Gelê Xezayê daxwaza dawîbûna şer û qirkirinê kirin
Li Xezayê rewşenbîr, rojnamevan û nivîskar li dijî erêkirina rayedarên Îsraîlê ya plana ji nû ve dagirkirina bajêr û koçberkirina bi zorê ya gel û bi daxwaza bidawîanîna şer û qirkirina berdewam, xwepêşandanek li dar xistin.

NAGHAM KARAJAH
Xeza – Plana Îsraîlê ya ji nû ve dagirkirina Xezayê, li seranserê cîhanê rastî bertekan hat. Gelek kesan vê planê, mîna gavekî ku qeyrana mirovî kurtir dike, hiqûqa navneteweyî binpêdike û çarseriya du welatan têk dibe, nirxandin.
Ji dema destpêkirina şer a ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve, hilweşandin û koçberiya bi darê zorê ya gelek mezin hate jiyîn. Îro bi sedan rojnamevan, nûnerên civaka sivîl û lîderên qenaetê li ber Navenda Piştgiriya Medyayê ya li Xezayê di bin sernavê "Tevgera Neteweyî ya Filistînê Bi Daxwaza Dawîanîna Şer” de xwepêşandanek hevgirtinê li dar xistin.
Xwepêşandan, ji Xezaya di bin dorpeçê de ji bo tevahî cîhanê peyamek bi hêz bû. Beşdarvanan bi daxwaza bidawîanîna şer û binpêkirinên li dijî sivîlan kirin. Beşdarvanan, ji bo rawestandina xwînrijandina li Xezayê, daxwaza yekkirina hewldanên herêmî û navneteweyî kirin.
‘Divê êdî dengê me bigihîje cîhanê’
Ji Sendîkaya Rojnamevanan Seher Nassar a ji ajansa me re axivî wiha got: "Ev xwepêşandan erkê me ya wijdanî ye. Me qîrîna jinan a ji bo alîkariyê û zarokên di bin kavilan de dît. Divê êdî dengê me bigihîje cîhanê. Êdî bese şer rawestînin û dev ji me birçî gihiştin û kuştinê berdin.”
‘Em tenê mafê xwe ya jiyankirinê dixwazin’
Seher Nassar, destnîşan kir gel rûxmê hemû tiştan jî dev ji axa xwe bernede û da zanîn ku ew li şûna koçberbûnê, mirinê dihilbijêrin. Seher Nassar, banga li hemû jinên cîhanê kir û got: “Jinên Xezayê di bin wêrankirinê de ne û bê derman û bê stargeh dijîn. Ev ezmûnekî mirovahiyê ye. Em tenê mafê xwe ya jiyankirinê dixwazin."
Leyla Ebû Emşa ya 70 salî jî wiha axivî: "Ez li vê axê ji dayik bûm. Dixwazin min ji vir koçber bikin. Em 22 mehin di bin bombeyan de dijîn. Em planekî nû ya koçberkirinê qebûl nakin. Ev axan mîrateya bav û kalên me ne.” Leyla Ebû Emşa, bi van gotinan bang li raya giştî ya cîhanê kir, “Hûn êdî li benda çi ne? û da zanîn divê zarokên di bin kavilan de û bêhna mirinê hişyarik têrkêr be.
‘Jin pêşengên vê têkoşînê ne’
Parêzvana mafên jinan Merwat el-Baytar jî di xwepêşandanê de axivî. Merwat el-Baytar, wiha got: “Min di şert de gelek ferdên malbata xwe windakir. Mala min hilweşiya. Ez ji cih û warên xwe bûm, lê dîsa jî nehilweşiyam. Xeza têk neçû. Jin pêşengên vê têkoşînê ne. Berxwedana me mîna çiyayekî ye.”
Merwat el-Baytar, da zanîn kes nikare wan ji welatên wan veqetîne û bang li hemû cîhanê kir: “Vê şerê hovanê rawestînin. Dawî li xwînrijandinê bînin.”
‘Em ê teslîm nebin’
Seroka Komîsyona Jinan Sofya el-Şerafî jî wiha got: "Girseya ku îro beşdarî vê xwepêşandanê bû, li dijî koçberkirina bi darê zorê peyamek bihêz e. Em ê ji Xezayê dernekevin. Em ê teslîm nebin. Me 22 mehan li ber xwe da û em nîha bihêztir in.”
‘Hêza jinan nayê têkbirin’
Sofya el-Şerafî, da zanîn rawestandina şer ne tenê gelê Xezayê, berpirsyartiya tevahî cîhanê ye û axaftina xwe wiha domand: “Ger Îsraîl ji nû ve Xezayê dagir bike, wê barê herî giran li ser pişta jinan be. Em wek jin hewil didin malbatan li ser piyan bigrin. Em hewil didin ji nebûnê, hebûn avabikin. Lê kes nikare me hilweşîne. Hêza jinan nayê têkbirin.”
Sofya el-Şerafî, diyar kir ev tevger helwestek hevpar a netewî ye û got: “Em li dijî şer û qirkirinê dengek in. Xeze ne tenê cihek e; Xeza dozek, rûmetek û mafek e."
‘Ev bexwedan nayê şikandin’
Sofya el-Şerafî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Xwepêşandana îro, qîrînekî ji dilê êşê ye. Dema Xeza dişewîte, ji bo cîhanê peyamek e. Dawî li qetlîaman bibin û dorpeçê rakin. Ev bexwedan nayê şikandin. Hêviya me dawî nabe. Şer dirêj bike jî, em ê li vir bimînin.”