‘Ev kezî dê we bixeniqîne’
Jinên ciwan ên Êzidî li ser platformên medyaya dîjîtal dest bi hemleyek bi navê ‘Ev kezî dê we bixeniqîne’ kirin.
Şengal- Jinên Ciwan ên Êzidî li ser platformên medyaya dîjîtal hemleyek bi navê ‘Ev kezî dê we bixeniqîne’ dan destpêkirin. Beriya rojekê dîmenê çeteyek hov derketibû ku çawa keziya şervaneke jin jêkiribû weke diyarî ji hevalên xwe re dibir. Ji ber jinên ku herî zêde êş kişandine jinên Êzidî bûn ji destên DAIŞ’a hov, wan jî ji bo vê hemleyê pêşengî kirin.
Di heman demê de ji ber ku di baweriya Êzidîtiyê de por girîng û xwedî ruh û manewiyatê ye, pîroz tê dîtin û zindî ye. Jinên ciwan ên Şengalê jî ew kêliya ku porê şervana jin a şehîd dîtin xwe di rewşa wê de hîs kirin ji ber vê yekê jî vê hemleyê dan destpêkirin. Di heman demê de jî dirûşma wan bi vê rengî ye; "Hûn keziyek jêbikin, wê em bi hezaran keziyan bihûnin."