Gardiyanan êrîş birin ser qawîşa girtiyên siyasî yên jin

Îro danê siharê, hejmarek zêde gardiyanên mêr û jin ji nişka ve êrîşê Girtîgeha Girtiyên Siyasî ya Jinên Qerçekê kirin û hewl dan girtiyan ji odeyên wan derxînin û bibin hewşan, lê rastî berxwedana girtiyên siyasî yên jin hatin.

Navenda Nûçeyan – Kiyan Mohtadî, hevserê girtiya siyasî ya berê Anisha Asadollahî, ku li Girtîgeha Qerçekê tê ragirtin, li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek parve kir. Kiyan Mohtadî ragihand ku gelek gardiyanên mêr û jin ji nişka ve êrîşî Girtîgeha Siyasî ya Jinan a Qerçekê kirine. Gardiyanan hewl dane girtiyan ji odeyên wan derxînin û bi darê zorê bibin hewşa girtîgehê da ku hewaya paqij werbigirin.

Kiyan Mohtadî, diyar kir ku hewldanên serdegirtina gardiyanan ya qawîşên girtiyên siyasî yên jin û derxistina wan ji odeyên wan ya ji bo hewaya paqij, bi berxwedana girtiyan têkçû. Lêbelê, hê gefên gefên cuda yên mîna qedexeyên telefon û têkiliyê didome.

Kiyan Mohtadî, peyama xwe wiha domand: "Piştî bidawîbûna şer, girtiyan bernedan û girtyên jin bi girtiyên mêr re sewqî Girtîgeha Evînê nekirin. Hêj tola xwe ji girtiyên siyasî yên jin digrin. Gelo em dikarin vê bêedaletiyê çawa bînin ziman?”

Piştî ku di 2’ê Tîrmehê de di encama êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Girtîgeha Evînê de hin beşên girtîgehê xirabûn, girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê sewqî Girtîgeha Qerçekê hatin kirin û girtiyên din jî sewqî girtîgehek din hatin kirin.