Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed: Pêwîst e jin xwe nas bike û hebûna xwe biparêze
Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed têkildarî pêwistiya xwe parastina jinan bersiv da pirsên ajansa me. Newroz Ehmed bal kişand ser şerên ku li cîhanê dimeşin û bandora wê li ser jinan û got: “Pêwîst e jin xwe nas bike û hebûna xwe biparêze.”

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Digel ku li herêm, Rojhilata Navîn û cîhanê şerê cîhanê yê sêyemîn didome, yên ku ji şeran herî zêde bandor dibin û dibin hedefa destpêkê yên polîtîkayên şer, jin in. Di demekê de ku şer, dagirkerî û şîdeta li ser bingeha zayendî li Rojhilata Navîn di nav hev de tên jiyîn, jin parastina xwe ne tenê wekî mafek lê wekî pêdiviyek jiyanê dibînin. Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed li ser pêwistiya xwe parastina jinan bersiv da pirsên ajansa me.
‘Parastin mijarek li ba her zindiyek girîng e’
Newroz Ehmed diyar kir ku civak bê xweparastin nikare hebûna xwe biparêze û wiha pê de çû: “Parastin mijarek bingehîn a ji bo hebûnê ye. Cîhekî ku hebûn lê hebe bê xweparastin nabe. Ev ji bo hemû zindiyan derbasdar e. Bi taybetî ji bo mirovan girîng e. Ji ber ku di xwezaya mirovan de zêdetir pêdivî bi xweparastin û hevgirtinê heye. Dema desthilatdarî û dewlet hat avakirin, parastin ji destê civakê hat girtin û parastin bû erka dewlet, desthilatdarî û artêşa ku ji civakê qut bûye. Di xwezayê de gerek parastin ji bo civakê be. Rast e beşek daye ser milê xwe, lê her ku ew çerxa di navbera civakê û desthilatdariyê de firehtir bû û perçebûn di nava civakê de ava kirin. Heya ku di navbera jin û mêr, civakan de li gor ol, bawerî, netew û kevneşopiyan gelek perçebûn di nava civakan de hat çêkirin. Ev bû sedem ku parastin di destê desthilatdariya ku hikim dike de be.”
Gelo parastin tenê bikaranîna çekê ye?
Newroz Ehmed da zanîn ku gelek cureyên parastinê hene û axaftina xwe wiha domand: “Desthilatdarî û koletî li ser jinê hatin ferzkirin. Bi hişmendiya ku jin nikare xwe biparêze herdem pêwîstiya wê bi mêrekî heye ku wê biparêze. Dewletê, mêr, bira û bav, bi vî rengî li şûna wê biryara wê dane, civakê ji rastiya xwe dûr xistine. Eger tu bixwazî wê hebûnê biparêzî, gerek tu parastina wê bikî. Ger tu bixwazî wê hebûnê tune bikî parastina wê ji destê wê bigre. Ji bo wê jinê herî zêde pêdiviya xwe bi xweparastinê heye. Dema em dibêjin parastin, em tenê di mijara hêzek leşkerî û çeka di dest de nanirxînin. Berî her tiştî ger hişmendî tune be, civak xwe birêxistin neke, nizanibe ku divê çima xwe biparêze û ji çi xwebiparêze û ji bo çi gerek xwe biparêze? Despêkê ev zanebûn tunebe, xweparastina ku çêbibe wê ji çerxa ku berê hatiye dayîn ya dewletê xwe xelas neke. Ev jî wê encamên baş û rast bi xwe re derxe. Di dîrokê de şer her dem mîna amûrê kuştinê tê meşandin. Yan tuyê bikujî an tuyê werî kuştin. Ji ber wê jî şer, kuştin, destdirêjî, talankirin, revandin û hemû xirabî li ser jinan hatine kirin.”
‘YPJ’ê têkoşîna avakirina jiyanek azad û demokratîk dimeşîne’
Newroz Ehmed destnîşan kir ku hişmendî û armanca YPJ’ê cuda ye û wiha got: “Di demeke ku êrîş li ser hebûna te tê kirin de ne diyar e ku pêşeroja te wê çi be. Desthilatdarî were guhertin jî, hişmendî yek e. Gelek caran hişmendiyek xirabtir ku dixwaze civakê vegerîne serdema nezanînê, bi navê olê û bi rêbazên paşverû ku di serdemên nezanînê pêk dihat, didin meşandin. Xweçêkirin û xwe parastin gerek e. Me wek YPJ’ê, di demeke wisa de ku me van rastiyan dît û ji tecrubeyên ku hebûn, ji tekoşîna jinan a di dîrokê de bingeh girt û bi vê rêbazê xwe birêxistin kir. Mînakek nû bû di dîroka mirovahiyê de. Em wek hêzek YPJ’ê, ne bi hişmendiya ku em bikujin xwe birêxistin dikin. Em têkoşîna avakirina jiyanek azad û demokratîk dimeşînin. Li ser bingeha hişmendiya jiyanek azad û demokratîk em ketin rê, me xwe birêxistin kir û em têkoşîna wê dimeşînin. Armanc û dirûşmeya me ev e; ger ku kes êrîşî me neke, em êrîşî kesî nakin, lê ger ku êrîş bi ser me de were, emê xwe û hebûna xwe biparêzin.”
