‘Em ê Sûriyeya azad û demokratîk bi hev re ava bikin’
Endama Koordînasyona Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya li Helebê Ferîde Zekeriye, got ku riya serkeftinê yekitî ye û diyar kir ku bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî dê Sûriyeya nû were avakirin.
DILPAK DAG
Heleb – Jinên li keleha berxwedana gelan taxa Şêx Meqsûda Helebê dijîn, di bin banê Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya di sala 2018’an de hat vekirin bi dehan komun ava kirin.
Endama Koordînasyona Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê Ferîde Zekeriye bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna hevpar a gelan ku bi pêşengiya jinan mezin dibe.
Ferîde Zekeriye diyar kir ku jiyana di bin pêşengiya jinan de hatiye avakirin tê hedefgirtin û got ku rêxistinên cîhadîst û çete hewl didin vê pergalê tune bikin.
‘Me di asta herî jor de berxwedanê meşand’
Ferîde Zekeriye bi bîr xist ku ji ber pêşengiya gel, çeteyên HTŞ’ê û cîhadîst nikaribûne bikein taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û got ku ew ne rejîma Baasê ne jî ferzkirinên çeteyên paşverû napejirînin.
Ferîde Zekeriye berxwedana gel a di sala 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê li dijî desthilatdariya Baasê dest pê kir bi bîr xist û diyar kir ku ji sala 2012’an ve heta niha welatiyên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dimînin bi hev re dijîn. Ferîde Zekeriye got: “Me bi hev re Şêx Maqsûd û Eşrefiyê kir keleha berxwedanê. Bi hemû hevgirtiyên gelên li taxan re me berxwedana xwe mezin kir.”
‘Rejîma Sûriyeyê ji ber ku demokratîk nebû hilweşiya’
Ferîde Zekeriye diyar kir ku çeteyan bi navên cuda li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kirine û da zanîn ku jinan li dijî wan berxwedana mezin raber kirine û wiha got: “Ji ber ku rejîma Sûriyeyê rizîbû, demokratîk nebû, bi jinan û gelan re lihevhatî nebû hilweşiya divê tu kes vê ji bîr neke.”
‘Em nêzîkahiyên paşverû li dijî jinan napejirînin’
Ferîde Zekeriye got ku pratîka HTŞ’ê û komên girêdayî wê bi tu awayê nayê pejirandin û got ku li gorî agahiyan, ji parêzerên jin ên li Helebê re hatiye gotin ku divê sergirtî biçin dadgehan û da zanîn ku fikarên wan hene, di warê jiyana xebatê ya jinan û karê wan de astengî werin derxistin.
Ferîde Zekeriye wiha domand: “Tê gotin ku divê jinên parêzer ser xwe bigrin wisa bikevin salonên dadgehan. Nêzîkahiyên ku dibêjin bila jin dernekevin kolanan, çalakiyan li dar nexin hene. Em van yekan napejirînin. Zihniyeta ku li pêşiya jinan dibe bend û li ser wan koletiyê ferz dike em napejirînin.”
‘Çareserî neteweya demokratîk e’
Ferîde Zekeriye diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya krîzên Rojhilata Navîn çareseriyan pêşkêş kiriye û got ku ew çareserî jî “neteweya demokratîk” e.
Ferîde Zekeriye axaftina xwe wiha domand: “Îro li Sûriyeyê hê jî pevçûn hene, mirov tên kuştinn, bajar tên talankirin. Em di bin banê xweseriya demokratîk de dijîn û xebatên xwe didomînin. Taxa em lê dijîn mînak e, em li vê derê bêyî cudakariya neteweyî, ol û ziman bi hev re têkoşîna xwe didomînin.”
Ferîde Zekeriye bi gotinên “Riya serkeftinê yekitî ye” diyar kir ku têkoşîna jinan a rêxistinkirî dê bi xwe re sûriyeya azad û demokratîk ava bike.