Eren Keskîn: Ger dewlet bixwaze pir rihet dikare xwe bighîne aşitiyê
Parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn, bal kişand ku beriya guherînên ku divê di meclîsê de werin kirin, pirsgirêka sereke pêkanîna hiqûqa heyî ye got ku ji sernavên wekheviya înfazê û “mafê hêviyê” zêdetir, divê zagonên heyî bikevin meriyetê.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Çareseriya meseleya Kurd û pêvajoya demokratîkbûnê ji salek zêdetir di rojevê de ye. Piştî amadekirina rapora Komîsyona Meclîsê, çav li rê ye ku pêşnûmeya zagonê ya têkildarî zagonê, piştî cejnê were meclîsê. Ji aliyekî ve nîqaşên li ser rewşa girtiyên nexweş û wekheviya înfazê didomin, ji aliyekî ve jî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê di rojevê de ne.
Têkildarî van hemû pêşketinan û divê di pêşnûme zagonê de çi cih bigre, parêzvana mafên mirovan parêzer Eren Keskîn bersiv da pirsên ajansa me.
‘Bi herkesî re xweşbîniyek bi pîvan heye’
Eren Keskîn destnîşan kir ku ji dema pêvajoya ji Cotmeha 2024’an ve heta niha destpê kiriye ve heta niha dewletê tu gav ne avêtiye, got ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê beriya sererastkirinên zagonî, hiqûqa heyî bê pêkanîn. Eren Keskîn got pirsgirêka bingehîn ew e ku biryarên Dadgeha Bilind û yên dadgehên navneteweyî nakevin meriyetê û wiha domand: “Hema bêje sal û nîv e em di pêvajoyek de ne û em çi nav lê dikin bila bikin, ev pêvajo ji bo me pêvajoyeke nû ya aştiyê ye, lê tenê aliyek gavan davêje aliyê din navêje. Ji ber ku em rastî û şêwaza vê dewletê dizanin, baweriya me tuneye. Tevger jî di nava xweşbîniyeke bi pîvan de ye. Em naxwazin xwe bêhêvî bikin lê tiştek ku hêviyên me geş bike jî tuneye. Ji ber wê yekê her çend tê gotin ku dê piştî cejnê hinek gav werin avêtin jî, gotinên ku vê yekê piştrast bikin tunene.”
‘Ger hiqûqa hundir pê bê bêyî derxistina zagonên nû pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
Eren Keskîn li ser tesbîtên di rapora Komîsyona Meclîsê de got ku li ser pêşnûmayê nîqaşên ne zelal hene û wiha domand: “Li gorî min Komara Tirkiyeyê jixwe dema ku hiqûqa xwe ya hundir pêk bîne, li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine tevbigere, dikare gelek pirsgirêkan çareser bike. A yekem, li gorî destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê biryarên makezagonê hemû saziyan digre nava xwe lê komara Tirkiyeyê heta niha biryarên dadgeha xwe ya bilind jî bi cih neaniye. Ger van biryaran bike meriyetê dê Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, hemû girtiyên Geziyê jixwe bên serbestkirin. Li gorî benda 90’î ya makezagona Komara Tirkiyeyê ‘dema ku di navbera hiqûqa hundir û navneteweyî de nakokiyek hebe, hiqûqa navneteweyî derbasdar e.’ Di vê rewşê de di her mijarê de mekanîzmayên ku hiqûqa navneteweyî pêşî li wan vedikin hene. Mînak Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, jixwe azadiya raman, rêxistinbûn û îfadeyê mîsoger kiriye. Hindik be jî ev bes e. Tirkiyeyê jî vê îmze kiriye, lê dijberî wê tevdigere. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku em jî bi wan ve girêdayî ne, pêk nayne. Ango bêhiqûqiyeke wisa heye ku li hemberî me dewleteke hiqûqê tuneye ku em baweriya xwe pê bînin.”
‘Tiştê esas berdana extiyaran û girtiyên nexweş e’
Eren Keskîn ragihand ku divê destpêkê ji bo girtiyên extiyar û yên nexweş guherîn di zagonan de werin kirin û da zanîn ku ji bo çareseriya vê yekê pêdivî bi zagoneke nû tuneye. Eren Keskîn wiha got: “Bêguman ê me bendewariya me ya esasî ew e ku destpêkê girtiyên nexweş werin berdan, lewre li gorî daneyên ÎHD’ê ji 1500'î zêdetir girtiyên nexweşiya wan giran hene û hinek ji wan nexweşiyan ên mirinê ne. Nexweşên penceşêrê hene, ên dil hene, ên derûnî hene. Ji bo van hemûyan pêdivî bi zagoneke nû tune ye. Di vê mijarê de ji civakê re rewş rastî nayê vegotin. Ger girtî nexweş bin, bi raporek û bi biryara dadgerê dikare were berdan. Ger hikumxwarî bin, bi raporeke ku Saziya Tib Edlî bide, bi biryara dadgeriya înfazê dikarin bên berdan. Ez mînakek bidim. Fatma Tokmak ji dilê xwe bi giranî nexweş e. Rapora ku beriya çend salan Weqfa Mafên Mirovan daye heye. Tê de dibêje; ‘nabe ku Fatma Tokmak di girtîgehê de bimîne.’ Bijîşk newêrin wê emeliyat bikin. Ji bo nexweşek ku bijîşk newêrin wê emeliyat bikin, Saziya Tiba Edlî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye.”
