Dayîkên Şemiyê di hefteya hezar 123’yan de li aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 123’yan de, aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku 35 sal berê li Amedê di binçavan de hat windakirin, pirsîn û banga darizandina kujeran kirin.

Navenda Nûçeyan – Dayîk/Mirovên Şemiyê bi daxwaza ‘Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin’ di hefteya hezar û 123’yan de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê ku di sala 1991’ê de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.

Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniyê xwend.

‘Malbatê tu agahî negirt’

Gulseren Yolerî anî ziman ku ew 35 sal in pirsa ‘Îbrahîm Gundem li ku ye’ dikin û wiha dest pê kir: “Em weke xizmên windayan ji Qada Galatasarayê heta Koşuyoluya Amedê ji wir Kolana Gulistanê ya Êlihê û heta Kolana Çandê ya Geverê heman pirsê dipirsin. Kiryar diyar in, windayên me li ku ne? Îbrahîm Gundem 39 salî bû, li gundê Qenderhelê  navçeya Hezroya Amedê dijiya. Di şeva 25’ê Îlona sala 1991’ê de komek leşkerên ku fermandarê wan Kenan Şahîn bû, avêt ser mala Gundem û Îbrahîn Gundem binçav kirin. Ji bavê Îbrahîm Gundem re gotin: “Em ê wî sibe berdin.” Malbat paşê çû qereqolê ji wan re gotin Îbrahîm nehatiye binçavkirin. Malbatê li dijî vê serî li Dozgeriya Komarê ya Hezroyê da. Malbat çû Walîtiya Amedê û Fermandariya Leşkeran lê tu agahî jê negirtin.”

‘Divê dewlet aqûbeta Îbrahîm Gundem eşkere bike’

Gulseren Yolerî wiha domand: “Bavê 9 zarokan Îbrahîm Gundem li ber çavên malbata xwe hat binçavkirin lê dewlet 35 sal in aqûbeta wî eşkere nake. Li dijî zextên leşkeran malbatê di 15’ê Sibata 1993’an de koçî navenda Amedê kir. Dayîka wî Meryem Gundem û bavê wî Mehmet Gundem dest ji lêgerîna kurê xwe bernedan. Lê herdu jî beriya aqûbeta kurê xwe hîn bibin jiyana xwe ji dest dan. Divê dewlet aqûbeta Îbrahîm Gundem aşkere bike.”

Çalakî bi danîna qerenfîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.