‘Parastin nabe dewrî kesî an dewletekî bikî’
Newroz Ehmed balkişand ser girîngiya parastina cewherî û wiha got: “Parastin ne amûrek e ku tu wê dewrî kesekî din bikî. Bi rengê ku kesek heye te biparêze, civak hatin xirabkirin û jin jî hat windakirin û xapandin. Hişmendiya desthilatdariyê kengî bikeve tengasiyê, wê despêkê xwe xelas bike. Lê çi were serê civakê ne girîng e. Ji ber ku di esasê de hişmendiya wan a pêkanîna berjewendiyên xwe ne. Di rastiyê de parastin nabe dewrî kesî an dewletekî bikî. Me ev yek di rastiya Şengalê de dît ku çawa dema êrîş hat ser civaka Êzidî, hêza Îraqê parastina wê nekir û gel rastî komkujiyan hat. Li Sûriyeyê jî dema çeteyan êrîş kirin rejîma Baasê dema ket tengasiyê, xwe kişand û yê ku ma jî bi rengekî hovane hat qetilkirin. Van çeteyan jî hemû çekên rejîmê kirin destê xwe û li gorî xwe dixwazin civakek nû li gorî hişmendiya xwe birêve bibin.
‘Birêxistinkirina jinan ji bo me pir girîng bû’
Newroz Ehmed anî ziman ku li Sûriyeyê rast e desthilatî hatiye guhertin, lê hişmendî yek e û xirabtir e û wiha got: “Rast e herkes li hêviyê bû ku rêjîma Baasê hilweşe, lê yê ku hat şûna wê jî qedera civakê tune dike. Lewma parastin nabe dewrî kesek din bibe. Ji ber wê jî xwe birêxistinkirin, xwe avakirina li ser esasê bingeha parastina cewherî û ji roja destpêkê heya îro li ser vê bingehê xwe birêxistinkirin û bi vê hişmendiyê re tevahiya civakê çawa bikaribe xwe biparêze. Birêxistinkirina jinan ji bo me pir girîng bû. Jinên Ereb, Suryan, Ermen, Kurd û yên ji ber ku di şerê li tevahiya cîhanê tê meşandin de rastî heman nêzîkatiyê hatine.”
Divê çi bê kirin?
Newroz Ehmed destnîşan kir ku rêbazê parastinê gelek cuda ye, lê pêwistî bi hêzek parastina jinê ya birêxistinkirî ya ji bo parastina civakê helbet gerek hebe. Newroz Ehmed anî ziman ku heya civak demokratîk nebe û pergalek demokratîk neyê avakirin û neghîje hişmendiya demokrasiyê, pêdiviya wê bi xweparastin û rêxistinkirinê heye. Newroz Ehmed wiha berdewam kir: “Heya ku dewlet hişmendiya yek dewlet, yek al, yek netew û yek reng derbas neke û hemû beşên civakê hembêz neke û herkesî beşdar neke û bi rastî bibe nûnera wê civakê û bi rêbazê demokratîk rêveberiyê neke ku her taxek taxa xwe birêve bibe, her bajarek bajarê xwe birêve bibe, her herêmek herêma xwe birêve bibe, ji van tevahiyan rêveberiya jor dikare were avakirin û bi vî rengî wê mafê her kesî were mîsogerkirin û parastin. Lê heya ku wisa nebe xeteriyên mezin hene. Heya ku em pergalek demokratîk ava nekin, heya ku em komarek demokratîk ava nekin û temsîla her kesî tê de tunebe, wê demê xweparastin mijara sereke ya hemû civakan be û berî her tiştî ev ji bo jinan girîng e.”
Hişmendiya desthilatdariyê kesî naparêze: Mînaka Xezayê
Newroz Ehmed da zanîn ku hişmendiya desthilatdariyê kesî naparêze û wiha axivî: “Di şerê ku li Xezayê tê meşandin de me dît ku çiqas komkujî bi serê gelan pêk hat. Çima nikarin xwe biparêzin? Wê demê çiqas dewleta te jî hebe û desthilatdariya te jî hebe, tu xwe bihêz nekî û hişmendiya demokratîk ku bi hev re jiyankirin li holê tunebe, wê demê dîsa siyaseta bimre an bikuje dîsa ewê di meriyetê de be. Rojhilata navîn ji ber hişmendiya desthilatdaran her tim li ser agir e, li her cihî mimkûn e teqîn pêk were. Wek jin li hember vê yekê xwe zanekirin, naskirina baş a pergalê, siyaseta ku tê meşandin çi ye û çi armanc dike, em baş fam bikin û li hemberî wê çawa xwe zane bikin û çawa siyasetek demokratîk ava bikin? Wekî jin çawa ku di hemû qadan de gerek em hebin, têkoşînek xurt û birêxistinkirî bimeşînin û bi vê re emê bikaribin hebûna xwe biparêzin û bi hebûna xweparastinê, emê bikaribin pergalên heyî demokratîk bikin?”
