Ferîba Hosseînî cezayê xwe ya girtîgehê red kir: Ez ne sûcdar im

Ferîba Hosseînî, ragihand ku dosyaya der barê mehkûmkirina wê de ji yekîneya înfazê re hatiye şandin. Ferîba Hosseînî ya got, “Ez ne sûcdar im”, tekez kir ku ew ê bi xwesteka xwe nekeve girtîgehê.

Navenda Nûçeyan – Diransaz û çalakvan Ferîba Hosseînî ya 37 salî ya li Îranê bajarê Şîrazê dijî, ragihand ku dosyaya der barê mehkûmkirina wê de ji yekîneya înfazê re hatiye şandin. Li gorî gazînameya hat weşandin, di nav 10 rojan de ji bo kişandina cezaya xwe serî li meqemên adlî bide.

Ferîba Hosseînî, diyar kir ku dadgeha îstînafê cezayê wê yê girtîgehê ji 9 sal û 6 mehan daxistiye 3 sal, 6 meh û 1 roj. Ferîba Hosseînî, diyar kir ku biryar bêedalet e û da zanîn ew xwe sûcdar nabîne û ji bo kişandina cezayê xwe bi xwestek nakeve girtîgehê.

Ferîba Hosseînî, di dîroka 15’ê Çileya 2026’an de piştî parvekirinên xwe yên rexnegir ên medyaya civakî yên der barê tepeserkirina xwepêşandanan de li mala xwe hate binçavkirin û piştre bi kefalet hate berdan. Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê, bi sûcdariyên "civîn û hevkariya li dijî ewlehiya welêt", "heqaretkirina serokatiyê" û "propagandaya li dijî rejîmê" cezayê girtîgehê da wê.

Diransaz Ferîba Hosseînî, berê di dozek cuda de mehkûmê salek cezayê bi kelebçeya elektronîkî hatibû kirin. Dadgehê, her wiha du sal qedexe li ser tora dîjîtal, qedexeya seferê û betalkirina pasaporta wê ferz kiribû.