Ew gelî wan ji Fermanê parast: Ji jinên Êzidî serdana Dêr Asê
Geliyê Dêr Asê ya nêzî navenda bajarê Şengalê di Fermana 74’an de bû cihekî ku bi hezaran Êzidî ji fermanê parast. Jinên Êzidî serdana Dêr Asê kirin.

Şengal – Li Şengalê bi hezaran şûnwarê dîrokî hene ku yek jî ji wan Dêr Asê ye. Dêr Asê li nêzî navenda Şengalê bi hemû heybeta xwe dehan caran malavanî û şahîdiya berxwedana Gelê Êzîdî ya beramberî fermanan kiriye. Jinên Êzîdî bi serdana Dêr Asê xwestin van cihên dîrokî û pîroz neyê ji bîr kirin û bê parastin.
Dêr Asê li jorî navenda Şengelê di nava geliyeke kur û wekî navê xwe cihekî asê de ye. Li binê zinarên bilind yê berpala gelî de bi dehan şikeft bi kedek bêhempa hatine kolandin û bi nexş û nîgarên cur bi cur hatine xemilandin. Bi hêsanî diyar dibe ku ev der warê gundekî kevnar e û ji bo parastinê hatiye çêkirin. Ango hinek şikeftên wê cihên wisa hatiye çêkirin ku gihîştina wan pir zahmet e. Li nava gelî de kaniyekî biçûk heye û cihê ava wê diherike dehan darên fêkiyan şîn dike. Li ser kaniyê perî hatine girêdan ku di baweriya Êzîdatiyê de perî gelek pîroz in. Kesên tên vir li van periyên reng û reng girêk lê çêdikin ku daxwaziyê wan pêk were.
Dêr Asê bi hezaran sala bûye parastgeha Gelê Êzîdî. Di fermana 2014’an de jî dema DAIŞ êrîşî gelê Êzîdî dike, gelê Şengalê yekser berê dide vir û bi rojan li vir berxwe didin. Tê gotin heta 1975’an jî gel li Dêr Asê di şikeftên bi kedek mezin hatiye çêkirin de jiyan kirine. Dema Mele Mistefa Berzanî aşbatal îlan dike, Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Sadam Huseyîn bi hinceta Gelê Êzîdî alîkarî dane tevgera Berzanî fermaneke derdixe ku hemû Êzîdî ji çiyan dakeve û li deştan bi cîh bibe. Bi vî awayî Gelê Êzîdî ji cih û warê xweyên qedîm, ji çiyayan dûr dikevin û li hemberî êrîşan bê parastin dimînin.
Bi nêzhatina salvegera fermana 2014’an de jinên Êzîdî serdana Dêr Asê dikin. Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel û Hevseroka Meclîsa Gel A Şengalê Emşê Korkorkî kêliyê serdana Dêr Asê bi me re parve kirin.
‘Dêr Asê cihê egîd û xweşmêra ye’
Endama Kordînasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku dijminê Gelê Êzîdî xwestin me ji çiyayan qût bike lê dijmin çi bike jî nikare me ji çiyayên me qut bike û wiha got: “Emrê min 53 sal e û ev yekem care ez serdana Dêr Asê dikim. Bi hatina vî cîhê dîrokî bi rastî em gelekî kêfxweşbûn. Bi hezaran salan ev cîh civaka meyî Êzîdî ji qetlîam û fermanan parastiye. Bi hezaran salan civaka me di van şikeftan jiyana xwe berdewam kiriye. Van şikeftan civaka me tenê ne ji fermanan; havînan ji germê, zivistanan jî ji sermayê parastiye. Kaniya wê heye û ji bo gelê meyî Êzîdî cihekî pîroz e. Her wiha gelek berxwedanî li vir hatiye kirin. Dêr Asê cihê egîd û xweşmêra ye. Beriya niha sed salan tê gotin kesekî bi navê Miradê Ito mezinê eşîra Hebaba ye, li hemberî dijmin li vir berxwedanek bêhempa raber kiriye û li ber dijmin sekînî ye. Li vir anha jî şikeftek bi navê wî tê zanîn. Egîdekî bi nav û deng bû.”
‘Dijmin çi bike jî nikare me ji çiya û ji rê û resmên me dûr bixe’
Berî DAIŞ êrîşî Şengalê bike koma yekemîn a gerîlayên PKK’ê ku ji 12 kesan pêk tê û ji ber vê jî wekî 12 siwariyên Derwêş tê bi nav kirin jî yekemîn li Dêr Asê bi cîh dibin û li vir ciwanên Êzîdî perwerde dikin. Di berdewamiya axaftina xwe de Neam Bedel anî ziman ku di fermana 2014’an de jî gelê Êzîdî li hemberî êrîşên DAIŞ’ê Dêr Asê ji xwe re kiriye stargeh û wiha got: “Şervanan li vir perwerde dîtin û li vir berxwedaneke pir mezin kirin. Em îro gelekî kêfxweşbûn ku me vir dît û nas kir. Divê em li ber xwe bidin, kar û xebatên xwe mezin bikin da ku em tola 74 fermanan hilînin. Dema em serdana cihên xwe yên wisa dîrokî û pîroz dikin ji dijminê me re jî dibe bersiv ku ew çi bike jî nikare me ji çiyayên me û ji rê û resmê me dûr bixe.”
‘Weke mala xwe biparêze’
Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî derbarê serdana pêk anîne kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Îro em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) hatine serdana Dêr Asê bikin. Ev cara yekemîn e em têne vir. Me dizani bû geliyek wisa heye lê belê em nehatibûn. Gelek berxwedanî li vir hatiye kirin. di fermanan de gelê Êzîdî di vî gelî de xwe parastine. Em gelekî kêfxweşbûn ji bo dîtina vî cihê dîrokî ku me naskir. Me xwest em bibînin da ku gelê Êzîdî li vir çawa li ber xwe daye.” Di berdewamiya axaftina xwe de Emşê Korkorkî bangawazî li dayikan kir û wiha got: “Hêvî û daxwaziya min ji hemû dayikan heye ku bila werin cihê wisa dîrokî bigerin û nas bikin. Bila rê û resmê xwe, çîrokên egîdên li vir ji bîr nekin û serdana wan bikin.” Di dawiya axaftina xwe de Emşê Korkorkî ji bo parastin û paqij hiştina Dêr Asê wiha got: “Em hêvî dikin kesên tên serdana vir dike zibalê xwe li vir nehilin, derdor û kaniyê qirêj nekin. Van derena cihên pîroz in pêwîste kesên tê vir derdora xwe paqij bihêle û vir a weke mala xwe biparêze.”