Ebîr Qasimî amûrên xweşikbûnê ji madeyên xwezayî çêdike
Endezyara çandiniyê Ebîr Qasimî ku bi madeyên xwezayî amûrên xweşikbûnê çêdike da zanîn ku ew ji xwezayê berheman çêdike û tu ziyanê nagihîjîne jîngeh û mirovan.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ
Tûnis – Bi zêdebûna hişmendiya hawirdor û tenduristiyê re, meyla ji bo bikaranîna kozmetîkên xwezayî pir girîng bûye. Ebîr Qasimî jinek ciwan a Tûnisî ye. Bi çêkirina kozmetîkên xwezayî hewl dide nifşên pêşerojê biparêze û jîngehek bi ewle ava bike.
'Ez madeyên xwezayî yên zirarê nadin jîngehê çêdikim'
Endezyara çandiniyê Ebîr Qasimî bi vekirina projeya xwe ya bikaranîna kozmetîkên xwezayî hewl dide jîngeh û mirovan ji bikaranîna amûrên kîmyewî yên ziyanê belav dikin, biparêze. Ebîr Qasimî da zanîn ku ew ji madeyên xwezayî ji zeytê û gihayên ku ji bo xweşikbûnê baş in, madeyên xweşikbûn û kozmetîkan çêdike û got: “Ev made ne tenê mirovan ji ziraran diparêze, zirarê nade jîngehê jî. Min xwest madeyên girêdayî xwezayê û bibin hevalên jîngeh û hewirdorê çêbikim. Ez giraniya xwe didim ser zeyt û gihayan. Di madeyên xweşikbûnê yên li sûkan tên firotan de gelek ziyan hene hinek ji wan jî jehrî ne. Ji ber vê ez giraniya xwe didim madeyên xwezayî ku parastina tendirustiya mirovan di heman demê de parastina jîngehê jî dike."
'Em berhemên xwe diceribînin piştre difroşin'
Ebîr Qasimî diyar kir ku destpêka projeya wê de gelek astengî û kêşe çêbûne û wiha got: "Her berhemek ku em li ser dixebitin heşt mehan di ceribandinê re derbas dibe. Destpêkê em madeyên xwe li ser hinek kesan diceribînin û ger tu ziyanê nede em wan dibin bazaran. Armanca me jî ew e ku em berhemên xwezayî di nava civakê de bêhtir belav bikin. Her wiha em nexwazin tu ziyan bigihîje lawran jî. Ji ber ku berhemên kîmyewî destpêkê li ser lawiran tên ceribandin. Min gelek astengî dîtin, heta ku projeya min bi ser ket û berhemên xwe da nasîn. Min berhemên xwe û sûdên wan li ser medyaya dîjîtal belav kir ji bo zêdetir di nava civakê de belav bikim."