Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare: Banga Ocalan û biryara PKK’ê wêrekiya siyasî ye
Fîlozof û teorîsyena siyasî ya navdar a Îtalî Donatella Di Cesare, piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara PKK’ê ya xwe fesih kirinê gaveke dîrokî û nîşandana wêrekiya siyasî ye.
Navenda Nûçeyan – Di peyamekê de ku derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandiye, Di Cesare da zanîn ku ew bi salan e pêşketinên ku bandorê li gelê Kurd dikin ji nêz ve dişopîne. Wê piştgiriya xwe ji bo mafê gelê Kurd ê diyarkirina pêşeroja xwe bi awayekî azad anî ziman û biryara hilweşandina PKKê piştî dehsalan têkoşînê, wekî gaveke dîrokî bi nav kir.
‘Danîna çekan nayê wateya teslîmbûnê’
Donatella Di Cesare tekez kir ku danîna çekan nayê wateya teslîmbûnê û ev gav berpirsiyariyê dixe ser milê aliyê din. Wê da xuyakirin ku aştî dê ji bo hem gelê Kurd û hem jî yê Tirk destkeftiyên girîng bîne, û beşên berfireh ên her du civakan dixwazin ku pevçûn bi dawî bibin û serdemeke nû li ser bingeha diyalog û naskirina hevbeş dest pê bike.
Di Cesare hêviya xwe anî ziman ku ev pêvajo di demekê de ku li gelek deverên cîhanê aloziyên leşkerî zêde dibin, ji bo Ewropayê bibe mînak. Wê destnîşan kir ku Ewropa mîsyona xwe ya pêşvebirina jiyana aştiyane di navbera gelan de her ku diçe winda dike, lê belê xwesteka jiyana aştiyane di navbera gelan de, bi taybetî jin û ciwanan de, her ku diçe xuya dibe.
Donatella Di Cesare kî ye?
Donatella Di Cesare di sala 1956’an de li Îtalyayê ji dayik bûye û bi salan wekî profesorê felsefeyê li Zanîngeha Sapienza ya li Romayê xebitî ye. Ew di warê hermeneutîk, felsefeya siyasî, exlaq, koçberî, serwerî, antîsemîtîzm û ramana Ewropî de bi awayekî navneteweyî tê nasîn û bi taybetî bi şîroveyên xwe yên li ser Martin Heidegger, Hannah Arendt û Emmanuel Levinas navdar e.
Di Cesare di mijarên koçberî, penaberî, xerîbî, tundûtûjî û siyaseta cîhanî de xebatên girîng weşandine. Pirtûkên wê ji bo gelek zimanan hatine wergerandin û ew li zanîngehên cuda yên cîhanê konferansan dide, ku ev yek ew di nava çemberên akademîk ên navneteweyî de dike yek ji hizirkarên bi bandor.