Li Efganistanê ji bo rewakirina zewaca zarokan biryarnameyên nû
Neteweyên Yekbûyî li ser biryarnameyeke nû ya ji aliyê Talîbanê ve hat derxistin ku zewaca zarokan rewa dike û cudakariya li dijî jinan kûrtir dike hişyarî da.
Navenda Nûçeyan — Neteweyên Yekbûyî der heqê fermaneke nû ya ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve li Efganistanê hat derxistin ku pêvajoyên veqetandinê di navbera hevjînan de sererast dike fikarên xwe anî ziman. Rêxistinê diyar kir ku hinek bend ji bo rewakirina zewaca zarokan derî vedikin û cudakariya heyî ya li dijî jin û keçan li welat kûrtir dikin.
Ev hişyarî di daxuyaniyek de ji aliyê Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Efganistanê (UNAMA) ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her çendî ev ferman xwe wekî çarçoveyeke qanûnî ji bo hilweşandina zewacan pêşkêş dike jî bi awayekî ne yekser zewaca keçên temenê wan biçûk e erê dike û prensîba “razîbûna azad û tevahî” bingehîn a zewacê qels dike.
Yek ji bendên herî zêde rexne lê tê kirin ew bend e ku dibêje; “Bêdengiya keçek dema digihîje temenê balixbûnê dê wekî razîbûna zewacê were hesibandin.” Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ev bend pratîkên bi zirar rewa dike û keçan dixe xetera zewaca ji neçariyê ji bo ku zexta malbat û civakê erê bike.
Di biryarnameyê de li ser keçên ciwan ên ku gihîştine temenê zewacê ji bo ji zewacê qut bibin cihekî taybet hatiye dayîn. UNAMA vê yekê wekî nîşaneyeke din dibine û diyar dike ku zewaca zarokan niha di çarçoveya qanûnî ya nû de bi fermî tê naskirin.
Rêzikname rayeyên zêde didin malbatan
Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku rêziknameyên nû rayeyên berfireh didin welîyan ku zarokên di temenê biçûk de bizewicînin û şiyana keçan a îtirazkirin an daxwaza betalkirina zewacê qels dike.
Biryarname bi sernavê "Prensîbên Veqetandina Di Navbera Hevjînan de" ji 31 rûpelan pêk tê û bendên der barê zewac, hevberdan, welayet û mafên weliyan de dihewîne. Li gorî vê:
Zewaca keçek di temenê biçûk de ku ji hêla bav an bapîrê xwe ve bê mehra fermî, bi mehra ku têrê nake, an bi sextekariyê hatiye zewicandin, dikare wekî nederbasdar were hesibandin. Keçek dikare daxwaza betalkirina zewaca xwe bike ger hevjînê wê dema ew digihîje balixbûnê xirab tevbigere yan jî ne guncaw be.
Gotinên mêr dê esas werin girtin
Ger keçek daxwaza hevberdanê bike û nikaribe şahidan pêşkêş bike, daxuyaniya mêr dê wekî derbasdar were hesibandin heya ku ew rasterast daxwaza xwe pêşkêşî dadwer neke. Welayeta zarokên kur heta 7 saliya dayîkê dimîne û ya zarokên keç jî heta 9 saliya xwe; piştî wê, welayet derbasî bav dibe.
Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku ev biryarname di hawirdorek "newekheviyên kûr" de tên bicîhanîn, tekez dike ku mêr mafê xwe yê hevberdanê yê yekalî diparêze lê jin bi pêvajoyên qanûnî yên tevlihev û sînordar ên ji bo veqetandinê re rû bi rû dimînin. Tê gotin ku ev rewş serxwebûna jinan sînordar dike û rûmet û ewlehiya wan têk dibe.
Li gorî UNAMA’yê, ev ferman beşek ji paşveçûna di warê mafên jin û keçan de ye ku heta niha nehatiye dîtin, ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’ê de hat ser desthilatdariyê ve heta niha rewş her çû xirabtir bû. Ev paşveçûn bi vê awayî ne:
*Qedexekirina perwerdeya navîn û zanîngehê ji bo keçan
*Qedexekirina piraniya jinan ji kar
*Sînorên li ser azadiya tevger û çalakiyên civakî
*Girtina salonên werzîşê û kûaforên jinan
*Qedexekirina ketina parkan û hwd.
Rêxistinên navneteweyî jî ji ber xizaniya zêde û krîzên mirovî yên li welat, di warê zêdebûna zewicandina zarokan de hişyariyê dikin. Nêzî 28 milyon kes li Efganistanê bi bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.
Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku tevî guhertinên siyasî jî Efganistan pabendî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye û erkên xwe yên berdewam ên ji bo parastina zarokan û jiholêrakirina tundiya li dijî jinan tekez kir. Ji Talîbanê hat xwestin ku biryarnameyê ji nû ve binirxîne da ku mafên jin û keçan biparêze û hemû bendên ku zewaca zarokan rewa dikin derxe.