Di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê 29 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di saetên sibehê de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê, herî kêm 29 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên artêşa Îsraîl li dijî Xezayê didomin. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê û çavkaniyên nexweşxaneyê, artêşa Îsraîlê, Filistîniyên ku li nêzî ‘Navenda belavkirina alîkariyê’ ya derdora Korîdora Netzarim bûn kir hedef.

Di êrîşê de 16 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hemarek zêde kes birîndar bûn. Cenaze û birîndaran sewqî nexweşxaneya Avde û Şehîdên Eqsayê hatin kirin.

Şahidên bûyerê ragihandin ku di êrîşa ku bi sedan Filistîniyên li bendê bûn, navenda alîkariyê vebe de, ji ber gulebaranên dijwar, encax piştî çend saetan tîmên alîkariya lezgîn karê xwe bigihîjînin.

Îsraîlê ji 27’ê Gulanê ve heta niha DYE-Îsraîl barkiriyên ‘weqfa alîkariya mirovî ya Xezayê’ xistiye dewrê, ji derveyî kontrola Saziyên Alîkariya Navneteweyî û Neteweyên Yekgbûyî (NY) belavkirina alîkariyan hewl didin bixin bin kontrolê.

Êrîşî sivîlan hat kirin

Leşkerên Îsraîlê di heman demê de êrîşî avahiyeke sivîlan a li nêzî mizgeftek ku di beşa navenda bajarê Xezayê de cih digre kir. Di êrîşê de 3 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde kes birîndar bûne.

Balafirên bê mirov ên Îsraîlê, êrîşî herêma ku weke xala şarjkirina telefonan dihat bikaranîn û li kampa koçberan a Şati ya li Rojavayê bajarê Xezayê cih digre kir. Di êrîşa ku kampa koçberan kir hedef de 7 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn. 

Artêşa Îsraîlê li Cadeya Cela ku li beşa navenda bajarê Xezayê de cih digre, bi ÎHA’yê êrîşî komek Filistîniyan kir, di encama êrîşî de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.