Foruma jinan bi encamnameyek bi dawî bû
Foruma mafnasî ya şêwermendiyê ya li Hesekê hat lidarxistin, piştî nîqaşên dewlemend ên jinan bi encamnameyek bidawî bû.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-almadt-jpg3cd88f-image-jpgc2bfba-image.jpg)
Hesekê – Bi armanca naskirina maf û daxwazên jinan a di destûra nû ya Sûriyê de Encumana Adaletê ya Jinê û Desteya Hiqûq û Edaletê, foruma mafnasî ya şêwermendiyê li dar xist. Ji rêxistinên jinan, yekîtiya parêzeran, Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di nav de gelek jin di forumê de amade bûn.
Di forumê de li ser rewşa siyasî, rewşa jinê di pêşketinên ku li Sûriyê pêk tên nîqaş hat meşandin.
Foruma jinan bi encamnameyek bi dawî bû. Encamnameya foruma jinan ji aliyê Komîteya Amadekar a Foruma Mafnasî û Şêwirmendiyê Mizgîn Hesen ve hat xwendin.
Di encamnameyê de bal li ser hat kişandin ku hebûna jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de mijarek girîng a têkoşîna jinan e. Her wiha pêşxistina aboriya jinan, ji hev qûtkirina ol û dewletê jî di nav de gelek biryarên girîng hatin girtin.
Foruma jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.