Durzî li Suweydayê li dijî mirinê têdikoşin

Li Suweydayê gel li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê têdikoşe. Li bajar kolan tije cenaze ne, mirov ji pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar in.

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Bajarê Suweyda yê li başûrê Sûriyeyê ji 13’ê Tîrmehê ve heta niha rojên herî xirab ên di dîroka xwe de dijî. Kolanên bajar veguherîne qadên şer, li bajar komkujî, talan û revandina mirovan didome. Di êrîşên ku zêdetir jin û zarokên keç ji wan zirarê dibîninher roja diçe zêdetir dibin. 

Yek ji jinên ku ji êrîşan rizgar bûye Rogîna El-Sahnawî, behsa tiştên ku bi malbata xwe re jiyane kir û got: “Gule weke baranê dibariyan me bi zorê xwe rizgar kir.”

Rogîna El-Sahnawî wiha didomîne:

"Dema em li mala xwe bûn dengê çekan hat û dûre weke baranê gule bi ser me de bariyan. Roket di navbera avahiyan de difiriyan û dema ku ji ber dengê teqînan em nikaribûn debar bikin neçar man ji mala xwe derbikevin. Çeteyan dest bi talankirin û şewitandina malan kirin. Em jî reviyan gundê xwe yê li bakur rojhilatê Suweydayê. Destpêkê gund bi ewletir bû lê di demek kurt de rastî êrîşa topan hat."  

‘Dixwestin me bikujin’ 

Rogîna El-Sahnawî diyar kir ku wan agahî girtine ku çeteyên girêdayî rêveberiya demkî ya Sûriyeyê biryar dane ji Suweydayê derkevin û biryar dane vegerin û wiha domand: “Dema ku li ber derî xwînê dît em şaşewaz bûn. Cîranek me got ku mirovên bi çek hatine pirsa me kirine, dûre cîranê me ji malê derxistine û li ber derî kuştine. Dûre avêtin ser malê, caman şikandin û ji pênc caran zêdetir lêgerîn kirin. Pir diyar bû dixwestin me bikujin.”

'Hê jî li ser riyan cenaze hene’ 

Cena El-Sahnawî jî dema ku behsa şahidi û tiştên jiyane dike wiha dibêje: "Piştî derketina ji neçarî dema em vegeriyan mala xwe, me dît ku mal hatiye şewitandin, eşya û xwarin hemû hatine talankirin. Cîranên me di rewşeke pir xirab de bûn. Her kes bêmal mabû, birçî bû. Rewşa nexweşxaneyan pir xirab e, li her derê cenaze hene, ji ber xeterên li derdorê kes nikare defin bike. Em hewl didin malzemeyên tibî û paqijiyê bigihîjînin nexweşxaneyan lê rê pir bi xeter e."

‘Mirov ji pêdiviyên bingehîn bêpar in’ 

Cena El-Sahnawî diyar kir ku li Suweydayê pêdiviya gel bi alîkariya lezgîn heye û got: "Mirov ji pêdiviyên binghîn bepar in. Pêdiviya mirovên ku ji malên xwe bûne bi lezgînî bi xwarin, vexwarin û cilan heye. Cereyan tune ye av tune ye înternet tune ye. Em nikarin telefonên xwe şarj bikin û nizanin li derdora me çi diqewime."

Cena El-Sahnawî got ku Suweyda veguheriye bajarekî ku di nava felaketan de maye û wiha bi dawî kir: "Ji ber kêmasiya pêdiviyên bingehîn, firin hatine girtin, benzin û şewateya dîzel tune ye. Malbatên ku malên wan hatine şewitandin, niha xwe spartine îbadetgeh û dibistananan. Ji 100 hezarî zêdetir mirovên ku nanek somin bi destên wan nakeve hene. Ji mirinê reviyan lê niha birçî ne.”