Em dixwazin cil û bergên xwe jiyanî bikin
Rêveberiya kargeha dirûtinê a jinan ya li bajarê Qamişlo, Arya Mele Xelîl da zanîn ku armanca wan ji vekirina kargehê zindîkirina cil û bergên Kurdî ye.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Li kargeha dirûtinê, jin bi hev re dixebitin û dirûtinê dikin. Hem cil û bergên Kurdî zindî dikin û heman demêde şêweyek bedew jî didin cil û bergan. Karê destan jî vediguherînin peyamek kolektîf ku çanda cil û bergên Kurdî bi parêzin. Rêveberiya Kargeha dirûnê a jinan ya li bajarê Qamişlo, Arya Mele Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku kargeha wan ji sala 2017’an de hatiya vekirin û armanca wan hem zindî kirina cil û bergên Kurdiye heman demê de weke jin xebatek kollektîf kar dayîna meşandine.
‘Armanca me zindîkirina cil û bergên Kurdî ye’
Arya Mele Xelîl qala binesaziya kargehê dike û dibêje: “Du beşên kargeha me hene, beşek ji bo dirûtinê ye beşa din jî ji bo karên destane. Bi vê awayî jî her du kar hev temam dikin. Her civak û gel bi cil û bergên xwe tên nasîn. Cil û berg jî dibe nasnameyê mirov. Lewra em jî dixwazin vê nasnameya xwe bi parêzin. Em dixwazin li Rojavayê Kurdistanê ev çend zindî bikin û jiyanî bikin.”
‘Kargeha me girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye’

Arya Mele Xelîl da zanîn ku ew cil û bergan ji dikanên bazarê re jî didûrin û kargeh bi xwe jî girêdayî Desteya Çand û Huner ê ye. Arya bi vê awayî gotinên xwe di domîne: “Em tenê ji kargehê re dirûnê nakin heman demê de ji dikanên nava bazarê de ji me daxwaz dikin lewra em ji bo wan dikana jî cilan didûrin û rê dikin. Her çiqasî armanca me ya destpêkê cil û bergên Kurdî be jî lê em her cure cilan didûrîn. Yên ku piştgiriya me kir di destpêkê de desteya Çand û Huner bû û niha kargeha me jî girêdayî Desteya Çand û Huner ê ye. Di kargehê de em 10 jin bi hevre kar di meşînin. Her yêk ji me karek di meşîne, karê me jî bi awayekê kollektîf tê meşandin.
‘Karê destan karê dirûnê temam dike’
Arya Mele Xelîl qala karên desta jî kir û got: “Karê desta karê dirûnê temam dike, hin caran em kirasan didirûn û bi destan di nexşînin û morikan lê dikin. Qumaşên me piranin ji Başûrê Kurdistanê tê. Her wiha em ji bo mîhrîcanan jî cil û berg amade dikin. Li vir em hemû hevdû nasdikin û pêywendiyên me jî bi hevre gelek xweş û başe. Ev yek li ser xebatên me jî bandoriya xwe dide çêkirin.
‘Deriyê kargehê ji hemû jinan re vekiriye’
Arya Mele Xelîl diyar kir ku di pêşerojê de wê perwerdeyên dirûtinê ji jinan re vekin da ku jin fêrî dirûtinê bibin. “Rûpela me li ser tevna dijîtal jî heye, em karê xwe li ser wê malperê belav dikin. Her çiqasî em cil û bergên pêkhateya Kurd didûrin lê heman demê de em cil û bergên tevahî pêkhateyan weke pêkhateyên Ereb, Ermen, Suryan û her wiha yê Êzidiyan jî didûrîn. Her wiha ji derve jî gelek kes ji me cil û berg dixwazin. Birastî jî deriyê me ji tevahî jinan re vekiriye, kesên ku dixwazin dikarin werin kargehê de em bi hevre xebatên xweş û baş bi meşînin.”