Jinên ku Eyşe Şan spartin axa Amedê: Emê wê ji bîr nekin

Jinên ku darbesta hunermenda Kurd Eyşe Şan li Amedê pêşwazî kirin, balkişandin ser berxwedêriya wê û anîn ziman ku ewê tu car Eyşe Şan ji bîr nekin.

BINEVŞ STÊRK

Amed – Eyşe Şana Kurdî gihîşt warên xwe. Hesreta di dilê wê de, piştî 29 salan bidawî bû. Eyşe Şana ku di sala 1938’an de hatiye dinê, di sala 1996’an de li Îzmîrê, li xerîbiyê çû ser dilovaniya xwe. Ji wê çaxê heta niha gelê Amedê dixwest ku cenazeyê wê bê Amedê. Di encama hewldanên Şaredariya Îzmîr û Amedê de, cenaze anîn Amedê. Jinan li daketina goristanê bi pankarta ‘Eyşana Kurdî tu bi xêr hatî Amedê’ darbesta ‘bilbila Kurd’ pêşwazî kirin.  

Jinan darbesta wê hilgirtin

Li Goristana Yenîkoyê hezkiriyên wê Eyşe Şana xwe bi rondikan pêşwazî kirin. Jinên ku xwestin erka xwe ya dawî bicîh bînin, darbesta wê hilgirtin û gora wê bi kulîlkan xemilandin. Dayîkên ku hatibûn goristanê, hest û nêrînên xwe bi tevî rondikên xwe, ji me re vegotin. Yek ji van dayîkan, Menîce Yenî bû. Dayîka Menîce di bin qêleya havîna Amedê de hewl da ku hezkirina xwe ya ji bo Eyşe Şan bîne ziman.

‘Jinek berxwedêr bû’

Dayîka Menîce diyar kir ku Eyşe Şan jinek berxwedêr bûye û wiha got: “Bi stranên xwe, bi hêza xwe, jintiya xwe ne bi zilam da qebûlkirin, ne bi malbatê da qebûlkirin. Ji axa xwe dûr bû, çû metropolê Tirkiyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Dayîkek ku gelek êş kişand bû, lê gelek bi hêz bû. Ez dibêjim serê gelê Kurd sax be, serê Rêbertî sax be.”

‘Emê tu car wê ji bîr nekin’

Jina bi navê Meyrem Soylu ku li ser gora Eyşe Şan kilama wê ya ‘Bavê Seyran’ got û bû sedem ku rondik bibin lehiyek, bal kişand ser hesreta dilê Eyşe Şan û wiha got: “Kesên ku ji bo Eyşe Şan bighê axa xwe ked dan, em wan pîroz dikin. Eyşe Şan jinek berxwedêr bû, li hember zilmê rabû. Pir zilm û zor jî dît, lê tawîz neda. Îro bi hezaran jin li ser navê wê bûne dengbêj û stranbêj. Emê tu car Eyşe Şan ji bîr nekin. Ewê tu car nemire, emê wê ji neviyên xwe re jî vebêjin.”

‘Ez bi kilamên wê mezin bûm’

Dayîkek din, li ser bandora dengê Eyşe Şan sekinî û wê mîna bilbila Kurdan binav kir. Dayîkê diyar kir ku dengê Eyşe Şan pir xweş bûye û wiha berdewam kir: “Jiyana Eyşe Şan bi giştî têr û tije bû. Emrê min niha 55 sal e, ez bi kilamên Eyşe Şan mezin bûm. Jinek zîrek bû, berxwedêr bû, li gor wê demê. Kesî nikaribû bi dengê xwe li hember zilam bisekine, Eyşe Şan bi dengê xwe di dîwanan de kilam got. Eyşe Şan ji me re bû deng, ji me re bû nav.”