Duh Şengal û Kobanê îro peravên Sûriyeyê û Suweyda
Newroz Ehmed balkişand ser siyasetên qirkirina gelan ên bi rengekî fermî li Perava Sûriyê û Suweydayê pêk tên û wiha got: “Me li perava Sûriyeyê û Suweydayê dît ku çawa desthilatdariya Şamê qetlîam pêk tîne, jin, zarok, kal û pîr bi rêbazên hovane û di bin navê olê de qetil dike. Tiştên ku xwestin li Kobanê û Şengalê pêk bînin, îro li perava Sûriyeyê û li Suweydayê pêk tînin. Ew dîmenên ku ji peravê û Suweydayê derketin pêş, ne tiştek nû bûn ji bo me. Dîmenên bi êş bûn, lê dîmenên ku berê me jiyan kir, îro em dibînin rêbazên hovane yên li dijî gelan pêk tînin, li dijî mirovahiyê ne û tu eleqeya wê bi mirovatiyê tuneye. Çawa ku keçên Êzidî li Şengalê hatin revandin û heya roja îro jî yên winda hene, li Suweydayê jî heman tişt dubare bû. Ji bo wê, çi dibe bila bibe desthilatdar were guhertin jî, em wek civak gerek xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin. Erka artêşan cuda ye. Artêş welat biparêze, li hember xeteriyên hundir û derve. Lê xweparastin tiştekî cuda ye di xwezaya civakê de.”
‘Pêdiviya me bi hevgirtinek civakî û yekîtiya jinan heye’
Newroz Ehmed destnîşan kir ku gerek civak xwe bi xwe biparêze û sedema wê bi van gotinan vegot: “Beriya her kesî ji bo jinan ev gerek e. Ji ber ku di civakê de yê herî lewaz tê dîtin jin e, ji bo wê pêdiviya wê herî zêde bi xweparastinê heye. Pêdiviya me bi hevgirtinek civakî û yekîtiya jinan heye ku em bi hev re têkoşîna guhertina hişmendiyê bikin û hişmendiya netewa demokratîk ku li ser bingeha wekheviya xweşik û biratiya gelan ava kiriye, bi vê wesîlê emê bikaribin hebûna xwe biparêzin .”
‘Civak bixwe xwe neparêze wê nikaribe xwe li ser piyan bihêle’
Newroz Ehmed di berdewama axaftina xwe de bersiv da bangewaziyên ji bo alîkariyê li wan hatine kirin ù wiha got: “Ji bo YPJ’ê gelek bangewazî çêbûn û erka me ye ku li ku derê were xwestin em amade bin. Çawa li Şengalê hat xwestin em li her derê amade ne û keçên winda vegerînin û tevlî nava civakê wê bikin. Ev berpirsyartiyek me ya hem wicdanî hem ehlaqî û hem mirovahî ye berî her tiştî. Bi qasî ku derfet hebe emê hewl bidin xwe bighînin hemû jinan û armanca me ya sereke ku civak bi xwe parastina xwe bike. Lê ger civak bixwe xwe neparêze, nabe û wê nikaribe xwe li ser piyan bihêle. Ancax em hişmendî, zanebûn û tecrubeyên me yên heyî parve bikin û civak li gorî wê xwe birêxistin bike û hevgirtina xwe çêke dibe. Bi taybetî wekî jin li hemû deverên cihanê em dikarin hevgirtina xwe xurt bikin û tecrubeyên xwe parve bikin. Li welatên ku dibêjin em pêşketî û demokratîk in, em dibînin ku her roj jin rastî qetilkirin û binpêkirinê tên. Tevî ku saziyên jinan hene, zagon hene, lê ev têr nakê. Pêwîst e jin xwe nas bike û li gorî wê hebûna xwe biparêze.”
Banga ji bo hemû jinan û bi teybetî jinên Sûriyeyê
Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di çarçoveya hebûna xwe de xwe nas bikin, li gorî wê xwe birêxistin bikin û ev tişt gotin: “Bi qasî ku tu bi hêz bî û xwe zane bikî û xwe bigînî hişmendiya demokratîk, tu dê bikaribî biguherînî jî. Guhertina hişmendiyê jî tenê li cihekî an welatekî jî nabe. Em hemû jin li ku dibe bila bibe em xwe ji hişmendiya ku wekî madeya hişbir di aqil û xwîna me de dan çêkirin rizgar bikin û xwe ji vê rewşê xelas bikin. Bangewaziya me ji bo hemû jinên Sûrî heye ku ji ber ku di xeteriyek mezin de jiyan dikin, xwe nas bikin, birêxistin bikin û hebûna xwe biparêzin. Ji bo me hemû jinan qedera me hevbeş e, ji bo wê em hevgirtin û yekîtiya xwe xurt bikin. Em li ser hişmendiya xweparastinê hevgirtina xwe xurt bikin û hişmendiya mêr a kujer mecbûr bikin ku were guhertin û civakek demokratîk û aştiyane bêyî şer û çek bikaribin ava bikin.”