Keîsha Lence Bottoms bû yekem waliya reşik a Gergiayê

Li DYE’yê di hilbijartinên navberê yên di 3’yê Mijdarê de çêbûn de namzeda demokrat Keisha Lance Bottoms, reqîbê xwe yê komarparêz Rick Jackson tê bi bû yekem jina reşik a waliya Georgiayê.

Navenda Nûçeyan – Li DYE’yê di hilbijartinên navberê yên di 3’yê Mijdarê de namzeda demokrat Keisha Lance Bottoms, reqîbê komarparêz Rick Jackson têk bir bû waliya 84’emîna Georgiayê.

Keisha Lance Bottoms, di dîroka DYE’yê de bû yekem jina reşik ji bo walîtiyê hat hilbijartin.

Serkeftina Keisha Lance Bottoms, dawî li rêveberiya komarparêz a ku demek dirêj li Georgiayê didomiya anî. Li eyaletê, kesê demokrat ê dawî Roy Barnes di hilbijartina walîtiyê de bi ser ketibû, di sala 2002’yan de namzedê komarparêz Sonny Perdue winda kiribû. Keisha Lance Bottoms dê meha Çileyê sond bixwe û dest bi peywirê bike.

Ji şaredara Atlantayê ber bi walîtiyê ve

Keisha Lance Botoms a di sala 1970’yan de ji dayîk bû, di sala 1991’ê de li Zanîngeha Florîda A&M ji beşa Ragihadin Grafîn û Rojnamegeriyê mezûn bû. Dûre li Zanîngeha Georgia Stat beşa Hiqûqê  xwend û di kariyera siyasî de pêşî dadgeriyê kir.

Di sala 2010’an de bi endamtiya Meclîsa Şaredariya  Atlantayê dest bi siyasete kir û heta sala 2017’an peywira xwe domand. Di navbera salên 2018-2022’yan de bû 60’emîn şaredara Atlantayê. Piştî serokatiya şaredariyê beşdarî rêveberiya serokê berê yê DYE’yê Joe Bîden bû. Keisha Lance Bottoms, di salên 2022-2023’yan de Dîrektoiya Beşdariya Giştî ya Qesra Spî kir û di heman demê de şêwirmendiya bi qidem a serok kir.

Di serdema serokatiya şaredariyê de piştî şewba COVID-19 û kuştina George Floyd, bi çalakiyên protestoyî yên li dijî nijadperestiyê ku li welat dest pê kiribûn re rûbriû ma û ji ber hinek bûyerên ku li Atlantayê qewimîn hat rexnekirin.

Sozên ji bo tendirustî mal û perwerdeyê

Keisha Lance Bottoms di kampanyaya hilbijartinê de bi taybetî li ser rewşa malbatên ku rewşa wan a aborî kêm e sekinî, soz da ku dê yek ji armancên wê yên bingehîn kêmkirina maliyetên jiyanê be.

Keisha Lance Bottoms soz da ku dê çarçoveya bernameya sîgortiya tendirustiyê ya Medicaidê berfireh bike, mûçeya herî kêm zêde bike û ji bo malbatên ku dixebitin derfetên aborî ava bike. Her wiha soz da ku dê maliyetên xaniyan kêm bike û fînanasmana dibistanên dewletê ya li Georgiayê baştir bike.

Hilibjartina Keisha Lance Bottoms ji aliyê dîrokî ve ji bo zanîngehên ku xwendekarên reşik perwerde dikin gaveke girîng e. Keisha Lance Bottoms a ku ji Zanînageha Florida A&M mezûn bûye di dîroka DYE’yê de bû yekem jina reşik a walê.

Li Georgiayê berê jî jineke rewşik ji bo walîtiyê ketibû hilbijartinê. Namzeda demokrat Stacey Abrams di  hilbijartinên ku di salên 2018 û 2022’an de çêbibûn  de bi ser neketibû.