‘Girtina radyoya 'Begum' bêdengkirina dengê jinên Efganistanê ye’
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî ji aliyê Talîbanê ve girtina radyoya 'Begum' şermezar kir û diyar kir ku ev girtin tê wateya binpêkirina dengên jinên Afxanistanê.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-20250213-photo-2025-02-13-10-16-14-jpg031d65-image-jpg0bd7c9-image-jpg45b77a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Di nava siyasetên îmhakirinê ya tevgera Talîbanî ji bo tunekirina dengê azadiyê, radyoya 'Begum' a jinên Efganistanê girt û du xebatkarên wê jî binçav kir. Ji bo şermezarkirina vê kiryarê û girtina radyoyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya 'X' weşand. UNESCO diyar kir ku bi vê girtinê tevgera Talîbanî dixwaze dengê jinên Efganistinê ji bo gihandina azadiyê biçewisîne.
Bertekên li dijî girtina radyoya Begum
Her wiha Mîsyona Alîkariya Netewên Yekbûyî ya li Efganistanê UNAMA jî daxuayniyek da û got ku divê bi lez rojnemevanên ku hatine binçavkirin serbest bên berdan û pêdîvî bi rêzgirtina îfadekirina azad li welêt heye.
Piştî belavbûna agahiyên girtina radyoyê Rêxistina Rojnemevanan a Bê Sînor bang li Talîbanê kir ku demldest rojnemevan û xebatkarên raghandinê bên berdan û destûr bide ku radyo karê xwe bidomîne.
Rêxistina parastina rojnemevanên Efganî jî daxuyanî da û destnîşan kir ku girtin û qedexekirina xebatên radyoya 'Begum' beşek ji zextên ku li ser qada ragihandinê ji bo çewisandina dengê azadiyê tê kirin e. Her wiha got ku divê rêzgiritn ji prensîbên ji bo azadiya derbirînê bê girtin.
Hêjayî bîrxisitnê ye ku radyoya 'Begum' di 8'ê Adara Roja Cîhanî ya Jinan sala 2021'an de hate demezrandin. Hemû xebatkarên wê jin in. Seranserî van salan ji bo ragihandina dengê jinên Efganistanê kar dimeşand û li 12 herêmên welêt weşan dikir. Wezareta Ragihandin û Rewşenbîrî ya Talîbanê 4'ê Sibatê karê radyoya 'Begum' a jinên Efganistanê da sekinandin. Bi hinceta ku radyo pêşkêşkirina bê destûr dike û naverok û bernameya kanaleke televizyonek biyanî diweşîne.