‘Emê bi perspektîfên Rêber Apo Jineolojî bikin zanisteke gerdûnî’

Endamên navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê gotin “Peyama Rêber Apo ji bo me perspektîf in, ji bo em layîqî ked û baweriya Rêber Apo bin, dê Jineolojî pêşengiya avakirina jiyaneke azad bike.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30’ê Gulanê de ji bo Akademiya zanista Jineolojî peyameke taybet şand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de gelek xalan anî ziman. Di nav de xalên wek temamkirina pêvajoya azadiya jinan ku ew jî dikeve ser milê jinan, bi taqybet ser milên Jineolojî.

Di vê çarçoveyê de, ajansa me hevdîtin li gel endamên navenda Lêkolînên Jineolojî a kantona Firatê li bajarê Kobanê çêkir, hest û bersîva li hember peyamê girt.

‘Jineolojî zanista jin û jiyanê ye’

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Înar Teyfûr di destpêka axaftina xwe de Jineolojiyê bi van gotinan pênase dike: “Zanista Jineolojî ji aliyê Rêber Apo ve di pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de di 2008’an de hate pêşkêşkirin. Beriya wê jî lêkolîn û lêhûrbûnên wî li ser hebûn ku bipêş xist û ji bo me jinan da. Weke têgîn Jineolojî tê wateya zanista jinê, lê ji aliyê naverok ve zanista jin û civakê, hevjiyana azad û şoreşa jinê ye. Ger em bala xwe bidin zanistan, emê bibînin ku ji bo ked, dîrok, têkoşîn û destkeftiyan jinan cîh nehatiye veqetandin. Li dijî vê yekê Jineolojî ew zanista ku bi hest, nêrîn, hizir û ramanên jinan ji nû ve dîrokê bikole, sererast bike û ronî bike.”

Înar Teyfûr anî ziman ku ew bi peyamê gelek kêfxweş in û got: “Rêber Apo ev zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye û demeke dirêj di nava tecrîdeke mutleq de bû ku agahî jê nedihat girtin. Bi guhertina pêvajoyê re, gelek hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hatin ku ji aliyê wî ve qonaxeke nû hat destpêkirin. Rêber Apo ji bo Akademiya Lêkolînên Jineolojî peyamek şand ku di nav de nirxandinên bi wate û girîng hebûn, şand. Em bi vê nameyê gelek kêfxweş û serbilind bûn ku Rêber Apo careke din jinê bingeh girtin. Em wek endamên vê ekademiyê vê peyamê di asta perspektîfan de digirin dest, lewra jî me bi coşeke gelek mezin hembêz kir.”

‘Li pêşiya me gelek xebatên hêja hene’

Înar Teyfûr wiha bal kişand ser xalên girîng yên di peyamê de: “Di nameyê de gelek xal hene, yek jê ku Rêber Apo dibêje projeya azadiya jinê ya nîvco mayî temam bûye û tenê pratîka wê maye. Em dizanin ku tevî şoreşa jinan a xwedî temen û destkeftiyên hêja jî, hîn jî di warê hişmendiyê de kêmasiyên cidî hene ku divê werin derbaskirin, lewra em jî tevlî vê xalê dibin ku divê piratîka vê projeyê were tijîkirin. Jixwe Rêber Apo tu zanistan înkar nake, dibêje baweriya Boda behs dike ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî divê ew xencera di pişta civakê de were derxistin. Di vê xalê de Rêber Apo weke berdewamiya vê tesbîtê dibêje ku ew xencera di pişta civakê de koletiya jinê ye. Ji lewra jî çareserkirina pirsgirêka azadî û koletiya jinê, tê wateya çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyên civakî. Her wiha Rêber Apo balê dikşîne ser mijara zayendperestiyê jî ku divê em weke Jineolojî li ser mijara koletiya jin û zayendperestiya civakê rawestin.”

‘Emê Jineolojî bikin zanisteke gerdûnî’

Înar Teyfûr herî dawî got ku dê xebata xwe di asta laîqtiya keda Ocalan de bidin meşandin û wiha axivî: “Rêber Apo dibêje; ji min re dibêjin tu zarokê xwedawendanî, ji bo ku ez jî layîqî vê gotinê bim min ji bo jinan rêxistin, partî, bîrdozî, zanist û piroje pêşkêş kirin. Em jî dibêjin ji bo ku em layîqî keda Rêber Apo bin û bighêjina asta hêvî û bendewariyên wî, her wiha weke jin em azadiya xwe û civakê misoger bikin, wê her tim têkoşîna me bilind û mezin be. Ji bo ku em piratîka pirojeya azadiya jin jî bighînin serkeftinê, emê xebatên wiha bikin ku xwe bighînin hemû jinan û koletî, azadî û zayendperestiyê bi wan bidin naskirin. Ji Kurdistanê emê destpê bikin û berbelavî Rojhilata Navîn û cîhanê bibe, Jineolojî zanisteke gerdûnî ye û emê jî li gor vê yekê tevbigerin.”

‘Peyama Rêber Apo ji bo min rûpeleke nû ye’

Endama navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Nazlî Hisên hest û coşa xwe wiha bilêv kir: “Piştî ku me peyama Rêber Apo ya ji bo Jineolojî xwend û nirxand, ez weke kesayet gelek bi bandor bûm û ji bo min jî rûpeleke nû vekir. Beriya peyamê me xebatên xwe yên di warê lêkolîn, xwendin û şirûvekirinê pêk dianî, lê bi peyam û nirxandinên Rêber Apo re asoyên min dorfirehtir bûn. Bi taybetî di warê naskirin û hezkirina zayenda xwe de, ez gelek bi bandor bûm. Her wiha ji bo mezinkirina xebata xwe û têkoşîn mezintir kirin de, ev peyama dê bi roleke diyarker rabe. Bi taybetî wê xebatên me derbasî hemû deverên Sûriyeyê bibe ku him lêkolîn bipêş bikevin û li aliyekî din jî danasîna vê zanistê û perwerdeya wê dayîn. Ji ber vê jî em derbasî pêvajoyeke nû dibin ku di asta pêşengiyê de emê têbikoşin û ked bidin.”