Fermandara YJŞ’ê: Me ji bo entegrasyona demokratîk pêngaveke şênber avêt
Fermandara YJŞ’ê Jiyanda Şengalî têkildarî pêngava entegrasyona demokratîk diyar kir ku ev peyman ne teslîmiyet e, lihevkirineke siyasî ya parastina hevpar e.
DEMSAL WELAT
Şengal – Fermandara Yêkineyên Jinên Şengalê YJŞ Jiyanda Şengalî, entegrasyona demokratîk a ku 26’ê Cotmehê 2026’an di navbera hêzên wan û artêşa hikûmeta Iraqê de pêk hat, nirxand. Fermandar Jiyan di destpêka axaftina xwe de got “Di serî de şêhîdên leheng ku di parastina civaka Êzîdxan û rizgarkirina Şengalê de cih girtin; fermandar Dijwar Feqîr, Pîr Çeko, Zerdeşt Şengalî, Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Berfîn Nûrhaq, Medya Egîd û Mam Zekî Şengalî bibîr tînim” û wiha domand: “Serkeftinên îro encama keda şêhîdên me ne. 26’ê Cotmehê de peymana di navbera me û hikûmeta Iraqê de hate çêkirin, di encama bedêlên giranbûha de gihîşt vê astê. Demeke dirêj bû di navbera me û hikûmetê de ji bo li hevkirinêk rast çêbibe, hevdîtin dihatin pêkanîn. Gelê Êzîdî û gelê Iraqê gelek li berxwe dan. Yên ku li hember dijmin sekinîn û li berxwe dan, gelê Êzîdî û heman demê de gelê Iraqê bû.”
‘Em û artêşê bi hev re ewlehiya axa xwe pêk tînin’
Fermandar Jiyanda destnîşan kir ku ev lihevkirin ji bo hikûmeta Iraqê jî gelek girîng e û wiha pêl da gotina xwe: “Ji ber heta niha gelê weke Êzîdiyan ya ku hemberê fermana xwe parastiye û hebûna xwe domandiye nine. Tu kesî weke gelê Êzîdî êş nekişandiye. Gel, xwedî tecrûbe ye. Hikûmeta Iraqê pewîst e ji vê lihevkirinê dilşad be. Gelek xelkê me hîn li qampan ango li başûr in. Piştî vê lihevkirinê pewîst e gel ê me vegere ser axa xwe. Şengal bi ewle ye. Em û artêş bi hev re ewlehiya axa xwe pêk tînin. Her gavê bê avêtin wê bi dilê gelê me be. Em ê bi hev re di nava aramî û wekheviyê de bijîn. Wê tu caran êrîş û ferman carek din li ser gelê me nebe.”
‘Li çiyayê berxwedan û xilasiyê daxuyanî hat dayîn’
Jiyanda Şengalî li ser sedema bijartina cihê daxuyaniyê rawestiya û wiha vegot: “Daxuyaniya dîrokî li çiyayê Amûd hate dayîn. Çiyayê Amûd nêzê çiyayê Çilmêra ye. Ev çiya ji bo me gelek bi nirx e. Me li wir dest bi berxwedanê kir. Ev gav bi xwe re serkeftin anî û me li wê derê ji bo entegrasyona demokratîk pengavêk şênber avêt. Ev daxuyanî wê bibe wesîleya parastina vî çiyayî. Ev çiya, çiyayek pîroz e, çiyayê şehîdan e. Cih û warê şehîdan e, bi hezaran şehîd li wê derê hatine dayîn. Bi dehan zarok hatin kuştin, bi hezaran mirovên me ji tîna, ji birçîna jiyana xwe ji dest dane. Lewma ev çiya heq kir ku ev daxuyaniya dîrokî li wê derê were dayîn. Cihêk weke vî çiyayî li Iraqê tune ye. Ev çiya bi berxwedana xwe û fermanên xwe bi nav û deng e. Kesên weke fermandar Dilşêr Herekol li wê derê şer kir, kesên weke fermandar Egîd Civyan li wê derê şer kir, kesên mîna fermandar Seîd li wê çiyayê de li berxwe da. Çiyayên me her tiştê me ne. Me vîna xwe li çiya dît. Ev hemû encama keda Rêber Apo ye. Hêza ku me ji Rêber Apo û şervanên wî girt me xwe li çiyayên xwe birêxistin kir. Lewma weke YJŞ û YBŞ biryarên xwe me li çiyayê xwe girt û parastina xwe li wê derê pêk anî. Ji bo parastina gelê me çi tê xwestin em dê wê pêk bînin. Em dê tenê ji bo berjewendiyên gelê xwe bikin.”