‘Hiqûqa înfazê heta tu bêjî cudakar e’
Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku newekheviya di hiqûqa înfazê de ,binpêkirina mafên mirovî yên bingehîn e û gotinên xwe wiha domand: “Hiqûqa Komara Tirkiyeyê, heta tu bêjî cudakar e. Di navbera girtiyên edlî û siyasî de pir cudahî heye. Gelek girtiyên edlî ji cezayê ku girtin, pir kêm girtî dimînin û tên berdan. Mînak Covîd derket holê li tevahiya cîhanê xetera mirinê hebû. Gelek mirov pê mirin. Di Covîdê de jî girtiyên edlî berdan lê yên siyasî bernedan. Ango mirovên ku ji ber nivîs nivîsandine hatine girtin bernedan lê dizan, ên ku her cure sûcên rûreş kirin berdan. Beriya her tiştî divê ku zagona înfazê wekhev be."
‘Divê zagona têkoşîna bi terorê re were rakirin’
Li gorî parêzer Eren Keskîn, berî her tiştî divê Zagona Têkoşîna bi Terorê re were rakirin. Eren diyar kir ku di Zagona Cezayê Tirk a heyî de têkildarî sûcên rêxistinkirî guherîn hene, îcar ev zagon tê wateya cezayê du qatîn û wiha dmand: “Li Tirkiyeyê mijareke ku qet nayê axaftin Zagona Têkoşîna bi Terorê re ye. Dema ku bendên 141 û 142. ên Zagona Ceza ya Tirk (TCK) û Zagona Têkoşîna bi Terorê re (TMK) hatin rakirin, TMK di cihê wan de hat derxistin,e lê di pergala hiqûqê ya dewleta Tirkiyeyê de jixwe sûcên rêxistinkirî di Zagona Ceza ya Tirk de cih digrin. Ji bo vê hewce nake zagoneke nû ya têkoşîna bi terorê re were derxistin. Hem jî di vê dema ku behsa pêvajoyeke aştiyê tê kirin de divê hûn zagona têkoşîna bi terorê re rakin. Lewre ev zagonê dibe sedema cezayên duqatîn."
Eren Keskîn bi bîr xist ku pêşnûme zagona ku çav li rê ye were meclîsê, di nava xwe de ferzkirina “poşmaniyê” dihewîne û wiha got: “Bêguman em sererastkirineke wiha rast nabînin lê gumana min heye ku dê wisa be. Vê zagonên dişibînin a ku di dema Şêx Seîd de hat derxistin. Di sala 2026’an de aqilê dewletê hê jî li gorî 1925'an e. Ev tê wê wateyê ku mêjiyê wan, ê weke Takrîr-i Sukûn e. Ev yek tiştek pir ji derveyî aqil e.”
‘Divê kesên ku îmze avêtin bin raporê bipirsin ka çima hiqûqa navxweyî nayê pêkanîn’
Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku Tirkiye tê de ye û wiha berdewam kir: “Komîsyona Meclîsê rapor amade kiriye ev girîng e. Mesela ez vê meraq dikim: Partiyên siyasî yên ku îmzeya wan di Komîsyona Meclîsê de heye, di wê raporê de gotin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan û yên DMME’yê nayên bicihanîn. Bila werin pêkanîn. Çima nayên pêkanîn? Ango ji ber ku îradeya siyasî nayê pêkanîn wiha ye. Dewlet pêk nayne. Partiyên siyasî yên vê îmze kiribûn diviyabû bigotana; çima rapora me nayê bicihanîn?”
‘Mafê hêviyê mecbûriyetek e’
Eren Keskîn got ku nîqaşên li ser “Mafê Heviyê” di çarçoveyek şaş de tên destgirtin û wiha got: “Mafê Hêviyê jî wekî ku xêra xwe kirine tê nirxandin. Mafê Hêviyê di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de her wiha di Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de heye û Tirkiye ji alîgirê wê ye, mecbûr e bi cih bîne. Li gorî vê kesek ku 25 sal di girtîgehê de mabe divê were berdan. Tirkiye mecbûr e vê bike. Weke parêzvanên mafên mirovan em difikirin ku divê hemû girtiyên siyasî werin berdan.”
'Ger dewlet bixwaze, civak dikare di nîv saetê de amade bibe'
Eren Keskîn, tekez kir ku divê pêşîniya nîqaşên qanûna serdema veguhêz rawestandina darizandinan û berdana girtiyên siyasî be û wiha got: “Bê guman, qanûnên veguhêz di pêvajoyên wiha de têne derxistin. Di demên wiha de, divê hemû darizandin werin rawestandin û divê rêziknameyek were çêkirin ku dibêje ev îdia êdî wekî sûc nayên hesibandin. Lê tiştê ku dewlet dixwaze li vir bike, ferzkirina 'poşmaniyê' ye. Ev nikare encama ferasetek wekhevîxwaz û bi rastî aştiyane be. Qanûneke wisa nayê qebûlkirin. Di pêvajoyên aştiyê de, ev darizandin tên rawestandin û hemû girtiyên siyasî tên berdan. Heta Filistîn û Îsraîlê jî bi hev re girtiyan berdan. Lê li vir, nêzîkatiyeke wisa nayê nîşandan. Dibêjin 'divê civak amade be', lê li vê herêmê, heke dewlet bixwaze, civak dikare di nîv saetê de amade bibe. Dema ku gerîla ji Xabûrê hatin, di dadgehan de tavilê encam hatin bidestxistin, darizandin hatin lidarxistin. Kes derneket kolanan. Kesî nerazîbûn nîşan neda. Kesî tedbîr negirt. Ji ber ku wan got, 'Ev biryara dewletê ye.' Heke dewlet bixwaze, aştî dikare pir bi hêsanî were bidestxistin.”