn ku yek ji parêzerên doza Halîse Aksoy e. Zeynep Karayilan, diyar kir ku êşa mîde bi Halîse Aksoy roj bi roj zêde dibe û dermanên tên dayîn jî êşa wê sivik nakin û diyar kir ku wê Halîse Aksoy di rojên pêş de ji bo rewşa wê ya tenduristiyê derxin pêşberî heyetê.

‘Tu bingeha qanûnî yên biryarên wan nîn e’

Zeynep Karayilan diyar kir ku Halîse Aksoy û keça wê Mizgîn Karataş di dosyayê de tenê ji ber sedemên siyasî hatine girtin û bersivên li ser daxwaznameyên girtinê û paşê berdanê tu bingehek qanûnî nî ne. Zeynep Karayilan, anî ziman ku Halîse Aksoy bi polîtîkayên hiqûqê yên dijminane re rû bi rû maye û got: “Di hiqûqa sûc de ya sereke ew e ku negirtî bê darizandin, girtin xala dawî ye. Lê piştî ku Halîse Aksoy di 25’ê Nîsanê de hat binçavkirin, di 28’ê Nîsanê de jî tenê bi îfadeya şahidên vekirî hat girtin. Di nirxandinên mehane yên binçavkirinê de biryara berdewamkirina girtîgehê tê girtin. Piştî îdianame di 7’ê Tîrmehê de hat amadekirin, dîroka rûniştina dozê hat diyarkirin.

Halîse Aksoy, hem di dema lêpirsînê de hem jî di pêvajoya dozgeriyê de, tevî axaftina me ya yek bi yek a bi serokê dadgehê re û daxwaznameyên me yên ji bo berdanê jî nehat berdan. Ev polîtîkaya hiqûqa dijmin e ku li ser Mizgîn Karataş a keça Halîse Aksoy ku hem bi Halîse Aksoy re hem jî bi zaroka xwe ya 3 salî re hat girtin, tê meşandin.”

‘Ji ber êşa xwe di meş û bêhngirtinê de zehmetiyê dikşîne’

Zeynep Karayilan, diyar kir ku bi girtiya nexweş Halîse Aksoy re nexweşiya şekir û kolestrolê ya kronîk heye û diyar kir ku Halîse Aksoy a bi moral, di van demên dawî de êşên giran dikşîne û ji ber van êşan di bêhngirtinê de zehmetiyan diişîne. Zeynep Karayilan der barê tenduristiya Halîse Aksoy de ev agahî dan: “Di rojên derbasbûyî de ji ber zextên gel, rêveberiya girtîgehê ji bo raporeke berfireh kontrola doktor kir. Rêveberiyê got ku ew ê derkevin pêşberî heyetê lê ji bo vê yekê rojek nehatiye dayîn. Du roj berê ez pê re axivîm. Wê got ku ev nêzî du hefteyan e mîdeya wê nebaş e û êşê dikişîne, li ser vê yekê çûye revîrê. Diyar kir ku dermanên danê tu bandorê li ser êşa wê nekirine û êş gihîştiye pişta wê jî. Careke din ji ber êşên wê gelek caran bêhna wê teng dibe. Dema ku dihat hevdîtinê pişta xwe digirt û dema diaxivî gelek caran bêhna wê teng dibû. Ji ber nexweşiyên wê xwarina parêzê didinê lê xwarin bi tu awayî têra wê nake. Wê got ku tevî van hemûyan jî ew bi moral e û dema xwe bi xwendina pirtûkan û hînbûna zimanê Kurdî derbas dike.”

‘Ji bo girtiyên nexweş divê gavên bi bandor bên avêtin’

Zeynep Karayilan bi gotina; “Li girtîgehan her roj di encama binpêkirina pêkanînên hiqûqa gerdûnî de mirov jiyana xwe ji dest didin” bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên nexweş û destnîşan kir ku heta gaveke bi bandor neyê avêtin dê mirina li girtîgehan bidome. Zeynep Karayilan, diyar kir ku berpirsyarê mirina mirovan daraza ku bi hincetên siyasî biryaran dide ye, rêveberiya girtîgehê ya ku nahêle girtî bigihîjin xizmeta tenduristiyê û ATK’a ku biryarên derqanûnî distîne ye û wiha got: “Mînaka herî dawî Şakir Turan ê ku tevî nexweşê pençeşêrê ye li Erzînganê di girtîgehê de mabû ye. Tevî ku di qonaxa dawî ya nexweşiyê de bû jî bi biryara ATK’ê hat astengkirin û mafê jiyanê ji destên wî hat girtin. Girtina nexweş bi serê xwe îşkence ye, lêgerîna devkî yan tazî ya li ser riya nexweşxaneyê muameleya xerab û her wiha mafê girtiyên nexweş gihandina lênihêrîna tenduristiyê asteng dike. Girtiyên nexweş yan li girtîgehê yan jî piştî ku tên berdan di demeke kin de jiyana xwe ji dest didin. Pêwîst e Wezareta Dadê ji bo hemû girtiyên nexweş ên li girtîgehan biryara berdanê bide. Divê girtiyên nexweş hem xwedî mafên tenduristiyê, hem jî yên jiyanê bin.”