‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî riya rizgariya ji her cure tundiyê ye’
Yekitiya Jinên Ermen di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, li Hesekê semînerek da.
Hesekê- Di bin dirûşma “Bi felsefeya jin jiyan azadî xwe biparêze” Yektiya Jinên Ermen bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî semînerek li Navenda Meclisa Civaka Ermen a Bajarê Hesekê da. Semîner bi tevlibûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ermen, endamê Meclisa Civaka Ermen dest pê kir.
Semîner ji aliyê endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan û endama Yekitiya Jinên Ermen Sîta Kirbo ve hat dayîn. Di semînerê de hate diyarkirin ku 25’ê Mijdarê bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digre û heya roja îro ew têkoşîn di şexsê jinên azad de berdewam dike û wiha hat gotin: “Dewletên desthilatdar li seranserê cîhanê jinan weke amûra fihûşê, kirîn û firotinê didin nasîn. Dixwazin jinan ji cewherî wan dûr bixin û civakê bixin bin kontrola xwe. Lewma rêxistinbûyîna jinan li hemberî cureyên tundiyê bersiv û sekneke xurt e, ji ber ku rêxistinbûn wê jinan ji hemû cureyên tundiyê biparêze.”
‘Tundî ji hişmendiya desthilatdar tê‘
Endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan tekez kir ku dewletên desthilatdar xwe li ser hişmendiya tundiyê ava dike û wiha axaftina xwe domand: “Di civaka xwezayî de tundî tunebû, jin rêveberên civakê, bijîşk û xwedawend bûn lê piştî dema Sumeran, dewlet hat avakirin wê demê jin, mêr û civak rastî tundiyê hatin. Em dizanin ku hêzên desthilatdar xwe li ser hişmendiyeke tund didin avakirin. Lewma pirsgirêk û cureyên tundiyê ku îro civak rastî wan tê hemû ji encamên vê hişmendiyê ne.”
‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê jinan ji tundiyê biparêze’
Losnak Kavoriyan bal kişand ser komkujiyên ku bi serê gelê Ermen de hatine û wiha anî ziman domand: Komkujî, îmha, înkar, windakirina çandê, ziman, dîrok bi xwe tundî ne. Di sala 1915’an de em rastî komkujiyek hatin û heya roja îro jî êrîş û planên qirkirinê li ser gelên Ermen û hemû pêkhateyan tên meşandin. Lê piştî Şoreşa Rojava û avakirina Rêveberiya Xweser civaka Ermen xwe birêxistin kir û di bin felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de têkoşîna xwe domand. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji rastiya ku jin tê de ne hatiye. Felsefeyek ku bi riya wê jin bikaribin hebûna xwe biparêzin û bibin bersiv ji hemû cureyên tundiyê re.”
Semîner bi nîqaşên li ser girîngiya kûrkirina felsfeya Jin, Jiyan, Azadî û rêxistinkirinê bi dawî bû.