‘Em li dijî nijadperestî û netewperestiyê hevgirtina xwe ava bikin’
Rêvebera Komîteya Lihevhatinê ya Meclîsa Bajarê Til Temirê Elya Oglo da zanîn ku pêwîstiya Sûriyeya nû bi şerek li dijî nijadperestî û mezhebperestiyê heye û li şûna ku civakan qir dike, hevgirtina civakî pêk bîne.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava ew e ku civakên di serdema rêjîma Baasê de li dijî hev dihatin sorkirin, di nav şoreşê de bûn yek û li dijî nijadperestî û netewperestiyê hevgirtina xwe ava kirin.
Rola komîteyên lihevhatinê di şoreşê de pir zêde bû, ji ber ku bi rêya çareserkirina dozan civakek bêtir ji hev re rêz digre ava bû û hezkirina di nav wan de, kûrtir bû. Herî zêde jî dozên civakî bi awayekî wekhev û edalet tên çareserkirin.
Rêvebera Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa bajarê Til Temir li Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê Elya Oglo behsa girîngiya hevgirtina civakî û xwedîderketina li azadî û demokrasiyê, kir.
Kevirê bingehîn ê domandina civakbûyînê lihevhatinên civakî ye
Elya got ku lihevhatina civakî bi taybetî ji bo Sûriyeyê kevirê bingehîn ê domandina civakbûyînê ye û wiha berdewam kir: “Rojava di vê tecrûbeyê de qismî jî be, biserketî ye. Li ser asta bajarê Til Temirê Kurd, Ereb û Aşûr bi hevre dijîn, ji bo sembolên olî mîna dêr û mizgeftên hev, rêz digrin û jiyanek hevbeş dijîn. Ji lewra ev karek zor e, divê ku girîngî ji bo wê were dayîn. Bi taybetî ku em di rewşek şer û bêîstiqrariyê de dijîn. Aştiya civakî ji mijarên ku divê di şer de bikaribe rola xwe erênî bilîze ye.”
Li Sûriyeyê şerên mezhebî yên bêhempa rû dan
Elya da zanîn ku lihevhatina civakî û civakek aştiyane dikare rê li ber şer û perçekirinê bigre û wiha dirêjî da gotina xwe: “Divê ku li hember şer, komkujî û qirkirinan gel dest bidin hev, ji hev re palpişt û piştgir bin. Bi nêrîna min ger komîteyên lihevhatinê li ser hevgirtina civakê li Sûriyeyê xebitîba, dibe ku qurbaniyên di şer de hatin dayîn, kêmtir ba. Komkujiyên ku li Sûriyeyê çêbûn, şerên mezhebî yên bêhempa bûn. Her çiqas xwestin li Rojava jî gelê Kurd û Ereb li dijî hev bidin şer kirin jî, hevgirtina gel bû mertalê parastinê.”
‘Şehîdan ji bo avabûna welat xwîna xwe dan’
Elya da xuyakirin ku li Rojava ji mezhebperestiyê nefret tê kirin, bi çavê mirovatiyê li hev tê nêrîn û wiha pêl da gotina xwe: “Dibe ku Sûriye her tim wek welatek ku gelê wê her tim hezkirinê belavî welatên cîran dike, bimîne. Sûriyeyê gelê Îraqê û Lubnanê tevî cîhanê jî hembêz kir, lê çima îro bi vî awayî û ji hêla vê hikûmetê tê birêve birin. Kurd, Ereb û Aşûr yên ku sîstema Rêveberiya Xweser birêve dibin, dibin yek dest da ku welat ava bikin, ne wêran bikin. Em îro hewl didin welat ava bikin, lê ji xeynî me welat ava nakin. Şehîdan xwîna xwe dan da ku welat ava bibe, ne wêran. Ji lewra armanca Rêveberiyê avabûn e, ne wêran î ye.”
Pêwîstiya Sûriyeyê bi kursiyên desthilatdaran tuneye bi rewşenbîran heye
Elya tiştê ku ji bo Sûriyeyê herî pêwîst e, wiha pênase kir: “Ji bo Sûriyeyê tiştê herî pêwîst “hişmendî û çand” e. Malperên civakî roleke pir neyênî di jihevxistina civakê de dilîze, her kes ji wê bawer dike û wiha armancên tevlîhevkaran bicîh tînin. Pêdiviya Sûriyeyê bi kursiyên desthilatdaran tuneye, pêdiviya wê bi rewşenbîran heye ku ji bo welat xizmet bikin. Em ji kursiyan dûr bikevin, destê Kurd, Ereb, Aşûr, Elewî û Durziyan bighînin hev û welat ava bikin.”
Ji jinên Sûriyeyê re peyamek şiyarbûnê
Elya di dawî de ji bo jinên Sûrî ev peyam da: “Li goşeyek xwe komî hev neke, rûnenê û nebêje tirsa min ji siberojê heye. Rabe, têbikoşe, îro dem dema te ye û pêwîstiya qadan bi hebûn, deng û rola te jî heye ku tu çêbikî û rola xwe bilîzî. Jin hêzdar in û dikarin mêrên Sûriyeyê biguherînin. Ji lewra jinên Sûriyeyê divê yekîtiya xwe çêkin da ku em bi hev re bikaribin Sûriyeke pirreng û demokratîk ava bikin.”