‘Feraseta ku Êzidî hedef girtin îro Elewî û Durziyan hedef digire’

Selwa El-Ibrahîm a ji kantona Reqayê ye û şahidiya komkujî û binpêkirinên DAIŞ’ê li herêmê kiriye dibêje: “Feraseta ku Êzidî hedef girtin, îro mezheba Elewî û Durziyan jî dike hedef.”

NÛR EL-EHMED

Reqa – Di 3'yê Tebaxa 2014'an de, DAIŞ’ê li Şengalê li dijî Êzidiyan komkujiyek pêk anî ku dighîje asta jenosîdê. Binpêkirin kuştin, revandin û koletiya jinan di nav xwe de digirt. Ev senaryo îro li dijî mezheba Elewî û civaka Durzî li Sûriyeyê bi destê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tê dubarekirin.

Selwa El-Ibrahîm, jineke ji terora DAIŞ'ê rizgar bûye û şahida hovîtiya wan a li kantona Reqayê ye. Selwa Ibrahîm diyar kir ku feraseta îro komkujiyên li dijî mezheba Elewî û civaka Durzî li Sûriyeyê pêk tîne, heman feraseta tundrew a DAIŞ'ê ye ku berî bi salan komkujiyê li dijî jinên Êzidî pêk anîbû.

'DAIŞ jinan hedef digre'

Gava ku DAIŞ’ê li ser kantona Reqayê kontrola xwe ferz kir, Selwa El-Ibrahîm bû şahida sûc û binpêkirinên DAIŞ’ê yên li dijî gel, bi taybetî jî jinan. Selwa diyar kir ku bi tirsan re rûbirû bûne û di nav fikaran de dijiyan û wehşeta li Reqayê bi van gotinan anîn ziman: “Reqa bû bajarekî xeyalî û em mîna miriyan bûn. Rojane kuştin, tundî û sûc dihatin kirin. Serjêkirin û îşkence, dîmenên dubare bûn. Van kiryaran bi taybetî jinê hedef digirtin. Jin dihatin kuştin, ên din dihatin revandin, dîl dihatin girtin û îşkence lê dihatin kirin. Yên ku ji van kiryaran rizgar dibûn, sînorkirin li ser wan dihatin ferzkirin ku wan zincîr dikirin û jiyana wan a civakî rawestandibûn. Jin rûbirû bi zilm, tundî û rûreşiyê diman. DAIŞ'ê Êzidî kirin hedef, li dijî wan jenosîd pêk anîn. Jinên Êzîdî rastî kiryarên herî hovane hatin û ji bo firotin û kirêkirinan anîn Reqaya ku jê re digotin paytexta xîlafetê ye. Hin ji wan hatin revandin, winda bûn û çarenûsa wan hê jî nayê zanîn.”

‘Heman feraset e’

Selwa El-Ibrahîm derbarê nakokiyên mezhebî yên vê paşê li Sûriyeyê rû dane de jî axivî. Selwa wiha got: “Piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam li Sûriyeyê serdest bûn, şerekî navxweyî û pevçûnên mezhebî di nav gelê Sûriyeyê de dest pê kir. Bi taybetî piştî komkujiyên li dijî mezheba Elewî. Di demên dawî de li dijî Durziyan komkujiyek pêk hat ku tê de darvekirinên meydanî, perçekirina cenazeyan û binpêkirinên din hebûn. Her wiha li dijî jinan binpêkirinên hovane pêk hatin. Gelek bûyerên revandina jinên Elewî hatine tomarkirin û ew hê jî winda ne. Ew feraseta tundrew û radîkal ku cîhadîstên HTŞ'ê li dijî mezheban pêk tînin, heman feraseta terorên DAIŞ'ê ye.”

Xetereya rêvebirina Sûriyeyê bi ferasetek tundrew

Selwa El-Ibrahîm destnîşan kir ku bi desteserkirina cîhadîstên HTŞ'ê ya ku rêveberiya Sûriyeyê bidest xistin, heman feraseta radîkal a DAIŞ'ê dimeşînin û wiha got: "Pêşeroja Sûriyeyê di qonaxek pir xeternak re derbas dibe. Ev xeterî gefê li rastî û hebûna mezhebên li Sûriyeyê, bi taybet rastiya jinan dixwe. Sûriye welatek e ku bi pirrengiya çandî ya pêkhate û mezhebên cûda tê nasîn. Em gelê Sûriyeyê yek dest in û em ê rê nedin ku ev sûc û dabeşkirin di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de berdewam bikin. Piştî ku HTŞ'ê desthilatdarî girt destê xwe, tevgerên şaneyên DAIŞ'ê li herêmê derketin holê, herî dawî jî êrîşa li ser çend deverên leşkerî li Hecîn a kantona Dêrazorê bû. Aktîvkirina şaneyên wê encama kaos û aloziya ewlehiyê ya li deverên di hundirê Sûriyeyê de ye."

'Bi ramanek azad û demokratîk pêşengiya Sûriyeyê bikin'

Selwa redkirina xwe ya li hember komkujî û binpêkirinên ku dijî anî ziman û wiha bi dawî kir: "Jinan di şerên çekdarî de bedelên herî giran dane. Sûc û binpêkirinên herî hovane li dijî wan hatine kirin, di nav de kuştin, îşkence, tecawîz û koçberiya bi darê zorê heye. Ji ber vê yekê divê jin bihêztir û bi biryartir bin, refên xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin da ku pêşî li berdewamiya van sûcan bigirin da ku DAIŞ ji nû ve neyê vejandin. Divê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di rêveberiya xwe de dadperwer be, Sûriyeyê bi feraseteke azad û demokratîk bi rê ve bibe û pirrengiya nenavendî ji bo hemû Sûriyeyê bike şîara xwe, bêyî cudakarî, nijadperestî an jî dûrxistina ti komekê. Divê maf û azadiya hemûyan mîsoger bike û aramiya hebûna wan li Sûriyeyê mîsoger bike.”