‘Em dizanin zêdebûna bûyerên qetilkirinê ji ber polîtîkayên dewletê ye’

Jinên li Amedê anîn ziman ku bûyerên tundî, tacîz, destavêtin û kuştina li dijî jinan her diçe zêde dibin û bal kişandin ser polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê, diyar kirin ku sedema zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan ev polîtîka bi xwe ne.

DÎREN ENGÎZEK-MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Bûyerên şîdet, destavêtin û kuştina jinan roj bi roj zêdetir dibin. Li Tirkiye û Kurdistanê her diçe bertekên li dijî nûçeyên qetilkirina jin û zarokên keç zêde dibin. Herî dawî li taxa Fatîhê ya Stenbolê qetilkirina 2 jinan a ji aliyê mêrek ve, li Tekîrdagê di nava nîv seatê de qetilkirina 2 jinan ji aliyê mêrek ve û li Beyoglûyê dîmenên tundiya li ser jinan vê pirsgirêka civakî kir rojeva yekem.

Li gorî rêjeya şîdetê ya meha Îlonê ku ji aliyê JINNEWS’ê ve hatîye amadekirin, di 30 rojan de; 30 jin û zarokek, ji wan 15 jin û 4 zarokan bi guman  jiyana xwe ji dest dan.

‘Mêr ji dewletê cesaret digrin’

Endama Lijneya Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Esmer Ozer, der barê qetilkirina jinan de wiha got: “Em nikarin ji polîtîkayên dewletê cuda li bûyerên kuştina jinan bifikirin, li her devera welat çandeke gelekî cidî ya bêcezakirinê heye. Ev çanda bêcezakirinê bi taybetî di qada siyasî de di dozên tundiya li ser jinan de her dem derdikeve pêşberî me. Em di pêvajoya serlêdanên hiqûqî û pêvajoya sopandina dosyayê ya hiqûqê de dibînin ku heta dawiyê xemsariyek bi dewletê re heye.”

‘Tu tedbîrên pêşîlêgirtinê nayên bicihanîn’

Esmer Ozer bal kişand ser xebatên ku di bin banê Navenda Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê de tên meşandin û got: “Di hevdîtinên me yên saziyên cuda de em heman tesbîtê dikin. Hejmarek gelek kêm a jinên mexdûrên tundiyê serlêdan dikin. Ji sedî 7 serlêdanên hatin kirin beşek jê dikevin qonaxa lêpirsînê û bi encam dibin. Ji berê ve negirtina tedbîrê û pêşîgirtin û parastinê parçeyek ji vê çanda bêcezatiyê ye.” 

Esmer Ozer bi gotina ‘êrişên ku piştî Tirkiye ji peymana Stenbolê vekişiya re zêde bûne heye’ wiha got: “Bi teşwîqa komên siyasî ya di qada polîtîk de, tundiya dewletê ya zêde dibe êdî normal tê dîtin. Ji ber vê jî êdî kêr gihîştiye hestî. Ji vê xalê û pê ve divê em bi bîr bixin ku em ê vê têkoşînê berdewam bikin û her dem ji hev hêzê bigrin.”

Esmer Ozer bang li jin û ciwan kir ku zêdetir xwe birêxistin bikin û di qada siyasî de dengê xwe derbixin, dengê têkoşînê bilind bikin û got: “Kes bi civakê re yek e, ji ber vê jî dema ku em bixwazin di jiyana xwe û civaka xwe de hinek tiştan biguherînin divê em dengê xwe derbixin û têbikoşin, em li kolan û taxan dikarin vê bikin.”

 ‘Rojînê jî winda kirin’

Şayde Erkan jî berteka xwe bi derketina kolanê nîşan da û diyar kir ku divê dayik negirîn û wiha got: “Bila êdî Kurd neyên çewisandin, xizan hemû tiştên xwe winda dikin. Narînê qetil kirin û Rojînê ji winda kirin. Ji bo gelek jinan dibêjin xwe avêtin. Ma mirov wisa bi hêsanî xwe davêje?”

‘Em dibêjin êdî bes e!’

Eda Kayalar jî da zanîn ku ji ber ku tundiyê normal dikin, her diçe zêde dibe û  got: “Ji ber ku kesên baş her dem bêdeng dimînin, tundî zêde dibe. Divê em ji vê rewşê re bibêjin êdî bes e! Em gelek bi hêrs im û di îsyanê de me. Ez di wê hêviyê de me ku ev bibe ya dawî lê belê diyar e ku nabe ya dawî.”

Eda Kayalar bi gotina ‘Ez xwe bi ewle û kêfxweş hîs nakim’ berteka xwe anî zima û got: “Ez ji pêşeroja xwe bêhêvî me, ji ber ku tu aramî û ewlehî tune ye. Dema ez derdikevim derve her dem li pey xwe mêze dikim. Ez di nava tirsê de me. Ez bi fikar im, malbata min jî bi heman awayî di nava fikaran de ye. Hemû jin wisa ne. Ez di wê hêviyê de me ku ev rewş bi dawî bibe. Êşên ku nayên ziman hene. Çîrokên nîvçemayî hene. Tevlihevî û têkçûneke civakî heye. Divê ev yek were guhertin. Ji vî welatî re şoreş û guherîn şert e!”