Girseya ku gihîşt Bendava Tişrînê banga rawestandina êrîşan kir

Welatiyên ku gihiştin bendava Tişrînê bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û êrîşan rawestîne.

Navenda Nûçeyan- Îro bi hezaran welatiyên ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan.

Li Bendava Tişrînê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî pêkhateyên li herêmê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo parastina bendavê wan çalakiya nobedariyê daye destpêkirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku dozên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên ku ji mehekê ve li dijî herêmê didomin, bi taybet êrişên li dijî Bendava Tişrînê, jiyana bi hezaran welatiyan dixe xeteriyeke mezin.

Her wiha hat gotin ew van sûcan qebûl nakin û ji bo parastina Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didin destpêkirin.

Di dawiyê de girseya gel diruşmên "Bijî berxwedana QSDˋê", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û"Na ji dagirkeriya Tirk re" hatin berzkirin.