EŞÎK: Em jiyanek wekhev, azad û bê tundî dixwazin!
EŞÎK diyarkir ku li bajarên ku bi polîtakayên xemir, kesek û civakî tên rêveberin, jiyanek wekhev, azad û bê tundî dixwazin û gotin: “Heta dawî li nêzîkatiyên rêveberiya navxweyî ya her cûrê newekheviyê tîmar dike bi dawî nebe, em dest jê bernadin!”
Navenda Nûçeyan- Platorma jinan ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) di daxuyaniya nivîskî dayî de diyarkir ku li cihê ku civakê nêzî demokrasiyê bikin, pêvajoyek din ya hilbijartinê ku dûr dixwe tê jiyan kirin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ji derveyî îstisnayan, cardin ji rêbazên demokratîkbûnê dûr, ji sedan 50 di aliyê zayendî de ji nûnertiya wekhev re kur, civaka sivil dûr dixe, serdestiya rekabeta hilweşînê heye û ên ku pareyê wan heye dikarin bikevin siyasetê, pêvajoyek ya namzetiyê tê jiyan kirin û wiha hate gotin: “Di rojeva welat de li cihê bersiva pirsên ‘Şaredariya wekhevî, raya giştî, ekolojik û civakî çiye? Çawa gengaza?’ bidin, mijarên weke talana xwezayê, hileyên hilbijartinê, bê hiqûqî, xizanîkirin, normalkirina tundiyê, rêveberiya hişmendiyê, şantaj û rewakirina şerîatê serwer e.”
‘Me dest ji nûnertiya wekhev bernedaye’
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji her cihên welat, ji her siyasetê û ji her beşa civakê jin wê li EŞÎK’ê werin ba hev, bajarên dostê xwezayê û jinê, demokrasiya xwecihî, wekheviya zayendê û mafê hemû zindiyan ji bo jiyanek bi rêzdar berpirsyartî girtine û wiha hate gotin: “Ne li beramberî mijarên ku wek kabusekê ketiye rojeva welat bêdeng mane, ne jî di rêveberiyên xwecihî de me dest jî nûnertiya wekhev bernedaye, ne jî em di axaftina em rêveberiyek çawa dixwazin de em paş de sekinîn.”
‘Wekheviya zayenda civakê ji bo civakek demokratîk jênegere’
Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di xwecihî de pêkanîna wekheviya zayenda civakê, ji bo hemû rêveberiyên xwecihî berpirsyartiyek û ji derveyî li xwegirtibûnek zagonî, ji bo civakek mayînde û demokratîk wê jineger be. Ji bo li dijî ên ku wekheviya zayendî tune di hesibînin û siyaseta ku mafê jinan binpê dike û ev perçeyek ya bepirsyartiya jênegere û wiha hate gotin: “Wekhevî, laîqtî û destkeftiyên zagona medenî ku bi komarê re sazî bûye, were bihêzkirin û li gor madeya 90 ya destura bingehîn peymana Stenbolê ku naveroka wê wek zagon di meryetê deye, pêkanîna wê berpirsyartiya pêşî ya hemû rayedarên rêveberiyên xwecihî ne.”
‘Em dest ji têkoşîna xwe ya pêştevaniyê bernadin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li bajarên ku polîtakayên xemir, kesk û civakî tên pêkanîn, ji bo mafê meyê jiyana wekhev, azad û bê tundî, 14-28’ê Gulanê piştî hilbijartinên herêmî me 35 hefteyan ceribandinên xwe yên xwecihî ên wekheviyê parve kir. Me 5 şertên xwe yên bi lez ên weke ‘şaredariyên wekhev, xemir, kesk, raya giştî’ diyar kir. Me ji sernavên Mafê Hemwelatiyan Wekhev û Wekheviya Zayenda Civakî, Têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê, planên bajar ên zayenda civakê, Piştgiriya jinan di aliyê civakî, çandî, aborî û bajarên ji guherîna avhewayê re qayîm û bajarên ekolojik me kurt kir.
Heta ev şert neyê bicih kirin, emê têkoşîna xwe ya bi biryar ya ku balê dide ser armanc û rastiya welat û piştevaniyê berdewam bikin. Heta aboriya rantê li cihên me yên jiyanê, çeteyên bajar, yekdestiya înşaatê, rêveberiya bi siyaseta îtimazkirin û nêzîkatiyên ku her cûrê newekheviyê tîmar dike bi dawî nebe, emê dest ji têkoşîna xwe bernedin!.”