Encûmena Bilind a Dadweriyê fermana pêkanîna Yasaya Efûya Giştî da
Encûmena Bilind a Dadweriyê fermana bicihanîna Yasaya Efûya Giştî da dadwerên hemû parêzgeh û navçeyên Iraqê.

Iraq – Medya Iraqê têkildarî derxistina fermana ji bo pêkanîna Yasaya Efûya Giştî agahiyên nû belav kir. Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Encûmena Bilind a Dadweriyê bi serokatiya Fayîq Zeydan civîna pêncem lidarxist û yasaya jimara 2 ya sala 2025’an, projeyasaya guhertina duyem a Yasaya Efûya Gıştî ya jimara 27 a sala 2016’an û bend û pirsgirêkên li pêş karên Lijenya Pêkanîner hatin guftugokirin.
Hate diyarkirin ku Encûmena Bilind ferman da dadweran ku Yasay Efûya Giştî bi cih bînin da. Her wiha di civînê de ji bilî veguhestin, tayînkirin û dayîna postên dadweriyê, hejmarek ji dadwer û endamên dozgeriyê hatin bilindkirin.
Hêjayî gotinêye ku di 21’ê Çileyê de Yasaya Efûya Giştî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hate erêkirin. Piştre jî ji aliyê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ve hate îmzakirin. Vê heftiyê jî di rojnameya fermî ya Iraqê de hate belavkirin.