Fîgen Yuksekdag: Luksa ku pêvajoya çareseriyê ji însafa serdestan re bê hiştin tuneye

Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag têkildarî pêvajoya aştiyê de nirxandin kir, got “Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin tuneye” û a zanîn ku divê jin pêşengtiyê bike.

Navenda Nûçeyan – Hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ya li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtiye der barê pêvajoyê de nirxandin kir. Fîgen Yuksekdag ji girtîgehê bersîv da pirsên ajansa JINNEWS’ê.

‘Peywira zehmet niha dikeve dewrê’

Fîgen Yuksekdag da zanîn ku kongreya PKK’ê pêşketinek polîtîk a dihat payînê bû û wiha got: “Piştî banga Birêz Ocalan, vê gavê îrade û hêza bangê xurt kir û gavek dîrokî bû. Hinek biryar nene ku şopek mezin dihêlin. Ya PKK’ê jî wisa ye. Bêguman fêmkirina kongreyê û çi daye hîskirin an jî bandorên ku bê afirandin heman wisa encemek îro pêk bê nîne. Yanî hîna gelek mijarên bên axaftin, bên gotin û analîzkirin hene. Îro ya girîng ev e ku banga Abdullah Ocalan û biryarên kongreya PKK’ê baş bên nirxandin. Mînak ji bo şovenîzma li ser civakê bê rakirin divê em vê qadê çawa binirxînin? Em ê li dijî nakokiyên tundiyên çînan, hegemonya baronên şer-patron û tundiya mêr a li dijîn çawa tê bikşi. Di serî Kurd em ê gelan çawa bikin bin ewlehiya destura bingehîn?Em ê riya hevkariya demorkatîk a navbera gelan û aştiyê de çawa vebikin?Ev hemû pirsên ku divê bên bersivandinê li pêş me ne. Peywira me ya zehmet niha dikeve dewrê.”

‘Aştiyek bi rumet dikare yekitiyê ava bike’

Fîgen Yuksekdag ev nirxandin kir: “Niha di aliyê ku xitimîn neyên jiyîn de em di qonaxek krîtîk de ne û got: “Civaka Tirkiyeyê seranserê dîroka komarê de xwe wek radîkal neafirand. Ev pirsgirêkek grêdayê îdeolojî, terza rêveberiyê bû. Bedelên vê krîzê gelên Tirkiyeyê jiyan. Îro ji bo mafên demokratîk bên bidestxistin, ev krîz bê çareserkirin, qonaxek dîrokî tê jiyîn. Aştiyek bi rumet dikare yekitiyê ava bike. Şer evqas pir xera kirin ku bêguman ji nûve avakirin ne hêsane. Vê pêvajoyê de gelê Kurd hêzên azadiyê û tevgera çep a kedkarênTirkiyeyê wê bi hev re  rolek dîrokî bilîzin.”

Girtiyên siyasî

Fîgen Yuksedag têkildarî girtiyên siyasî wiha got: “Pêvajoya aştî û demorkatîkbûnê heta îro yek alî pêş ketiye.Desthilatdarî gavê navêje. Di serî lîsteyê de jî girtiyên siyasî û girtîgeh hene. Desthilatdarî helwesta xwe ya bêbepirsyar didomîne. Girtiyên nexweş û kal û pîryek nokteya herî xesas e. lê heta niha geveke ku gavek nehatiye avêtin. Gavên ku baweriyê bidin navêtiye. Kirdeya çareseriyê  gelin. Aştî û demokasî jî ji bo gelane. Luksa ku pêvajo ji însafa serdestan re bê hiştin duh jî tunebû îro jî tuneye. Em ê bi îradeya têkoşînê û enerjiya guherîna civakî nîşan bidin û çareseriyê pêk bînin.”

Divê rêxistinên jinan di navenda pêvajoyê de cih bigirin

Fîgen Yuksekdag wiha dawî lê anî: “Têkoşîna azadiya jinan di alî pêşketina aştî û civaka demokratîk de xwedî rolek girÎnge. Ji ber vê divê rêxistinên jinan di navenda pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajo nû ya bi banga Birêz Ocalan û kongreya PKK’ê destpêkiriye gelek girîng e. Divê em di xeta azadiyê de israr bikin.”