‘Ger em bi xwe parastina xwe nekin emê ji fermanan rizgar nebin’
Ser fermana 73’an a 14’ê Tebaxa 2007’an de 16 sal serbas bûn. Ji bo bîranîna şehîdên gundê Siba Şêx Xidir û Tilizêr şahidên fermanê kêliyên fermanê bi bîr xistin û dan diyarkirin ku ger Êzidî parastina xwe bi xwe nekin wê ji fermanan rizgar nebin.
EVÎN ZENDA
Şengal – Gundê Til Izêr û Siba Şêx Xidir ji wan gundan e ku di fermana Sedam Hisen a daxistina Êzidiyan ji çiyayê Şengalê hatine avakirin. Piraniya gundên wê demê hatin avakirin bi zanistî li çolên fireh û bê parastin hatin avakirin ji bo ku her dem civaka Êzidî rastî fermanên weke 3’ê û 14’ê Tebaxê were.
Di sala 2007’an de li navenda gundê Tilizêr û Siba Şêx Xidir bi 4 loriyan (qelabe) teqemeniyên mezin hatibun amadekirin û teqandin. Di encama vê êrîşê de jin û zarok jî di nav de nêzî 340 kes şehîd ketin û her wiha nêzî 700 kes jî birîndar bun. Ew êrîş ji aliyê rêxistina terorîst a El- Qaîdeyê û komên girêdayî tûgayên Sultan Murat ve hatibûn kirin. Di wê demê de ewlekariya wan gundan di destên pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê de bû. Ji du loriyên ku ber bi Siba Şêx Xidir ve diçûn yek ji wan ji aliyê Şêniyên gund ve hat astengkirin û teqandin. Li cihê ku teqîn lê rû dabû heya niha jî bandorên mane. Çend ji birîndarên wê demê yên ku Hikumeta Iraqê û leşkerên Amerîkayê ji bo dermankirinê ji herêmê dûr kiribûn heya niha tu agahî ji wan nayê girtin.
Li ser fermanê dayê Gozê Reşo û Nadîra Reşo yên li Tilizêr û Gulê Mêşo ya ji Siba Şêx Xidir ji ajansa me re axivîn û bi vegotinên xwe roja 14’ê Tebaxê, armancên fermanê û riyên rizgarkirina ji fermanê vegotin.
‘Ji hinek malan 20 kes şehîd bûn’
Nadira Reşo bi van gotinan wiha qala wê roja reş kir: “Demjimêr 7 bû em tev bi karên xwe re mijûl bûn hevjînê min ji bo hinek tiştan bikire çûbû sûkê. Di carekê de deng bilind bu em tev şoq bûn, kurê min got biçin malê û derî û pencereyan vekirin. Em li malê bêdeng bûn û me xwest em fêm bikin ka çi dibe. Dûre min ji kurê xwe re got ka em biçin derve xopana reş li me rabû kesek ji me nema, cihê teqînê malên nasên me lê bûn loma me berê xwe da wir ji aliyekî ve ez direviyam ji aliyê din ve min digot kes di Til Izêr de nema. Ez çûm kolanê min dît yek di nava xwînê de mabû, ji bandora lêdanê pekiyabû ser kolana me min newêrîbû biçim cem ewqas di nava xwînê de mabû kû min nas nekir. Her kes li zarokên xwe mirovên xwe digeriya. Ji hinek malan 20 şehîd hebûn. 7 rojan me ji bo zarokên xwe xwarinek çênekir, ji gundên dorê gel ji bo zarokên me xwarin dianî wan li zarokên me dinêrîn em tev bi şehîd û malbatên wan re eleqedar dibûn.”
Nadîra Reşo di berdewamiya gotinên xwe de got: “Heya em sax bin em vê êşê ji bîr nakin. Min soz dabû heya ez hebim ez ê ji Tilizêr venegerim lê ev du meh in ez ji Sînûnê hatim gundê xwe ji ber ku gelê me vegeriya me jî got çi bibe em ê biçin gundê xwe li gel nas û mirovên xwe. Ji bo ferman xelas bibe divê em Êzidî bibin tifaqek û divê em parastina xwe bikin.”
‘Dengê wan hê di guhên me de ye’
Hevseroka Meclisa Sîba Şêx Xidir dayê Gozê Reşo bi van gotinan qala wan rojan kir: “Hewar û dengê wan hê di guhên me de ye, em tenê bûn kesek bi hewara me ve nehat, em derketin derve ji ber perçeyên laşan em nikaribûn biçin û bên, parçeyên wê seyareya ku xwe teqandibû li malên me ketin deriyên hewşa me tev jê derketin li xurfeyan ketin. Gelek di bin malan de man, gelek jî bi parçeyan şehîd ketin. Ji ber ku gelek dem derbas bûye em baş nizanin ka kî şehîd ketiye kî neketiye.”
Hevseroka Meclisa Sîba Şêx Xidir dayê Gulê Mêşo jî li du axîneke kûr û dilşewat bi van hevokan qala êşa Sîbayê ya wê rojê kir: “Wê demê parastina me careke din di destên pêşmerge û leşkerên Iraqê de bû. Lê 4 lorî xwe di nava me de teqandin li Tilizêrê 2 li Sibayê jî yek teqiya ya din jî gel pê hesiya û bi çekên ferdî rê lê girtin. Em çiqas qala wan rojan bikin em ê nikaribin îfade bikin ji ber ku fermaneke gelek giran bu.”
‘Em nahêlin careke din ferman li serê me werin rakirin’
Gulê Mêşo di dawiya gotinên xwe de qala şiyarbûna civaka Êzidî dike û wiha dibêje: “Lê di vê fermanê de bi saya gerîlayan em fêrî xweparastinê bûn. Niha civaka Êzidî bi ronahiya fikrên Rêber Apo em gihîştine wê qenaetê ku ger em xwe neparêzin em xwe bi rêxsitin nekin, tifaq û xweseriya xwe ava nekin em ê nikaribin xwe ji fermanan rizgar bikin. Em êdî xwe bi rê ve dibin em nahêlin careke din ferman li ser me rabin.”