‘Ev ne teslîmiyet e, lihevkirinek e’
Fermandara YJŞ’ê penaseya entegrasyonê kir û wiha pê de çû: “Heta niha jî bi Iraqê re hevdîtinên me didomin. Em bi fermandarên wan re nîqaşan didomînin. Hevdîtinên gelek girîng hatin kirin. Wek encam jî daxuyaniya wê hat dayîn. Li derdor em dibhîsin vê rewşê weke teslimiyêt bi nav dikin. Lê ev penaseyek şaş e. Ev ne teslîmiyet e! Ev lihevkirinek e siyasî ye. Kesên me teslîm kirin, di fermanê de hebûn. Lê em teslîm nabin, em entegre dibin. Weke gel jî em ji peyva teslimiyetê gelek aciz in. Em li gor hessasiyeta gelê xwe tevdigerin. Îro di dewletê de bi awayekî fermî em parastina xaka xwe dikin. Dibe ku ji mirovan re ecêb jî were ku jin çawa dikare weke leşker fermî bibe. Lê pêwîst e neyê jibîrkirin, yên ku li hember DAIŞ’ê şer kirin, jin bûn. Pewîstiya civaka me, bi xweparastinê heye. Ev gavên tên avêtin, li ser esasê hev bihêzkirinê ye. Ji ber gelê êzidî jî xelkê Iraqê ye û mafê xwe di vê dewletê de heye.”
‘Îro em bûn hebûn, bûn nasname’
Fermandar Jiyanda bi bîr xist ku îradeya gel heta niha nehatibû nasîn û nehatibû qebûlkirin û wiha got: “Lê bi vê lihevkirinê re gelê me bû hêz. Gelê me bi îradeya xwe bersiv dide. Îro em bûn hebûn, bûn nasname. Em îro bi îradeya xwe tên nasîn. Pêwîst e bi îradeya xwe biryar bigrin. Nasîna îradeya gelê me û nasîna jinên Êzidî, di nava gelê me de jî kêfxweşiyek ava kir. Pengavên ku hate avêtin me ji bo civaka xwe avêt. Me, ji bo xeyalên şehîdan pêk bînin ev gav avêtin. Ev gav ji bo keda şehîdên me ne, encama keda wan e. Em bawer in wê her tişt bi rêk û pêk berdewam bike. Heta niha jî hevdîtinên me berdewam in.”
Banga ji bo koçberan
Fermandara YJŞ’ê bang li koçberên Êzidî kir û got “Ji bo gelê me yê di qampan de dimînin em dibêjin vegerin welatê xwe. Ger jiyanek jî hebe, mirinek jî hebe wê li ser vê axê be. Şengal îro bi ewle ye, bila gelê me vegere. Her wiha em silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Em îro di encama keda Rêber Apo de gihîştin vê merheleyê. Em gihandin wê merheleyê ku em gelê xwe biparêzin. Em gihandin wê merhelê ku weke jin îro em li ser lingê xwe bisekinin. Em îro bi xêra Rêbertî û bi ked û xwîna şervanên wî, bûn xwedî maf û axaftinê. Rêber Apo em ji tarîtiyê xilas kirin. Em ji çiyayên Şengalê silavên xwe dûbare ji Rêber Apo re dişînin. Şehîdên me yên 2014’an heta niha li ser vê axê xwîna xwe rijandin. Em dûbare wan bibîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Her wiha hemû şehîdên ku li Iraqê ji bo axêk azad şer kirin û şehîd ketin, em bibîr tînin û silavên xwe ji dayîkên wan re dişînin.”