Fransa bû welatê yekem ku kurtajê bi mafêkî destûrî garantî kir
Fransa bû welatê yekem ku kurtajê wek mafekî destûrî garantî kir. Seroka Femmes Monde Claudine Monteil got: "Me qet xeyal nedikir ku wê rojekê mafê kurtajê di makeqanûnê de bê nivîsandin."
Navenda Nûçeyan - Pêşnûmeya qanûnê ya ji yek maddeyê ya têkildarî ketina mafê kurtajê ku ji sala 1975’an û vir ve li Fransayê qanûnî ye, di Destûra Bingehîn a Fransayê de, di kongreya ku hemû endamên meclîsê li hev civiyan de hat qebûlkirin. Pêşnûmeya li ser mafê kurtajê ji aliyê Kongreyê ve bi 780 dengan li hemberî 72 dengan hat qebûlkirin. Li Fransayê jin heta hefteya 14’emîn a ducaniyê bi qanûnî dikarin kurtajê bikin. Bi erêkirina pêşnûmeyê re Fransa bû "welatê yekem ku bi destûra bingehîn mafê kurtajê garantî kiriye."
Dema ku siyasetmedarên çep û navend pêşwaziya guhertina destûrî kirin, senatorên rastgir gotin ku ew hest bi zextê dikin ku bi taybetî wê erê bikin. Senatorek got ku keçên wî jê re gotine ku ger ew li dijî wê deng bide "ew ê êdî neyên serdana wî ji bo Noelê."
Daxuyaniya Emmanuel Macron
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da pêşnûmeya ku ji aliyê Kongreyê ve hat qebûlkirin û ji bo mafê kurtajê parastina destûrî dide, "şanazî" û "peyameke gerdûnî" ya Fransayê bi nav kir. Emmanuel Macron diyar kir ku ew dixwazin di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de "garantiya destûra bingehîn a azadiya nû." pîroz bikin.
'Me qet xeyal nedikir'
Li ser biryarê Claudine Monteil, seroka komeleya Femmes Monde (Jinên Cîhanê), ji Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fransî AFP re got, dema ku di sala 1971 de yekem kampanyayên giran ên siyasî dest pê kirin, "Me qet nedikarî xeyal bikira ku rojek mafê kurtajê dê di makeqanûnê de bê nivîsandin." Leah Hoctor ji Navenda Mafên Zayînê teqez kir ku Fransa yekane welat e ku kariye destûreke wisa zelal û berfireh ne tenê li Ewropayê, lê li ser asta cîhanî jî pêşkêş bike. Leah Hoctor got ku her çiqas dewletên din di destûrên xwe de bi eşkere behsa kurtajê dikin, ew tenê di hin mercên sînordar de destûr didin kurtajê.
Ji sedî 86 ê gel piştgirî da
Piranîya xelkê Fransa piştgirîya pêngava parastina mafê kurtajê dikin. Anketek ku ji hêla IFOP, yek ji pargîdaniyên lêkolîna raya giştî ya Fransa ve, di Mijdara 2022’an de hate kirin, eşkere kir ku ji sedî 86 ê gel piştgirî da mafê kurtajê ku di destûrê de hatî nivîsandin.
Serokomar soz da ku ewê kurtajê jî di makezagonê de cih bigire
Piştî ku Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî di sala 2022’an de biryarên Wade dijî Roe û Bolton dijî Doe betal kir, ku ev nîv sedsal e di cih de bû, di sala 2022’an de, dewletan di qedexekirin an sînordarkirina kurtajê de azad hişt, Serokomar Emmanuel Macron sala borî kurtaja ku ji sala 1975 de li Fransa qanûnî ye wî soz da ku wê di destûrê de bi cih bike.
Pêşnûmeya ku ji aliyê Meclisa Neteweyî û Senatoyê ve hat qebûlkirin, ji ber ku guherîna makezagonê pêşnûme kiribû, diviyabû di Kongreyê de bihata dengdan. Pêşnûmeya ji yek maddeyî ya der barê ketina mafê kurtajê di Destûra Bingehîn a Fransayê de di 30'ê Çile de li Meclîsa Neteweyî û 28'ê Sibatê jî li Senatoyê hatibû qebûlkirin.