Li Mexrîbê ji bo zêdekirina nûnertiya jinan bernameya ‘Beşdarbûn’ hate destpêkirin

Di 20’ê Hezîranê de li Mexrîbê ji hêla Wezareta Hevgirtin, Entegrasyona Civakî û Malbatê, bi hevkariya Komeleya Jinên Demokrat bernameyek bi navê “Beşdarbûn” hate li darxistin. Armanc ewe ku hebûna jinan di siyaset û biryardayînê de bi hêz bike.

HENAN HERÊT

Mexrîb – Armanca vê bernameyê xurtkirina beşdariya jinan di jiyana siyasî û mekanîzmayên biryardanê de ye. Bername di çarçoveya amadekariyên hilbijartinê ku tê pêşbînîkirin ku di 2026 û 2027’an were kirin de, dê bikeve meryetê.

Bernameya, dê 12 herêmên Mexrîbê hemû  bigire nav xwe, dê ji bo her herêmê 60 kes di nav de bi giştî 720 jin û jinên ciwan re, perwerde bên dayîn. Armanca van perwerdeyan ew e ku beşdariya jinan di jiyana giştî de zêde bibe û hebûna wan di nav saziyên hilbijartî û partiyên siyasî de xurt bike.

Armanc bihêzkirina nûnertiya jinane

Ev bernameya ku di çarçoveya hewldanên Wezareta Hevgirtin, Entegrasyona Civakî û Malbatê de ji bo bihêzkirina  jinan tê lidarxistin, armanc dike ku kapasîteyên jinên di qada siyasî de aktîvin û yên ku dikarin di hilbijartinên pêş de bibin namzet zêde bike. Di vê çarçoveyê de, beşdar dê bi pergala hilbijartinê agahiyên yasayî û saziyan werin agahdarkirin. Perwerde dê li ser rêvebertiya jinan, ragihandina siyasî, teknîkên parêzvanî û danûstandinê û rêveberiya kampanyayên hilbijartinê bên dayîn.

Li gorî agahiyên di çalakiyê de hatin parvekirin, 12 bernameyên perwerdeyê dê bi beşdariya pispor, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl werin organîzekirin. Armanca van perwerdeyan ew e ku kadroyên jin ên jêhatî werin avakirin ku bikarin di rêveberiya giştî de bixebitin, nûnertiya jinan di partiyên siyasî de zêde bibe û hebûna wan di mekanîzmayên biryardanê de xurt bibe.

Têrkerî bi tena serê xwe têrê nake

Wezîra Hevgirtin, Entegrasyona Civakî û Malbatê, Naîma Ben Yahya, diyar kir ku beşdariya jinan di partiyên siyasî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye û nûnertiya kêm a jinan di mekanîzmayên biryardanê de ne ji ber sedemekê tenê ye û got: “Ji berhevkirina faktorên cûrbecûr derdikeve holê, yek ji wan ew e ku gelek jinên jêhatî, tevî ku xwedî ezmûn û pisporî ne, amûr û mekanîzmayên pêwîst ji bo bidestxistina pozîsyonek bi bandor di nava rêxistinên partiyê de tune ne. Jinên ku digihîjin meqamên biryardanê, bi saya jêhatîbûn û têkoşîna xwe vê yekê bi dest dixin. Asta nûnertiya ku îro bi dest xistiye, encama têkoşîna demdirêj a tevgera jinan e û vê têkoşînê zemînek ji bo xurtkirina hebûna jinan di saziyên hilbijartî de amade kiriye.”

‘Cûdahiya nûnertiya di nava jin û mêran de didome’

Naîma Ben Yahya da zanîn ku di şert û mercên Mexrîbê de pergala kotayê hê jî pêwîst e û wiha got: “Cûdahiya nûnertiya siyasî ya di navbera jin û mêran de didome. Ev mekanîzma di gihandina jinan a di  pozîsyona biryardanê de, roleke girîng dilîze. Tevî girîngiya kotayê, bi tena serê xwe têrê nake. Pêwîstî bi tedbîrên din ên wek teşwîqkirina namzetên jinan di asta herêmî de werin piştgirî kirin heye. Gihîştina jinan bo mekanîzmayên biryardanê ne tenê nûnertiya hejmarî zêde dike, di heman demê de bandorên rasterast li ser polîtîkayên giştî û pêvajoyên qanûndanînê jî dike.”

Beşdariya jinan a siyasî hê di nava sînorkirî û asta navîn deye

Aktivîsta siyasî Samîra Rezzanî anî ziman ku ev bernameyên perwerdeyê ji bo jin jêhatîyên xwe di nav partiyên siyasî û rêxistinên jinan de baştir bikin, derfetek girîng pêşkêş dike û got: “Ev bername ji bo parvekirina ezmûn û agahiyên di navbera jinên ji partiyên siyasî yên cûda û aktorên civaka sivîl ên ku li ser beşdariya siyasî ya jinan dixebitin de derfet ava kirine.”

Samîra Rezzanî beşdariya jinan di pêvajoyên biryardana siyasî de wek ‘sînordar û nerm’ bi nav kir û wiha got: “Ev nûnertiya kêm a jinan di mekanîzmayên biryardanê de çavkaniya xwe ji çend sedeman digre, di nav de kêmbûna baweriya bi xwe ku di hin jinan de tê dîtin jî heye. Tevî vê yekê, beşa çêkirina qanûna a Mexrîbê, mekanîzmayên çalakiya erênî  da ku gihîştina jinan a saziyên hilbijartî asan bike xistiye meryetê.”

‘Divê partî hewlên mezin bidin’

Samîra Rezzanî tekez kir ku îro berpirsiyariya sereke ya partiyên siyasî ye û diyar kir ku divê partî hewlên mezintir bidin da ku jinan ber bi rolên berpirsiyar ên wek serokatiya herêmî, hikûmetên herêmî û meqamên din ên temsîlî ve bibin.

Samîra Rezzanî her wiha behsa jinên ciwan ên ku dixwazin beşdarî siyasetê bibin kir û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û têgihîştineke kûr a çarçoveya yasayî ya ku karê siyasî û sazûmanî birêve dibe. Diyar kir ku zanîna yasayî ‘mertalek parastinê ya li ser bingeha zanînê’ dide jinan ku alîkariya wan dike, da ji gelek pirsgirêkan dûr bisekinin û erkên xwe bi bandortir pêk bînin.

Bernameya ‘Moucharaka’ (Beşdarî) nîqaşan li ser rêbazên xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan li Mexrîbê ji nû ve kir rojev. Di qadek ku pirsgirêkên têkildarî nûnertiya partiyan û çanda siyasî berdewam dikin, bername xwe dispêre perwerde û avakirina kapasîteyê. Lê belê, armanca bingehîn ew e ku ev hewldan di hilbijartinên pêş de bibin encamên berbiçav, hebûna jinan di sazî û mekanîzmayên hilbijartî yên biryardanê de zêde bikin û beşdariya jinan a bi edalet û bibandortir di şekildana siyaseta giştî de misoger bikin.