‘Em şopdarê rêya Nujiyan Erhan in’

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê di salvegera xwe ya 9’emîn de ji hêla hevpîşeyên xwe ve hate bîr anîn.

Şengal – Di 3’ê Adara 2017’an de pêşmergeyên Roj yên girêdayî PDK’ê êrişê Xanesor kirin. Civaka Êzidî bi pêşengiya jinan li dijî vê êrîşê bi rojan li ber xwe dan. Gelê Êzidî, ev êrîşa ku di encama xiyaneta PDK’ê de hat kirin weke berdewamiya fermana 74’an bi nav kir û her sal li dijî vê êrîşê helwesta xwe yê berxwedêr nîşan dide. Di êrîşê de Rojnamevan Nûjiyan Erhan, ji aliyê pêşmergeyên  Roj ve di 3’ê Adarê de hat hedef girtin û bi giranî birîndar bû. Tevî hemû hewildanan jî Nûjiyan Erhan di şeva 21’ê Adarê de şehîd bû.

Ragihandina Azad a Şengalê her sal Nûjiyan Erhan bibîr tînin û soza şopandina rêya wê didin. Bi pêşengiya ragihandina Azad a jinên Êzidî, bi beşdariya ragihandina Azad a Şengalê, dayîkên şehîdan û ji hêla meclîsa jin ve di 9’êmin salvegera wê de li ser gora wê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî li ser gora cangorî Nujiyan Erhan jî hêla endama ragihandina jinên Êzidî Hêvîdar Şengalî ve hate xwandin.

‘Em soz didin emê bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin’

Di destpêka daxûyaniyê de rojnamevan Nûjiyan Erhan hate birbîr anîn û wiha hat gotin: “Em di serî de şoreşger û rojnamevana çapemeniya azad rêheval Nûjiyan Erhan bibîr tînin. Em di şexsê hevrêya xwe Nûjiyan de şehîdên berxwedana Xanesorê, şehîdên çapemeniya azad û şehîdên 74 fermana bibîr tînin. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser xeta çapemeniya azad bi rihê Nûjiyanan tekoşîna heqîqetê bidomînin.”

Em di 9’emîn salvegera şehadeta hevrê Nûjiyan de ne. Rêheval Nûjiyan, bi kesayeta xwe ya şoreşgerî, bi ked û xebata xwe di dilê me û civaka me de ciheke taybet ava kir. Di dema fermanê de ji çiyayên Azad berê xwe da Şengalê. Bi pênûs û kamera xwe rastiya fermanê ji dinyayê re ragihand. Ji bo ku bibe dengê êş, birîn û berxwedana jin, zarok û dayîkên me di rêya serxistina heqîqetê de meşiya.”

‘Yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin wê neyên jibîr kirin’

Daxûyaniyê bal kişand ser kesayet, ked û bandora Nûjiyan Erhan a li ser jinên Êzidî û wiha dewam kir: “Îro navê bi sedan zarokên Êzidxanê Nûjiyan e. Em weke ragihandina jin, li ser xeta rojnamegeriya Azad a ku bi rastiya Nûjiyanan ava bûye tekoşîna heqîqetê dimeşînin. Me li ser rastiya Nûjiyan xwe bi rêxistin kir û weke ragihandina jinên Êzidî xwe ava kiriye. Hevrê Nûjiyan bû ronahiya heqîqetê. Bû keça çiyayê Şengalê û rojnamevana xaka pîroz a Êzidxanê.”

Rojnamevan û hevrêya me Nûjiyan di sala 2017’an de dema ku di şerê xiyanetê de heqîqeta berxwedêran dişopand hate hedef girtin û şehîd bû. Beriya niha bi 9 salan di berxwedana Xanesorê ya li dijî Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê rojnamevan Nûjiyan şehîd bû. Em ê tû carî yên ku rêheval Nûjiyan hedef girtin û şehîd xistin ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”

‘Em ê bi pênûs û kemareya Nûjiyan planên dijî civaka xwe eşkere bikin’

Di daxuyaniyê tê gotin ku wê ragihandina azad a Şengalê bi rihê Nûjiyanan xwedî li rola xwe derbikeve û daxuyanî wiha dawî bû: “Di roja îro de careke din xeteriyên mezin li ser civaka me hene. Divê em weke ragihandina azad a şengalê, weke Rojnamevan Nûjiyan xwedî li kar û xebatên xwe derkevin û plangeriyên li ser civaka me têne kirin eşkere bikin û bibin dengê civaka xwe.”

Em careke din hevrêya xwe û rojnamevana çapemeniya Azad bi rêz û hûrmet bibîr tînin û soza me daye şehîdên rêya heqîqetê dubare dikin. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; em ê heta dawî li ser şopa heqîqetê, bi rihê Nûjiyanan tekoşîna azadiyê bimeşînin. Bi pênûs û kemareya Nûjiyan emê heqîqeta jinên Êzidî bi jiyana azad bihûnin.”