Foruma Jinan a Herêmî hat lidarxistin

Înîsiyatîfa "Ji Zulma li Ser Jinan re Na” forumek herêmî ku dengê jinên ji Sûdan, Sûriye û Yemenê digihîjîne hev li dar xist. Armanc ew e ku tiştên di ser de li dijî jinan tên kirin werin eşkerekirin û li ser rêbazên têkoşînê nîqaş werin kirin.

Sûdan- Însiyatîfa "Ji Zulma li Ser Jinan re Na” roja 2’ê Sibatê, forumek bi navê "Li Dijî Birînan Bibin Yek" li dar xist. Axaftvanên ji Sûdan, Sûriye û Yemenê, wekheviya di rewşên jinan ên li deverên şer de û rola hikûmetên navendî û muxalefetê ya di xurtkirina binpêkirinan de nîqaş kirin.

Sekretera hiqûqî ya însiyatîfê Ehlem Nasir, di forumê de bal kişand ser girîngiya pejirandina gotina jinan a berfireh li ser asta herêmî û diyar kir ku hevgirtina jinan hem di demên aştiyê de hem jî di demên şer de roleke girîng dilîze. Ehlem Nasir, destnîşan kir ku aliyên şer tundiya zayendî ya li dijî jin û zarokên keç weke çekek siyasî û eşîrî bi kar tînin û diyar kir ku divê çalakvaniya li dijî şer bi taybetî mîna pirsgirêkek jinan were destgirtin û got: “Di vê çarçoveyê de, analîzek zayendî ya ku bikaribe pergalên leşkerî-patriarkal hilweşîne pir girîng e.”

Şêwirmenda Navenda Lêkolînên Stratejîk a Yemenê Belkis El-Lahbî, bal kişand ku gotegot û çîrokên çêkirî zirarê didin xebatên jinan û destnîşan kir ku jin di dema şer de barê zêdetir hildigrin û yekîtiya mirovan di şerê li dijî binpêkirinan de pir girîng e.

‘Hevgirtina jinan dê bikaribe di pêşerojê de li dijî binpêkirinan bibe astengî’

Nûnera Konseya Demokratîk a Sûriyeyê ya li Misrê Leyla Mûsa, diyar kir ku tecrubeyên jinan li Sûdan, Yemen û Sûriyeyê dişibin hev û bal kişand ser êşên hevpar ên ku jin bi wan re rûbirû dimînin û got: “Hikûmetên navendî û muxalefet piranî caran heman binpêkirinan ji nû ve hildiberînin. Hevgirtina jinan û zexta navneteweyî dikare bibe astengiya li dijî binpêkirinên di pêşerojê de.”

Forûm, bi çend pêşniyarên mîna destpêkirina kampanyayên qanûnî û medyayî ji bo hevgirtina bi jinên Sûdanî yên ku di girtîgehan de bi cezayê recmkirinê re rûbirû ne bi dawî bû.  Armanca vê gavê zêdekirina piştgiriya navneteweyî û herêmî û têkoşîna li dijî van binpêkirinan e.