Mexmûrî li dijî komployê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan dan destpêkirin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn banga têkoşînê kirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-13-02-2025-mxm-nuce-calakiya-greva-bircibune-2-jpgd275d7-image.jpg)
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpêkirin.
Çalakî li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel Nûdem Yaman ve hate dayîn.
‘Em girêdayî Rêber Apo ne û hêza xwe ji fikrên wî digrin’
Nûdem Yaman, di destpêka axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Em berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê silav dikin. Hêzên hegemon yên li dijî azadiyê, di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahî gelê azadîxwaz komployek pêkanîn û Rêbertî dîl girtin. Lê Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li Îmraliyê fikir û ramanên xwe li seranserê cîhanê belav kir. Em wek gelê Mexmûrê û gelê Kurd girêdayî Rêber Apo ne û hêza xwe ji fikrên wî digrin. Rêbertî rêya berxwedan û têkoşinê nîşanî gelê Kurd kir. Lewma divê em jî wek gelê Kurd di vê riyê de heta dawî bimeşîn.”
Daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan
Nûdem Yaman, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina hemû pirsgirêkan e û wiha got: “Çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêber Apo ye, lewma divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Divê em hemû xwedî li Rêbertî Apo derbikevin.”
‘Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelê Kurd e’
Nûdem Yaman, diyar kir ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan destpêkir û wiha got: “Em wek gelê Mexmûrê, ji bo sê rojan ango heta 15’ê Sibatê çalakiya greva birçîbûne da destpêkirin û em vê yekê wek pêngavekî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi nav bikin û em dibêjin çi dibe bila bibe, armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelê Kurd e.”
Daxuyanî bi dûrişmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî bû.
‘Wê têkoşîna me bidome’
Jina binavê Fatma Kara ya beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bû, wiha axivî: “Di destpêkê de em vê komploya navnetewî şermezar dikin. Em wek gelê wargeha Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bûn. Em ê heta dawiyê çalakiyên xwe berdewam dikin, heta ku em Rêbertiya xwe bi awayek fizîkî azad nekin em ê li ser lingan bin.”
‘Muxatabê çareserî û aştiyê Rêber Apo ye’
Fatma Kara, da zanîn yekane rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dewleta Tirk li aliyekî behsa pêvajoya aştiyê dike û li aliyê din jî êrişê gelê Kurd dike. Muxatabê çareserî û aştiyê Rêber Apo ye. Lewma divê demil dest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bibe. Tenê kesek jî bimîne, ewê têkoşîna me bidome. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin li ser piyan û têkoşînê bikin.”